Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CPT’ê rapora Tirkiyeyê: Li girtîgehan qelebalixiya zêde, zext û tecrîd heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di çalakiyên lîseyê de bikaranîna bombeyên deng bi demkî hate rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome
Jin

MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

MKG’ê bi wesîleya 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd daxuyanî da û diyar kir ku ji dema Gurbetellî Ersoz heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd tevî zext û astengiyan didome.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd daxuyaniya nivîskî weşand.

MKG’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku heta îro jî, rojnamevan ji ber nûçeyên xwe rastî lêpirsînan tên, di şopandina nûçeyan de tên astengkirin, tên binçavkirin û girtin. Di berdewama daxuyaniya MKG’ê de wiha hat gotin: “Rojnamevanên ku li deverên şer û pevçûnan dixebitin, rastî êrîşên dijwartir tên. Tevî vê yekê, kamera ranaweste, pênûs bêdeng nabe û bûyer bi berdewamî têne tomarkirin. Ji Gurbetellî heta roja îro; pênûsa me, gotinên me, têkoşîna me berdewam dike. 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin a Kurd e. Di heman demê de sêyemîn salvegera damezrandina Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ye. 8’ê Cotmehê 29’emîn salvegera koça dawî ya Gurbetellî Ersoz e. Gurbetellî Ersoz yek ji pêşengên rojnamegeriya jinên Kurd e. Ev du rojên li pey hev, rabirdû û dema niha ya rojnamegeriya jinên Kurd tînin cem hev. Rêya ku Gurbetellî vekiriye, tevî salên zilm, qedexe, binçavkirin, girtin û êrîşan, heta roja îro jî berdewam dike.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Gurbetellî Ersoz di seranserê karê xwe yê rojnamegeriyê de, li dijî hem rewşa medyaya baviksalar û hem jî nêzîkatiya çapemeniyê ya ku ezmûnên Kurdan paşguh dike, axiviye. MKG’ê bi bîr xist ku Gurbetellî wek gerînendeya giştî ya weşanê ya Ozgur Gundemê xebitiye û wiha pê de çû: “Di demeke jin di pêvajoyên biryardanê de nedihatin hesibandin de ew bû yek ji kesayetên sereke yên polîtîkayên weşanê. Wê diyar dikir û rê li ber kesên ku li pey wê çûn vekiriye. Ew rê bi saya hewldanên bi sedan rojnamevanan, di salên borî de mezin bûye. Ji Gurbetellî Ersoz bigre heta Şîlan Aras, ji Şaristan Asmîn bigre heta Deniz Firat, heta Nûjiyan Erhan, ji Nagihan Akarsel bigre heta Hêro Bahadîn û Gulistan Tara û heta Cîhan Bîlgîn, her yek ji rojnamevanên jin ên ku jiyana xwe ji dest dane, bûn beşek ji vê dîrokê. Hîn di nîvê şer de kamerayên xwe venemirandin, hîn dîroka jinan şopandin û hîn jî tiştên ku li kolanan, li odeyên nûçeyan û li zeviyan diqewimin tomar kirin.”

MKG’ê balkişand ku ku bi salan e rojnamevanên Kurd ji bo ezmûnên gelê Kurd bidin xuyakirin dixebitin, di heman demê de li dijî zimanê medyaya ku ji hêla mêran ve serdest e û jinan paşguh dike têkoşînê dikin. MKG’ê da zanîn ku ew awayek rojnamegeriyê bipêş dixin ku tê de jin dengê xwe ava dikin û wiha domand: “Jinan kovar derxistin, ji bo rojnameyan xebitîn û ajans û televîzyon damezrandin. Ji JINHA’yê heta Şûjin, ji JinNews’ê heta JIN TV û NuJINHA, jinan nûçeyên xwe afirandin, zimanê xwe ava kirin û rojeva xwe diyar kirin. Dema saziyek dihat girtin, saziyeke din dihat vekirin. Dema rojnamevan dihatin girtin, hevkarên wan ji cihê wan berdewam dikirin.”

MKG’ê ragihand ku heta îro jî, rojnamevan ji ber nûçeyên xwe rastî lêpirsînan tên û wiha berdewam kir: “Di dema şopandina nûçeyan de tên astengkirin, tên binçavkirin û girtin. Rojnamevanên ku li deverên şer û pevçûnan dixebitin êrîşên hîn dijwartir li wan tên kirin. Tevî vê yekê, kamera ranaweste, pênûs bêdeng nabe û bûyer berdewam têne tomarkirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê ji vê ezmûna berhevkirî di 7’ê Cotmeha 2023’yan de hatiye damezrandin û ev tişt hatin gotin: “Dema me MKG ava kir, me xwest avahiyekê biafirînin ku rojnamevan bikaribin li kêleka hev bisekinin, bi hev re dengê xwe li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên ku ew pê re rûbirû dimînin bilind bikin û hevdu bihêz bikin. Ev 3 sal in, em binpêkirinên li dijî rojnamevanan dişopînin, rapor dikin û bi raya giştî re parve dikin. Em bi hevkarên xwe yên ku têne binçavkirin, girtin, rê li ber şopandina nûçeyan digirin û gef li wan tê xwarin re di nav piştgiriyê de ne û em hewl didin karê rojnamevanan bidin xuyakirin. Xelatên Rojnamegeriya Jinan ku navê Gurbetellî Ersoz lê hatiye kirin jî beşek ji vê hewildanê ne. Girêdana mîrateya ku wê li pey xwe hişt bi xebata rojnamevanên jin ên îroyîn re, naskirin û nîşandana hewldanên hevdu, ji bo me girîng e.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha gotin: “Ji ber ku pênûsa Gurbetellî li pey xwe hiştibû li erdê nema. Ew di kameraya Denîz de, bi gotinên Nûjiyan, di lêkolîna Nagihan a li ser dîroka jinan de û di nûçeyên Hêro, Gulistan û Cîhan de berdewam kir. Îro jî, ew bi destên bi sedan rojnamevanên jin ên Kurd berdewam dike. Her çiqas me roja rojnamevanên jin ên Kurd pîroz kir û salvegera sêyemîn a MKG di 7’ê Cotmehê de nîşan da jî, di 8’ê Cotmehê de em careke din mîrateya ku Gurbetellî Ersoz hiştiye, bi bîr tînin. Bi vê şîara ku ji demên berê heta niha hatiye hilgirtin, em ê hevgirtina di navbera rojnamevanên jin de xurt bikin, li hember zilmê mil bi mil bisekinin û nûçeyên li ser jinan belav bikin.

7’ê Cotmehê, Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd pîroz be.

Em Gurbetellî Ersoz bi rêz û hesret bi bîr tînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Henri Kagan û Kenso Soai hêjayî Xelata Kîmyayê ya Nobelê hatin dîtin
Nûçeya Pişt re Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Koçberên Efrîn-Şehba: Em ê bi rihê serketinê vegerin Efrînê

Koçberên Efrîn-Şehba, li dijî êrîşan biryardariya xwe ya berxwedanê nîşan dan û peyamek bi vî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê: Polîs bariyer danîn, rê tên girtin

Li ser biryara Walîtiya Stenbolê îsal jî destûr nehat dayîn ku li Qada Taksîmê pîrozbahiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîdên Siwêdiyê hatin veşartin

Cenazeyê 7 karkerên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser stasyona Siwêdiyê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Henri Kagan û Kenso Soai hêjayî Xelata Kîmyayê ya Nobelê hatin dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?