Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku nayê zanîn bê rahênerê karateyê yê Kurd Yadollah Metayî ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li bajarê Dehgolanê yê Eyaleta Kurdistanê hat binçavkirin bi ku derê ve birine.
Hat diyarkirin ku êvara 6’ê Cotmehê dema ku Metayî li nêzî Bûlwara Kişawerz a Dehgolanê ligel zarokê xwe yê 8 salî li motorsîkletê siwar dibû, ji aliyê hêzên rejîmê ve bi lêdanê hatiye binçavkirin.
Hat ragihandin ku hêzên rejîmê piştî binçavkirinê zarokê 8 salî li ser kolanê bi tena serê xwe hiştine.
Derbarê cih, rewşa Metayî û bê bi kîjan hincetê hatiye binçavkirin de agahî nehatin bidestxistin.
Metayî ku ji sala 1995’an vir ve wekî werzîşvan û rahênerê karateyê dixebite, berê jî di dema Serhildana Jin Jiyan Azadî de li Dehgolanê hatibû girtin û piştî ku çend hefteyan li girtîgeha Şehramfer a girêdayî Îstixbarata Supaya Pasdaran (IRGC) li Sineyê dihat ragirtin, bi kefaletê hatibû berdan.
Hat bibîrxistin ku Metayî di dawiya meha Tebaxa 2026’an de ji aliyê yekîneya ewlehiyê ya Îdareya Werziş û Ciwanan a Eyelaleta Kurdistanê ve hatiye gazîkirin û serokê îdareyê jê re gotiye ku hemû cure çalakiyên werzişî lê hatine qedexekirin.

