Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê têkildarî rewşa tendirûstiyê ya du girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgehên Îranê agahiyan parve kir.
Li gor agahiyên hatine parvekirin, jina bi navê Mehbube Şebanî ku di xwepêşandanên dawî yên li Îranê de hatibû girtin, li Girtîgeha Wekîl Abadî ya Meşhedê çar roj in dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hat gotin ku Mehbube li dijî nezelaliya di dosyaya wê de, nebûna çavdêriya bijîşkan û veguhestina berdewam a di navbera girtîgehan de ketiye greva birçîbûnê.
Hate diyarkirin ku di dema binçavkirinê de nexweşiyek giran a çerm pêre derketiye û bi tometa ‘piştgiriya bi êrişên li ser Îranê’ dosyaya wê li Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê di bin lêkolînê de ye.
Di heman rapora HRANA’yê de behsa rewşa girtiya siyasî ya Behayî, Roya Sabit ku 10 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û di girtîgeha Adil Abad a Şîrazê de tê ragirtin jî hatiye kirin.
Hatiye diyarkirin ku tevî êşa tûnd a pişt, mil û daketina zexta xwînê ya ji sedî 70’ê, Roya Sabit ji mafên xizmetguzariyên bijîşkî û dermankirinê bê par hatiye hiştin.

