Hemû li wir bûn. Bi me re hem hestiyar dibûn, hem jî bi gelê xwe serbilind bûn. Armanc, Şervan, Bêrîvan, Çiya, Berxwedan, Zerdeşt, Argeş, Zîlan û lehengên din, ji asîmanê welêt temaşeyî me dikirin. Me jî li ser ekrana mezin a li Parka Koşuyolu guhdarî çîroka wan kir, dengê wan bihîst û rûyê wan ê bedew dît…
Hevserokê Şaxa Amedê ya MEBYA-DER’ê Ramazan Dengîz dibêje, “Şehîd ewladên tevahî gelê Kurd in. Her kesê ew weke ewladên xwe didîtin û bi wî rengî herikîn taziyeyê.”
MEBYA-DER li bajarên cuda yên Kurdistanê taziyeyên şehîdan danî, piştevanî bi malbatan re raber kir, gel li dora têkoşînê kom kir û li Amedê jî qasî 3 rojan pêvajoya bîranînê bi rêve bir.
Ramazan Dengîz bersiva pirsên ANF’ê da û destnîşan kir ku hem ji bo rêvebirina pêvajoya taziyeyê hem jî ji bo amadekirina malbatan, 25 komîsyon hatin avakirin. Ramazan Dengîz got, “Beriya ku komîsyon bên şandina malbatan, me xwest ku di aliyê psîkolojîk de û têkildarî hin mijaran agahdar bin. Me ji hevalên xwe yên di vê qadê de pispor, alîkarî xwest. Dema me komîsyon kom kir, me perwerde da wan. Helbet hestiyariyeke mezin û şok çêbû. Piştî şok hate derbaskirin, me got, divê em bi we re taziyeyê deynin. Cara ewilî li Amedê wê taziye hatiba danîn û cihekî berfireh lazim bû. Me li Parka Koşuyolu 3 kon danîn. Her konekê bawerim bi hêsanî 600-700 kes digirt, me zêdeyî 2 hezarê cihek veqetand.”
Dengîz diyar kir ku gel xwedî li vê pêvajoyê derket û got, “Hîsên dayikan û hîsên gel bû yek. Bûn ewladên tevahî gelê Kurd. Her kesê ew weke ewladê xwe didîtin. Ji ber ku xelkê Amedê dizanî ew ji bo çi çûne, berdêlên çawa dane, gelê Kurd berê di çi rewşê de bû niha hatiye kîjan qonaxê.”
Dengîz anî ziman ku ev rêxistinbûn ne di nava rojekê de bi saya berdêlên têkoşîna zêdeyî 50 salan ava bû û got, “Heta niha dewletê timî em bi mirinê tirsandin, her tişt weke ‘sosyolojiya mirinê’ bi kar anî. Şehîdên me ev ‘sosyolojiya mirinê’ tune kir û veguherand ‘sosyolojiya berxwedanê’. Tirs ji holê rakirin. Tunekirina vê tirsê bandoreke mezin li ser malbatê jî afirand.”
Dengîz diyar kir ku di pêvajoyên ji vir û şûnde de divê her kes bi malbatên şehîdan re be û got, “Weke MEBYA-DER me arşîveke xurt afirand. Me serdana nêzî 2 hezar û 500 malbatên xwe kir û me arşîvên wan wergirt. Divê ji bo her şehîdek me teqez arşîvek were avakirin, divê em biçin bi malbatên wan re roportaj bikin.”
Ramazan Dengîz ragihand ku “Qanûna Çarçoveyê” ya di encama Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin de, destkeftiyeke mezin e û got, ew hêvî dikin pêvajo bi demê re hîn berfirehtir bibe.

