Parlamenterê Parlamenta Iraqê Xalib Mihmed li ser hesaba xwe ya fermî ya Facebookê derbarê birîna daran li daristanên xwezayî yên Badînanê de ji aliyê Tirkiyeyê ve peyamek weşand.
Di peyama hate gotin ku, bi îmzeya 60 parlementeran, nivîseke fermî pêşkeşî Serokê Parlamentoya Iraqê hate kirin da ku birîna darên li parêzgeha Dihokê ji aliyê dewleta Tirk ve têne birîn di rûniştên pêşerojê yên parlamentoyê de bên gotûbêjkirin.

