Di 2’yemîn salvegera şehadeta her du rojnamevanên jin Gulîstan Tara û Hêro Behadîn de, xebatkarên Ragihandina Azad ên li Başûrê Kurdistanê tevî hevkar û hevalên wan, li cihê karê wan ê li Silêmaniyê bi daxuyaniyek çapemeniyê bibîr anîn.
Daxuyanî ji aliyê rojnamevan Hewar Mihemed ve hat xwendin û hat gotin: “Di vê dema hesas de ku gotin dibe pira gihandina rastiyê, kamera dibe çavê hişyar ji bo tomarkirina êşên welat, dîrokeke nû ji bo çapemeniya azad a Kurdistanê tê nivîsandin; dîrokek ku bi xwîna rojnamevaniyên rastîbêj hatiye sor kirin. Ev dîrok çîroka rûmetê ye ku tu carî di bin mij û dûmana terorê de wenda nabe, rûreşiya kujeran jî nikare rê li ber ronahiyê bigire. Em îro li vir ne tenê ji bo bîranîna çend navan civiyane, lê belê ev meş rêbaza hişyarkirina giştî û parastina mafên bingehîn ên mirovane ku berdêlên mezin dixwaze.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin; “Wekî Ragihandina Azad, em di bin sîbera erdnîgariyeke tijî rîsk û metirsî de kar dikin. Di vê herêmê de, karê rojnamevaniyê tenê veguhastina nûçeyan nîne, rûbirûbûna makîneyeke mezin a bêdengkirinê ye. Çawa ku li gorî hemû pîvanên qanûnî û mirovî, Kurdistan û herêmên şer hewceyî parastina dengê azadin, Ragihandina Azad jî di vî welatî de bûye mîna çirayeke ku rêya azadiyê ji bo gelê me ronî dike. Pir caran çeka herî bi bandor a li dijî zordariyê, pênûseke ku rastiyan dinivîse û xwe natewîne.”
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin; “Îro 23’yê Tebaxa 2026’an e. Du sal di ser wê komkujiya hov re derbas dibin ku li nêzîkî bajarokê Seyidsadiqê hatibû kirin. Di wê roja bi êş de, du stêrkên geş ên ragihandina azad Gulîstan Tara û Hêro Behadîn bi awayekî hovane bûn armanc. Çeka wan tune bû û ne parçek ji eniya şer bûn; tenê kamerayên wan hebûn ku pê deng, reng û rastiya gelê xwe û rûpela berxwedana mirovahiyê tomar dikirin. Li gorî xala 79’an a Protokola Yekemîn a Peymana Cenevreyê, rojnamevan di herêmên şer de wekî ‘kesên sivîl’ tên naskirin û her êrîşeke li ser wan, wekî ‘sûcê şer’ tê hesibandin. Terorkirina Gulîstan û Hêro, binpêkirineke eşkere ya hemû peymanên navdewletî, mafên mirovan û azadiya ramanê bû.
Hatiye teqezkirin ku piştî du salan, em ne di şînê de ne, lê belê em wekî berdewamkerên felsefe û rêya wan a mirovî ne. Dengê rastiya wan nayê bêdengkirin û pênûsa wan di destê bi hezaran ciwanên tîbûyên azadiyê de dinivîse. Di nava van du salan de êrîş tenê bi wan re sînordar neman, lê belê rêhevalên din ên wekî Azîz Koyluoglu, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî bûn qurbaniyên wê hişmendiya tarî ku ji rastiyê ditirse. Ev zincîra terorê, nîşaneya herî berçav a şikestina exlakî û yasayî ye li hemberî parastina rojnamevanan.”
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Niha ku herêm di qonaxeke gelekî hesas de ye û her kes behsa diyalog û aştiyê dike, divê parastina ragihandina azad hîn zêdetir bibe. Em dibin dengê wan gelên ku dixwazin li derveyî çarçoveya tundûtûjiyê, di nava aştî û demokrasiyê de bijîn. Ji lîstika hiqûqî, bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî van kiryarên terorîstî, handanê dide tawanbaran ku li ser sûcên xwe berdewam bin. Ji ber vê yekê em daxwaz ji saziyên hiqûqî dikin ku êdî rê nedin kujerên pênûsan ji cezakirinê rizgar bibin.
Li beramberî rûmeta van qurbaniyan, em soza xwe dubare dikin ku kamera û ekranên me reş nabin. Em bi pênûs û kamerayên xwe, rêwiyên rêya rastiyê ne. Teror dikare canê me ji me bistîne, lê belê tu carî nikare wê rastiya ku em nûnertiya wê dikin bikuje.”

