Çandinî ji bo berdewamkirina jiyana mirovan jêdereke bingehîn e, çandinî ji bo peydakirina pêdiviyan, xwedî roleke sereke û pir girîng e.
Îsal rewşa çandiniyê li Herêma Cizîrê li gorî salên borî pir baştir e. Lê yek ji zehmetî û astengiyên ku li pêşiya cotkaran û Desteya Çandiniyê derket, êrîşên dewlata Tirk a dagirker bû. Binesaziyên herêmê û jêderên sotemaniyê hatin hedefgirtin, vê yekê jî bandoreke neyînî li ser rewşa çandiniyê bi giştî kir.
Derbarê rewşa çandiniyê ya li Herêma Cizîrê, Hevserokê Berhemên Şînatiyê ya Herêma Cizîrê Matez Ehmed, ji ANF’ê re axivî.
Matez Ehmed li ser rewşa çandinî wiha got: “Ji bo rewşa çandiniyê ya Kantona Cizîrê ya sala 2024’an, wek ku tê zanîn her sal di meha Cotmehê de em dest bi qeydkrina cotkar û erdê çandiniyê dikin. Ew jî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê qeydkirin. Di heman demê de planek salane tê nivîsandin. Ew pilan jî bi me re heya dawiya sala çandiniyê dewam dike. Di asta yekem de 1 milyon û 500 hezar donim genim hatiye çandin, ev genim jî yên avî ne. Di asta duyem de jî ceh hat çandin û di asta sêyem de jî baqil li ser rûberek fireh hatin çandin.”
‘CIZÎR BI AX Û AVA XWE DEWLEMEND E’
Matez ragihand ku ji ber ku Kantona Cizîrê bi av û erda xwe dewlemend e, gelek cureyên zeviyan lê hatin çandin û wiha got: “Barîna baranê ya sala 2023-2024’an sûdek mezin li çandiniyê kir. Bi giştî rewşa çandiniyê li gorî salên borî pir baş bû. Her wiha barîna baranê di milekî de bandorek neyînî jî li erdê çandiniyê kir. Gelek nexweşî di erdan de derketin mînak weke nexweşiya Milikê û Zeng. Ji derveyî van nexweşiyan jî hin nexweşiyên salane derketin, wek Riqiq Sunê ku her sal Rêveberiya Xweser a Demokratîk vê çareseriyê ji milê Desteya Çandinî û Avdaniyê ve digire ser milê xwe. Zeviyan giştî dişopînin ku ew ajala van şînatiyan dikuje û nexweşiyê dide çandiniyê gihiştiye çi astê.”
‘GELEK CUREYÊN BERHEMÊN ÇANDINIYÊ HENE’
Matez behsa hin cûreyên berhemên çandiniyê kir û got: ”Hin berhemên din ên çandiniyê tên çandin, wek berhemên çandiniyê yên aborî, ku piraniya cotkaran giranî didin van berheman. Ji ber ku dema çandiniyê wan kurte û hem jî dan û standina wan a aborî zêdetir e. Kemûn jî bi rûberek berfireh hat çandin, lê nexweşiyên ku jê derket û barana zêde ya ku bariya, li beramberî me astengî ava kir ku kemûn kêm bibe. Berhemên din jî wek kizbera, celab, nîsk û nok jî hatin çandin.”
‘ASTENGÎ JI SEDEMA ÊRÎŞAN DERKETIN HOLÊ’
Matez anî ziman ku piraniya rûberên çandiniyê xwe dispêre mazotê û wiha pêde çû: “Destpêkê balavkirina mazotê ya di navbera Desteya Çandinî û Desteya Sotemeniyê de bi awayek pir rêkûpêk dihat belavkirin. Lê piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me, ku jêdera sotemeniyê kir hedef, zirarek pir mezin di milê çandiniyê de derket holê. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker hemû mazota ku ji bo erdên cotkaran hatibû debokirin, kêm bû. Ev jî ji bo me astengiyek pir mezin derxist holê. Niha jî rêjeyek mazot li erdên ku geniim lê hatine çandin derdor 29 milyon lître me belavkiriye. Di van rojên pêşiya me de jî, em ê dest bi belavkirina rêjeya duyem a mazotê bikin, da ku ev cotkar bikaribin zeviyê xwe bê astengî bidin jiyîn.”
Matez destnîşan kir ku wan gelek proje ji bo çandiniyê dane pêşiya xwe û got: “Yek ji wan projeyan jî çêkirina komîteyên awarte ye. Depoyên genim jî tên çêkirin. Daxwaza min ji hemû cotkaran ew e ku li desteyên Çandinî û Avdaniyê vegerin. Da ku di her biryarên ku Desteya Çandinî û Avdaniyê derdixe de, agahdar bin. Ev jî ji bo me û hem ji bo cotkaran pir girîng e.”