Bendewarî û rexneyên li hemberî qanûna çarçoveyê ya li Meclîsê hate qebûlkirin, didomin. Beşên cuda yên civakê daxwaz dikin ku çarçoveya qanûnê were berfirehkirin û pêvajo bi mekanîzmayên hiqûqî, demokratîk û zelal were xurtkirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo têkildarî bendewariyên civakê ya ji qanûna çarçoveyê ji ANF’ê re axivî.
Ceylan Akça Cupolo îfade kir ku Qanûn ji aliyê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve gaveke girîng e, lê çarçoveya heyî netêrker e û ev tişt got, “Ya rastî em vê qanûnê weke Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan jî destnîşan kirî, weke gava ewilî ya vê rêya zehmet a aştiyê dibînin. Em di qonaxeke dîrokî de ne. Em jî vê çarçoveya teng a qanûnê rexne dikin. Çima? Ji ber ku hîna ruhê qanûnê bi ‘entegrasyona demokratîk’ û vîzyona komareke berfireh re nehatiye ba hev.
Ceylan Akça destnîşan kir ku ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayînde, divê Meclîs bibe aktorê esas û got, ji xeynî tunekirina zemînê şerê sedsalî, divê tifaqa demokratîk a Kurd-Tirk bigihije zemînekî hiqûqî, divê pêvajoyeke avakirinê ya zelal were meşandin.
Ceylan Akça bal kişand ser rola Rêber Apo ya ji bo çareserkirina pêvajoya siyasî û ev tişt bilêv kir, “Divê em vê pir zelalî îfade bikin: Daxwaza me ya esas ew e ku şert û mercên Birêz Ocalan ên tenduristî, ewlehî û xebata azad bihijin ewlehiya qanûnî.
Her wiha mijara girtiyên nexweş jî rojeva me ya herî lezgîn û wijdanî ye. Divê ‘mafê hêviyê’ demildest li Meclîsê bibe qanûnî.”
Ceylan Akça Cupolo diyar kir ku ew ê di dema qanûna nû de xebatên xwe bidomînin û got, ew ê ji bo xurtkirina zemînê hiqûqî yê Pêvajoya Civaka Demokratîk li Meclîsê û qadê xebatên xwe bimeşînin.

