Yekşem, 22 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Emrê me saetek jî bimîne em ê ji bo aştiyê têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îşaret bi rewşa girtiyên jin ên nexweş hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Sepanên li hember girtiyên nexweş tê kirin êşkence ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran: Li Kendava Hurmizê balafireke bêmirov a DYE’yê hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera damezrandinê ya 48’an a PKK’ê nirxandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara kesên li Awdananê hatin binçavkirin, gihîşt 12’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûgûr Kaymaz û bavê wî hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK’ê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê nasnameya 5 şehîdên Rojhilat eşkere kir: Şehîd pisûlaya me ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Koçberî, xizanî û tundî: Şerê bêdawî yê li dijî jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizaniya jinan kûrtir dibe: Di serlêdanên DÎKASUM’ê de daxwaza piştgiriya aborî di rêza yekem de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê jin li dijî hişmendiya baviksalar di komînan de xwe bi rêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 9 jinên ku ji bo meşa 25’ê Mijdarê bang kirin, hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê
Jin

TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

TJA’yê gerîlayên şehîd ên HPG/YJA Starê bi bîr anî û got, “Em ê vîna ku wan di rêya azadî, rûmet û rastiyê de derxistiye holê zindî bihêlin û têkoşîna wan bigihêjînin pêşerojeke azad.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Tebax 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên di dîrokên cuda de şehîd bûne, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyeke belav kir û şehîdan bi bîr anî.

Daxuyaniya TJA’yê bi vî rengî ye:

“Di têkoşîna gelê Kurd de, vegotin, bîranîn û veguhastina bîranîna şehîdên me yên ku li dijî êşên herî giran li ber xwe dane, êşên hevpar ên gelên me hildane ser milên xwe, di rêya lêgerîna heqîqet û azadiyê de têkoşîna herî dijwar dane û di rêya azadiyê de ji me re bûne ronahî, ji bo nifşên pêşerojê yek ji erkên herî watedar û giran ên berpirsiyariya me ya şoreşgerî ye.

Ne hêsan e ku mirov nirxên herî bilind ên jiyanê di nav hevokan û gotinan de bîne ziman. Her peyva ku hewl dide wan bide nasîn, bêguman bi aliyekî xwe ve kêm dimîne. Ji ber ku li hemberî fedakarî û dilsoziyeke wiha dibe ku hêza peyv, qelem û vegotinê kêm bimîne. Têgihîştina rastiyê ku yek ji lêgerînên herî mezin ên mirovahiyê ye û jiyana ji bo wê, yek ji têkoşînên herî dijwar e.

Dîroka partî û têkoşîna me bi berxwedan, fedakarî û şehadetên mezin ku vîn, hebûn û azadiya gel û neteweyekê mezin dikin re hatî hûnandin. Gotina “Jiyana rast, şehîd bi xwe ne” ew pîvan û rastiya jiyanê ya ku ji me re hiştine tîne ziman.

Îro dema ku em hemû dijwarî û astengiyên li pêşiya xwe derbas dikin, em ji hêz û mîrasa têkoşînê ya ku şehîdên me ji me re hiştine sûd werdigirin. Hişmendî û bîra wan a zelal, berxwedana wan a giyanî, mezinahî, kûrahiya hest û ramanên wan, biryardarî û zelalbûna wan a di pratîkê de nirxên bingehîn in ku rê nîşanî me didin. Hêvî û hewldana ku wan hiştiye, yek ji çavkaniyên herî girîng e ku têkoşîna me mezin dike.

Ew kesên ku jiyana xwe diyarî têkoşînê kirine, ne tenê jiyana xwe; bawerî, hêvî û hesreta xwe ya azadiyê jî danîne holê. Ji ber vê yekê jiyana wan bi wateyên herî bilind re bûne yek. Erka ku dikeve ser milê me ew e ku em li ser nirxên ku wan hiştine dilsoz bimînin, wateyeke rast bidin têkoşîna wan û bibin peyvdarên herî bi hêz ên ku rastiya wan ji bo nifşên pêşerojê bigirin ser milê xwe.

Şehîdên me ne tenê kesên ku di têkoşîneke paşerojê de jiyan kirine. Di jiyana wan de vîna azadî û serkeftina gelê me şênber bûye. Di serdemên herî giran de, di şert û mercên ku xiyanet û înkar kûr dibû de jî li ba rastiyê rawestiyan; dema ku hewce dikir bi tenê man û rastiyên ku dizaniyan parastin. Bi vê aliyê xwe ve ew ne tenê bi jiyana xwe ya kesane, di heman demê de bi nirxên ku temsîl dikin re parçeyek ji bîra hevpar û têkoşîna gelê me ne.

Dema ku em şehîdên xwe vedibêjin em dizanin ku peyv û hêza me çiqas kêm dimîne. Lê belê ji bo zindîhiştina bîranîna wan, têgihîştina têkoşîna wan û veguhastina mîrasa wan a pêşerojê yek ji berpirsiyariya me ya herî bingehîn e. Em ê vîna ku wan di rêya azadî, rûmet û rastiyê de derxistiye holê zindî bihêlin û têkoşîna wan bigihêjînin pêşerojeke azad.

Di vê têkoşîna watedar de em hemû şehîdên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin; di serî de ji bo Rêber Apo, malbatên me yên welatparêz û xizmên wan, ji hemû gelê Kurd ê ku êşên wan parve dikin re sersaxiyê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Wanê ji bo şehîdan wê taziye were danîn
Nûçeya Pişt re Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin bîranîn: Em ê şopdarê şehîdên xwe bin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê meşa ji bo zimanê dayikê: Zimanê me rûmet û hebûna me ye

Li Amedê ji bo statuya Kurdî û zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê meşeke girseyî hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê bi mezinahiya 4.6’ê erdhej çêbû

Li navçeya Tûşba a Wanê bi mezinahiya 4.6'ê erdhej çêbû.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Stûna sereke ya şoreşê ziman e’

Ji bo fêrbûna zimanê xwe yê dayikê tevlî perwerdeya zimanê Kurdî dibin û êdî bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

25 koçberên ji DYE’yê hatin dersînorkirin ji Liberyayê re hatin şandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Jin têkoşîna hebûnê didin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Koçberî, xizanî û tundî: Şerê bêdawî yê li dijî jinan

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

‘Li rojava bi hinceta aboriyê, li cografya Kurdan jî bi hinceta ewlekariyê ekolojî tê wêrankirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?