Konferansa “Di Sedsala Duyemîn De Veguherîna Demokratîk a Komarê” ku li Stenbolê du roj dewam kir, bi dawî bû. Di konferansa ku bi mijara, “Di Sedsala Duyemîn De, Pêşeroja Hevpar” pêk hat de, sernavên demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd, aştî, ekolojî, jin û ciwan hatin nîqaşkirin.
Konferans bi encamnameya bi sernavê, “Ji Sedsala Nû Re Banga Demokratîk” bi dawî bû.
Encamname ji aliyê akademîsyên Nuray Turkmen ve hat xwendin.
Encamname bi vî rengî ye;
“Konferansa Veguherîna Komarê ya Demokratîk; di vê serdemê de ku di qadên siyasî, aborî, civakî, çandî û ekolojîk de krîzên piralî û kûr tên jiyîn û di heman demê de daxwazên aştiyê û demokratîkbûnê bilind dibin; bû hevdîtineke girîng ku bi wêrekî, coş û bi biryardariya meşandina vê rêyê ya bi israr û bi hev re xurt kir. Di konferansê de dema me bîlanço û maseya sedsala yekemîn derxist û banga rûbirûbûna bi bîra civakî-siyasî kir, her çend em li ser rabirdûyê axivîn, me gotina xwe bi rastî ji bo dem û paşerojê got.”
‘HER CURÊ ZEXTÊN LI SER DEMOKRASIYÊ, TIRKIYEYÊ BER BI XITIMANDINEKE KÛRTIR VE DIBE’
Encamname wiha dom kir: “Konferansa me bal kişand ser derfeteke dîrokî ya girîng. Derfetên ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgrêka Kurd pêş dikevin, ne tenê çareseriya pirsgirêkekê, her wiha asteke dîrokî ya ku dê demokratîkbûna tevahiya Tirkiyeyê xurt bike îfade dike. Di serdemeke wiha de, divê rêziknameyên ku dê aştî û azadiyan bixin bin garantiya saziyan bêyî derengketinê bikevin rojevê; rûbirûbûna bi polîtîkayên înkar û daxistina paşerojê, avakirina pêbaweriya civakî ji nû ve û avêtina gavên ewledar ên bi vîneke siyasî ya bihêz a ku rê li ber veguherîna demokratîk vedike, ne tenê tercîheke siyasî, divê wekî berpirsiyariyek li hember paşeroja hevpar bê dîtin. Em bawer dikin ku paşerojeke wiha tenê dikare li cihê ku hêza veguhertina civakê û veguhertina siyasî û saziyan dighêjin hev, kok bide. Aştî û demokrasî du rêyên ku ber bi heman asoyê ve vedibin û du nirxên damezrîner in ku heman paşerojê ava dikin. Yek ji xalên herî girîng ên ku di konferansê de derket pêş ew bû ku dema ku em derfet û pirsgirêkên aştiyê nîqaş dikin, di heman demê de divê zextên heyî di zûtirîn dem de bi dawî bibin û hemû welat bibe yek û balê bide ser demokrasî û aştiyê. Em dizanin ku rêya derketina ji her cûre destwerdanên li ser qada siyasetê, desteserkirina vîna demokratîk û krîzên ku welat girtine dorê, di demokrasiyê re derbas dibe. Her cure zextên li ser demokrasiyê, Tirkiyeyê ber bi xitmiyeke kûrtir ve dibe. Li hemberî vê yekê, demokratîkbûn dikare bibe yekane garantiya hem azadiyê û hem jî aramiyê.
‘PIRSGIRÊKÊN BINGEHÎN ÊN TIRKIYEYÊ HI HEV CUDA NÎNIN’
Nîqaşên ku hatine kirin careke din nîşan didin ku pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ji hev cuda nîn in û rûyên cûda yên pirsgirêka demokratîkbûna hevpar in. Di sedsala duyemîn a komarê de ya ku hewcedarî pê heye, ligel neçariya demokratîkbûna dewletê, pêşxistina rêxistinbûna demokratîk a civakê bixwe ye, mezinkirina torên pişgirtiyê, xurtkirina qadên jiyana hevpar û berfirehkirina bingehên civakî yên siyaseta demokratîk e.
Demokratîkbûna mayînde; pêvajoyek e ku avakirina civakeke demokratîk û ji nû ve birêxistinkirina dewletê li ser bingeha hiqûq, azadî û hemwelatiya wekhev hevdu xwedî dikin. Serdema ku em tê de derbas dibin ne tenê serdema rexnekirin an şahidiyê ye. Ji her demê zêdetir hewcedarî bi vîneke siyasî û civakî ya damezrîner heye ku dê derfetên jiyaneke nû ya hevpar li ser bingeha demokrasî, azadî û wekheviyê zêde bike. Ji ber vê yekê, em Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê ne wekî encamek, lê wekî destpêka nû ya lêgerîneke demokrasiyê ya demdirêj, raman û pêvajoya têkoşîna hevpar dibînin. Ji ber ku em dizanin paşerojeke demokratîk bixweber dernakeve holê; em dikarin wê tenê bi têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê ya bi hev re ava bikin. Avakirina paşerojê û mezinkirina têkoşîna demokrasiyê perçeyên heman neçariya dîrokî ne. Em mezinkirina vê lêgerîna hevpar, kûrkirina wê bi hevdîtinên nû û xurtkirina pişgiriya civakî wekî berpirsiyariya xwe ya hevpar a ji bo îro û paşerojê dibînin.
‘VEKIRINA PENCEREYEKE NÛ YE’
Ji ber vê yekê di serî de tevgerên jin, ciwan û ekolojiyê, em bang li hemû tevgerên civakî, hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê, rêxistinên ked û pîşeyî, têkoşînên maf û azadiyan, înîsiyatîfên herêmî, ronakbîr, hunermend, akademîsyen û her kesê ku di sedsala yekemîn de “li derve hatine hiştin” û gotineke wan li ser paşerojê heye dikin ku vê lêgerîna demokratîk a hevpar mezin bikin, hevdîtinên nû û torên pişgirtiyê çêbikin, têkoşîna demokrasî û aştiyê civakî bikin û bibin kirdeyên veguherîna demokratîk.
Konferansa me hem wekî bangek û hem jî wekî hevdîtineke vexwendinê dengê xwe gihand her derê. Bi vê hevdîtinê re ku qonaxeke kolektîf a vekirina deriyê demokratîkbûna komarê ye;
Banga me ya ji bo sedsala nû; banga mezinkirina vîna hevpar a ji bo demokratîkirina civak û dewletê, avakirina demokrasiyê bi hev re û mayîndekirina aştiyê ye, banga “vekirina pencereyeke nû” ye, banga Veguherîna Demokratîk a Komarê ye.”

