Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamîşloyê îro merasîma veşartina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Diyar Îbrahîm ku di 15`ê Mijdarê de li Qamişloyê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, lidar xist. Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan bi beşdarbûna girseyeke mezin pêk hat.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre Ebdulkerîm Ebdo li ser navê malbatên şehîdan axivî û sersaxî ji malbata şehîd Diyar re xwest û bal kişand ser nirxên şehîdan û rola wan di parastina civakê de.
Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dîrok Mela Beşîr dilsoziya xwe ya ji bo doza hevalên xwe yên şehîd anî ziman, ji malbata şehîd û hemû malbatên şehîdan re sebir û aramî xwest. Mela Beşîr banga yekitiyê li dora mîrateya şehîdan û şopandina rêya wan kir.
Hevalê şehîd, Yûsif Ebdo jî di merasîmê de helbestek li ser şehîdan û êşa gelê Kurd xwend.
Piştî axaftinan belgenameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi tilîliyan û dirûşmên “Şehîd namirin” spart axê.

