Yekşem, 13 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêber Apo re ji Îmraliyê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de banga greva giştî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê daxuyaniya ji bo Rojava: Rageşî divê bê rawestandin, lêpirsîna serbixwe bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Taziye parçeyekî girîng ê avakirina aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata Mezin a Îzmîrê di sala 104’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Molina: Qanûn destpêk e, divê meseleza statuya Ocalan bê çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê zext û gef li malbata Jîna Emînî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Sûriyeya Demokratîk bi naskirina îradeya gelan pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Rihayê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Asayîşa Silêmaniyeyê: Li Helebceyê 22 DAÎŞ’î hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Divê hikumeta Şamê xwe ji wan nêzîkatiyan vegire ku wê zerarê bide wan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi hezaran kes li dijî provokasyonên li Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re sosyalîzma civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê didomin: Cezayê heps û sirgûnê li jinan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Konferansa Stenbolê: ‘Her kes qezenç dike, çima Kurd qezenç nekin?’
Rojane

Konferansa Stenbolê: ‘Her kes qezenç dike, çima Kurd qezenç nekin?’

Endamê Heyeta Îmraliyê Ozgur Erol li konferansa "Di Sedsala Duyemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê" axivî û anî ziman ku divê Qanûna Aştiyê bê derxistin. Erol got, "Her kes qezenç dike, çima Kurd qezenç nekin?"

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Di roja duyemîn a konferansa “Di Sedsala Duyemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê” de, ku li Stenbolê tê lidarxistin, pirsgirêka Kurd, demorkatîkbûn û perspektîfa paşeroja hevpar hate nîqaşkirin.

Endamê Heyeta Îmraliyê Ozgur Erol li rûniştina bi sernavê “Ji civakê ber bi dewletê derfetên demokratîkbûnê” axivî û pêvajoya heyî weke “pêvajoya entegrasyona demokratîk a sêyemîn” pênase kir.

Erol diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê hem li Tirkiyeyê rê li ber demokrasiyê veke, hem jî bike ku Kurd li qada herêmî û siyasî bi roleke hîn çalak rabe û got, “Her kes qezenç dike, çima Kurd qezenç nekin?”

Erol ragihand ku Kurd salên dûr û dirêj li derveyî qada siyaset û hiqûqê hatin hiştin û anî ziman ku bi entegrasyona demokratîk re naskirina hebûna kolektîf a Kurdan û vekirina qada civaka demokratîk tê xwestin.

Bi dewamî diyar kir ku ji bo serketina pêvajoyê pêwîstî bi Qanûna Aştiyê heye û destnîşan kir ku qanûneke bi vî rengî wê mafê Kurdan ê siyaset û rêxistinbûnê ewle bike.

Erol hêviya ji qanûnê jî bi vî rengî kurteber kir:

– Divê sazîbûnek hebe ku dewamiya pêvajoyê û muxatabên pêvajoyê bigire nava xwe,

– Bi qanûnê re mafê rêxistinbûn û siyasetê yê mirovên ji vê qanûnê sûdê werbigirin di nava xwe de vehewîne.”

Erol ev gotina Rêber Apo bi bîr xist: “Civakên ku bi hêrseke mezin tijî bûne, bêyî nirxên etîk ên mezin nikarin bêne veguherandin. Civak di nava asêbûneke mezin de ye. Ji ber vê yekê em israr dikin û dilezînin.”

Ji qisekerên din ên konferansê Mehmet Bekaroglû got, “Civakîbûna pêvajoyên aştiyê, wergirtina tedbîrên cihê baweriyê girîng e. ‘Ez mirov im, weke mirov dixwazim xwe ewle bibînim, divê zikê min têr bibe û mafê min ê hilbijartinê hebe…’ Pêwîstî bi sîstemekê heye ku ji bo her kesî bersivê bide van daxwazan.”

Şukru Aslan jî bi taybetî qala polîtîkaya Tirkkirinê kir û got, “Bi vê konferansê re em bang li Tirkiyeyê dikin ku maqûl be û bi rabirdûya xwe re rû bi rû bibe. Hêvîdar im ku siyasetmedar wê encamên vê konferansê li ber çavan bigirin.”

Rûşen Seydaoglû jî diyar kir ku aştiya civakî tenê bi veguherandina newekheviya avanî, mekanîzmayên dervehiştinê û têkiliyên serweriyê, dibe.

Rûşen Seydaoglû got, “Bi dîtina min, dema ku me azadîparêziya jinê ji xwe re kir esas, hingî em ê hîn bêhtir nêzî komara demokratîk bibin.”

Di dawiya rûniştinê de Akin Bîrdal axivî û bi navê amadekarên konferansê silavên xwe ji Abdullah Ocalan re şand.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Îranê rîska darvekirinê li ser du xwepêşandêran heye
Nûçeya Pişt re Hêzên Sûriyeya Demokratîk şehadeta 8 şervanan eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê kesek hate binçavkirin

Li Amedê kesek di serdegirtina malê de hate binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li hemberî rojnamevan Gok lêpirsîneke nû hate destpêkirin

Eşkere bû ku li hemberî rojnamevan Abdûrrahman Gok lêpirsîneke nû hatiye destpêkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêber Apo re ji Îmraliyê vegeriya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de banga greva giştî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji KNK’ê daxuyaniya ji bo Rojava: Rageşî divê bê rawestandin, lêpirsîna serbixwe bê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aydin: Taziye parçeyekî girîng ê avakirina aştiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?