În, 9 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li  Çewlîgê berteka li dijî GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbat ji Girava Îmraliyê vegeriyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Rêber Apo çû Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Divê şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Botan: Çekdanîn ne aştî ye, şertê wê yê pêşîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP: ‘Azadiya Rêber Ocalan pêwîstiyeke dîrokî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: Komplo bi têkoşînê hate pûçkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Di sala 29’an a komployê de em têkoşînê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Em ê li pey şopa şehîdan bimeşin!
Kurdistan

KCK: Em ê li pey şopa şehîdan bimeşin!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê şehîd bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anîn û got, “Em soza xwe dubare dikin ku em ê li pey şopa wan bimeşin, gelê xwe bigihînin jiyana azad û demokratîk û divê gelê me jî li pey şopa şehîdan têkoşînê bilind bike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Tebax 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Şehîdên ku berê ji ber şert û mercên giran ên şer nehatine îlankirin, tên îlankirin. Em van şehîdên xwe hemûyan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û ji malbatên wan û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Wê hesreta wan a ji bo jiyana azad û demokratîk teqez pêk were.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate diyarkirin, “Ev şehîd di nava Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tên îlankirin. Tevlîbûna di asta bilind de, di heman demê de tê wateya xwedî derketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Gelê me dibêje ku ew di nava Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi civatên mezin xwedî li şehîdên xwe derdikeve û wê li pey şopa wan bimeşe. Xwedîderketina herî mezin jî ji aliyê jin û mêrên ciwan ve pêk tê. Weke malbateke şehîdan destnîşan kirî, gelê ku xwedî li şehîdên xwe derkeve, teqez wê azad bibe. Ti hêz nikare li pêşberî têkoşîna azadiyê ya vî gelî bisekine.”

ŞEHÎD JI BO DEMARÊN XWÎNÊ YÊN GELÊ KURD BÛN AVA JIYANÊ

Di daxuyaniya KCK’ê de ev xisûs jî hatin diyarkirin:

“Ji pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an heta îro bi deh hezaran gerîla şehîd bûn. Şehadetên wan ji bo demarên xwînê yên zuha yên gelê Kurd bûn ava jiyanê. Îro gelê Kurd bi serbilindî li ser piyan e. Gelê Kurd ê mirin lê hatî ferzkirin, bi têkoşîna azadiyê û bi pêşengiya Rêber Apo îro li Rojhilata Navîn bûye gelê herî dînamîk ê Rojhilata Navîn. Yên ku gelê Kurd li 4 parçeyên Kurdistanê anî vê astê, şehîdên me ne. Ji ber ku gelê me vê rastiyê dizane, di asta pîroziyê de xwedî li şehîdên xwe derdikeve. Rêber Apo gotiye, PKK partiya şehîdan e. Gelê Kurd jî gelê şehîdan e.

Eger têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd 53 sal in bênavber hatibe domandin, ev bi saya hêza fedayî ya Rêber Apo gerîlayan e. Têkoşîna azadiyê zêdeyî 50 salan bênavber dom kir, vê yekê guhertinên mezin li Kurdistanê pêk anî û nirxên mezin derxist holê. Vê domdariyê nirxên pir mezin bi gelê Kurd da qezenckirin. Nexasim asta ku îro gelê Kurd gihiştiyê, encama vê têkoşîna bênavber e.

Ji ber ku bîra kolektîf û hişmendiya gelê Kurd vê rastiyê dizanin di asteke bilind de xwedî li şehîdên xwe derdikeve. Gelê me li gel xwedîderketina şehîdên xwe, dilsoziya xwe ya ji bo wan xwedî li jiyan û pêşeroja xwe ya azad û demokratîk derdikeve.

DIVÊ CIWAN LI HER DERÎ TEVGERA AZADIYÊ MEZIN Û XURT BIKIN

Gerîla artêşeke ciwanan e. Divê ciwan roja îroyîn li her derê tevlî têkoşîna azadiyê bibin û Tevgera Azadiyê li her derî mezin û xurt bikin. Çawa ku ciwan beriya niha hêza esas a têkoşîna gerîlayan bûn divê roja îroyîn jî bibin hêza têkoşîna piralî ya li hemû qadan tê birêvebirin. Ji ber ku encama têkoşînê tim û tim ji aliyê rola ciwanên jin û mêr ve  tê diyarkirin. Ji ber vê yekê divê ciwan di asteke bilind de tevlî merasîmên bibîranîna şehîdan bibin, ciwanên ku temînata têkoşnê ne, ji bo serkeftina têkoşînê divê rola xwe bilîzin.

Ger roja îroyîn li şûna stratejiya têkoşîna çekdarî stratejiya têkoşîna siyasî tê nîşandan, ev yek bi saya şehîdên me pêk hatiye. Têkoşîna 53 salan, pêvajoya civaka demokratîk daye destpêkirin. Pêvajoyeke civaka demokratîk a xwe dispêre têkoşîna 53 salan tê birêvebirin. Şaşiyeke mezin ku mirov bibêje pêvajoya civaka demokratîk di du salên dawiyê de derketiye holê. Rêber Apo xwe dispêre daneheva siyasî û civakî ya ji aliyê têkoşîna 53 salan ve hatiye afirandin û girêdayî vê yekê vê pêvajoyê bi rê ve dibe. Eşkere ye ku ev yek jî hêzeke têkoşînê ya mezin e. Nedîtina bi vî rengî li hemberî têkoşîna 53 salan û şehîdên me bêrêziyeke mezin e. Girêdayî nirxênku ji aliyê şehîdên me ve hatine afirandin û xeta azadiyê wê têkoşîna ji bo civaka demokratîk jî bi serkeftî were birêvebirin. Xwedîlêderketina şehîdên me û dilsoziya ji wan re vê yekê nîşan didin.

Dema ku em şehîdan bibîr tînin em ê rêça wan bişopînin, em ji gelê xwe re soza xwe ya avakirina jiyana azad û demokratîk dubare dikin û bang li gelê xwe dikin ku li ser şopa şehîdên xwe têkoşînê mezin bikin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Wanê taziye: Bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ meşiyan
Nûçeya Pişt re DAKB û FEDA: Werin em li dijî êrîşa li ser karkerên Kurd li ba hev bisekinin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Êlihê berxwedan qet nesekinî

Berxwedana ciwanên Êlihê ku desteserkirina Şaredariya Êlihê protesto dikin, tevahiya şevê berdewam kir.

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Parîsê bi sedan jin û mêr gotin, ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Li paytexta Fransa Parîsê bi sedan jin û mêr bi pêşengiya TJK-F’ meşiyan. Girseyê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

DBP: ‘Azadiya Rêber Ocalan pêwîstiyeke dîrokî ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?