Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Dîrok wê vê wêneyê ji bîr neke
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Dîrok wê vê wêneyê ji bîr neke

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê li Colemêrgê bi leşkeran re derbe pêk anî. Dîrok wê vê wêneyê ji bîr neke.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiyê ya Meclisê de geşedanên di rojevê de nirxand. Hatîmogûllari, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm re îradeya gel tune hatiye hesibandin û bertekek tund nîşanî gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên îro da.

Hatîmogûllari, wiha got: “Hûn bi van sepanên xwe ji kurdan re dibêjin; ‘mafê we yê bijartin û hilbijartinê tune ye, hûn ne hemwelatiyên esil ên vî welatî ne.’ Hûn ji gelê kurd û hêzên piştevaniyê didin wan re dibêjin; ‘Hûn pirsgirêkekî ewlehiyê ne.’ Hûn van gotinan ji milyonan kesan re dibêjin. Îcar hûn nikarin li ser van kursiyan bi berevajîkirina rastiyê re vê yekê biguherînin. Dema derdikevin derve dibêjin ‘em wekhev in û bi gelê kurd re xwişk/bira ne.’ Lê êdî em ji vê lîstikê pir bêzar bûn. Divê ev şano êdî bi dawî bibe.”

Bi domdarî Hatîmogûllari da zanîn ku dema çûyî Colemêrgê bûye şahid ku ji 7 salî heta 70’ê salî her kesî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da ye û wiha pê de çû: “Ji Colemêrgê heta Stenbolê gel li ber xwe dide. Bi ciwan û kalên xwe, bi jin û zarokên xwe her kes xwedî li îradeya xelkê Colemêrgê derdikeve. Hûn nikarin van rastiyan berevajî bikin. AKP’ê herî zêde li ser darbeyan mexdûriyet dikir. Her tim Darbeya 28’ê Sibatê weke mînak nîşan dide. Lê heman îktîdar îro leşkeran dadixîne kolanan. Ew dîmen tam jî ev e; ev der pêşiya Walîtiya Colemêrgê ye. Dê dîrok vî wêneyî ji bîr neke. Dibêjin em li dijî cuntaya leşkerî ne lê binêrin, leşker li vir in. Bi vê yekê re leşker jî kirin şirîkê darbeya siyasî ya li Colemêrgê kirine.

Ey Erdogan, hûn ji qapûtê darbekaran derketin. Hûn bi bi îdianameyên wan anku yên FETO’yiyan amade kirine hevalên me didarizînin. Erdogan dibêje; ‘bila kesek xwe ji biryarên darazê aciz neke.’ Ey Erdogan, tu çima ji biryara gelê kurd a di 31’ê Adarê de daye aciz dibî? Derkeve sedema vê ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê rave bike. Rabe eşkere bike bê ka tayînkirina qeyûman aciziya çi ye. Piştî hilbijartinan jî got ‘em ê xwedî li îradeya ji sindoqan derdikeve derkevin.’ Ma xelkê Colemêrgê ne gel e? Ma tenê dema gel te hildijbijêre dibe gel? Dema partiyên din ên siyasî hildibijêre nabe gel? Ma wê demê ew îrade nabe ya gel? Lê jixwe bi pratîkên xwe nîşan daye ku piştgiriyê dide qeyûman û rê li ber vedike.

Niha bi tayînkirina qeyûman hem îradeya siyasî xesp dikin hem jî çavkaniyên madî yên şaredariyê xesp dikin. Anku tevgerînên çetetiyê ne. Çete diçin cihekî û sermayeya wê talan dikin û li dijî hev şer dikin. Ev, bi tayînkirina qeyûm her wiha çavkaniyên xelkê Colemêrgê talan dikin. Şirîkê biçûk ê îktîdarê radibe bi saetan derheqê me de diaxive. Jixwe Bahçelî heta çêran li DEM Partiyê, gelê kurd, hêzên demokrasiyê, çepgir, şoreşgeran neke bêhna wî nayê. Tenê yek axaftina wî nîne ku çêran neke.

Dibêje ku tayînkirina qeyûman qanûnî ye û li ser demokrasiyê demogojiyê dike û hewl dide ders bide. Ey şirîkê biçûk, ey şirîkê AKP’ê yê qeyûman, heke bi te mabe tu dê AYM’ê jî bigirî. Tu çawa dikarî qala van tiştan bikî. Tu xwedî zîhniyetekî wisayî ku tu ji van tiştan pir dûrî. Li şûna heqaretan li me bikî, tu derkeve ji ewil cînayeta Sînan Ateş vebêje.

Niha jî vê gotegotê belav dikin; DEM Partî kesên dosyayên wan hene dike namzet. Ê kesên dosyayên wan tune jî we li şûna wan qeyûm tayîn kir. Ez ê du mînakan bidim; ma çi dosyayên Hevşaredara Nisêbîn a Mêrdînê Semîre Nergîz hebû? Na. Ma çi dosyayên Hevşaredarê Elbak a Wanê Erkan Acar hebûn? Na. Dosya tenê hincete. Binêrin; hevalê me Mehmet Siddik Akiş hêj di bin çavan de bû ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Hêj dosyaya wî biencam nebûbû û dadgehê biryar nedabû.

Weke Mûsa Anter gotibû; ya xwişka min, birayê min ma ev çi welate ku ji ber her tiştekî dabeş dibe. Ma ev nan e, ma ev pasteye ku her kesê devê xwe vedike vî welatî dabeş dike. Di esasê xwe de yê vî welatî dabeş dikin ew in ên ku vîna gelan nas nakin. Kesên rê li ber birçîtî, xizanî, bêkarî, bêpêşerojtî, bêhêvîtî û nexweşiyê vekirin nikarin bibin sembolên hevpar ên vî welatî. Yên ji gelê xwe re dibêjin vandal, surtuk nikarin bibin sembolên vî welatî. Yên ji kujerên Alî Îsmaîl re gotin ‘min ferman da’ nikarin bibin sembol. Yên ji mexdûrên erdhejê re gotin ‘bênamûs’ nikarin bibin sembol. Yên gotin ‘jin jî be zarok jî be çi pêwîst bike bikin’ nikarin bibin sembolên vî welatî.

Û ez dixwazim li vir bang li kesên di nava AKP’ê de siyasetê dikin û dengê xwe didin AKP’ê dikim; em dizanin ku hûn jî ji van derhiqûqtiyan û feraseta qeyûman aciz in. Dema me xebatên hilbijartinê dimeşand, me ji gelek AKP’iyan ev nerazîbûn bihîstin. Tayînkirina qeyûm a li îradeya hilbijartî, binaxkirina demokrasiya Tirkiyeyê ye. Û em bang li tevahiya hêzên demokrasiyê û muxalîfên li Tirkiyeyê dikin; ji kerema xwe ji bo li dijî tayînkirina qeyûman em bikarin demokrasiya Tirkiyeyê biparêzin û ji bo jiyaneke hevpar dengê xwe bêhtir derxînin. Em piştevaniya xwe mezintir bikin. Em dizanin ku heke em bêhtir hev bigirin dê bikarin bi ser kevin û bi faşîzmê paşvegavê bidin avêtin.

Îro çi ferq di navbera zilma li Filistînê tê kirin û ya li Colemêrgê tê kirin de nîne. Îktîdara AKP’ê û şirîkên wê yên îro ji bo Filistînê rondikên derewîn dibarînin, heman tundiya Îsraîl li Filistînê dike îro li hemberî me dike. Îcar radibe ji bo Filistînê hêsrên derewîn dibarîne. Binêrin, di nezera mazluman de Xeze Colemêrg e, Colemêrg jî Xeze ye. Û gelê Filistînê li dijî zilma Îsraîlê çawa li ber xwe bide, xelkê Colemêrgê û hemû gel jî li Tirkiyeyê li ber xwe didin.

Ji ber ku hevalê me Mehmet Siddik Akiş girtî ye û hevala me ya Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe wekaletê dike. Ji ber ku ji hêla gel ve hatiye hilbijartin. Em Viyan Tekçeyê pîroz dikin. Ew bi tayînkirina qeyûm re tenê hevşaredar ji peywirê nagirin. Di heman demê de meclisa şaredariyê jî bypass dikin. Lê meclisa Şaredariya Colemêrgê nîşan da ku ya rast divê wiha be. We qeyûm tayîn kir û tavilê vî qeyûmî paşve bikişînin. Divê kesa rêveberiya şaredariyê hilbijartî bê peywirdarkirin. Ya rewa, Viyan Tekçe ye ku meclisa şaredariyê hilbijartî ye. Divê walî xwe vekişîne nava sînorên xwe yên peywira xwe. Tu karê wî di nava peywirên hilbijartinê de nîne. Cihê kesên tayînkirî tune ye û nabe.

Bi tayînkirina qeyûman em heta sedsala 18’emîn paşve birin. Me vedigerînin serdema padîşahtiyê. Em ji serdema tanzîmatê jî wêdetir birin. Em ê bi tu awayî vê qebûl nekin. Wezaret dibêje polîs û daraz di bin fermana min de ne û çawa bixwazim dikarim wisa destûra bingehîn binpê bikim. Ev nêzîkatî nêzikatiya Fîrewnan e, ya Dehaqan e, ya Hîtler e. Yên zilmê dikin dawiya wan gelek nebaş dibe. Vê dinyayê gelek padîşah, Dehaq û Fîrewn dîtin lê tevek jî li hemberî mirovahiyê têk çûn. Hûn jî mehkûmên têkçûnê ne. 

Mîna li Colemêrg û Wanê dê têkoşîna me ya li dijî tayînkirina qeyûman bidome. Li dijî tayînkirina qeyûman em ê mîna dayika Surmê ya li Colemêrgê têkoşîna xwe bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şehîd El Musena hate veşartin
Nûçeya Pişt re Bîlançoya xespkaran hate eşkerekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Êlihê li dijî desteserkirina vînê protesto: Em ê berxwedanê mezin bikin

Li Êlihê desteserkirina vîna Colemêrgê bi meşeke hate protestokirin. Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tehranê êrîşî girtiyan kirin: Werîşe Muradî birîndar bû

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evîn a Tehranê ku bi êşkenceya xwe navûdeng e, îdam…

Ji aliyê Stêrk TV

Kovara Hunerê bi manşeta ‘Qirkirina Çandistanê’ derket

Kovara Hunerê ku kovareke bi Kurdî ya çand, huner û wêjeyê ye, hejmara xwe ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?