Di 28’ê Kanûna 2011’an de, zarok jî di nav de 34 kes li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê, di bombebarana balafirên şer de hatin qetilkirin. Hewldana Edalet ji bo Roboskiyê ku ji bo ronîkirina komkujiyê hat avakirin, her meh, di wekî her mehê di meha 172’emîn a komkujiyê de li Kolana Sakarya kom bû. Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Atîlla Dîrîm ku metna daxuyaniyê xwend, diyar kir ku dosyeya Roboskiyê bi zanebûnî tê paşxistin da ku bê girtin û got: “Li vî welatî, bêcezatî ne îstîsna ye; ew bi xwe teknîkeke rêveberiyê ye. Ew rejîmeke saziyî ye ku sûcdaran diparêze, mexdûran îzole dike û jibîrkirinê li civakê ferz dike.”
‘KIRYAR NE MEÇHÛL IN’
Dîrîm bal kişand ser wê yekm ku kiryarên cinayetên kiryarên nediyar ne “nediyar” in û wiha domand: “Ji salên 1990’î heta niha, windakirinên bi zorê, tariya JÎTEM’ê, bîr, bermîlên asîdê, şewitandina gundan, otomobîlên Toros ên spî… Hemû îmzeyên heman pergalê yên serdemên cuda ne. Tenê rêbaz guherîne; tişta ku neguheriye reviyana ji rastiyê û parastina sazûmanî ya sûc e.” Dîrîm behsa greva birçîbûnê ya karkerên Madenê Dorûkê li Parka Kûrtûlûşê kir û wiha lê zêde kir: “Di vê pergalê de, dema ku budçeyên şer mezin dibin, karker birçî dimînin; dema ku sînor bi bombeyan tên parastin, welatî mehkûmî bêewlehiyê dibin. Dema ku xelk bi navê ‘ewlehiyê’ bêdeng dibin, edalet bi awayekî sîstematîk tê xerakirin. Em li aliyê lêgerîna edaletê, jiyana bi hev re ne. Rêya aştî û edaletê li van axan bê guman û pêşî dê ji Roboskiyê derbas bibe.”

