Zext û çewisandinên rejîma Îranê ya li ser jin û ciwanan bê navber dewam dike.
Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî têkildarî çalakvana Kurd Sohêl Metaî agahî da.
Hate ragihandin ku Çalakvana Kurd a Mafê Jinan diparêze ku xelkê navçeya Dêwane ya ser bi Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Sohêl Metanî ji aliyê rejîma Îranê ve bi hinceta ku tevlî çalakiya Roja Jinan a Cîhanî bûye hatiye binçavkirin.
Hate diyarkirin ku Sohêl Metanî berî niha jî hatiye binçavkirin.

