Di 28’ê Tîrmeha 1943’yan de (li gorî hin çavkaniyan, 30’ê Tîrmehê) li navçeya Qelqelî ya Wanê yek ji mezintirîn qetlîamên Kurdan ên dîroka Komara Tirkiyeyê pêk hat. Tevî ku 33 gundiyên Kurd ji aliyê dadgehê ve hatin berdan jî, bi fermana Orgeneral Mustafa Muglalî birin Geliyê Sefo û piştre bi gulereşandinê hatin qetilkirin. Komkujî piştî salan, bi vegotina gundiyek ku bi şans sax filitî derket holê. Di encama darizandinê de cezayê darvekirinê li Muglali hat birîn. Piştî demeke cezayê darvekirinê kirin cezayê heta bi hetayê û Muglali li girtîgehê mir. Piştî mirina xwe bîrdariya wî li Serkana Giştî ya Leşkerî ya Tirk hat danîn, navê wî li kolan û baregehan hat dayîn û wek qehreman hat îlankirin.
Bi ser komkujiyê re 81 sal derbas bûn. Heta hestiyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane jî nehatin dîtin. Li ser sînorê rojhilat ku komkujî lê hat kirin, dîwar tên lêkirin. Navê kujer Mûglalî cara ewil di sala 1967’an de li kolaneke Mûglayê hat kirin. Di sala 1987’an de dewletê itibara wî teslîmî wî kir û cenazeye wî bi merasîmekê birin goristana dewletê. Di sala 1997’an de li baxçeyê Akademiya Fermandariya Şer bîrdariya wî hate danîn û di sala 2004’an de navê Mûglalî li leşkergeha li Qelqeliyê hate kirin.
Celal Uzuntaş ê 81 salî ku di Komkujiya 33 Guleyan de bav, ap û bapîrê xwe winda kir, ji ANF’ê re axivî.
Hûn di sala ku komkujî pêk hat de jidayik bûn û ev sal jî bav, bapîr û apê we di komkujiyê de hatin qetikirin. Bi ser komkujiyê re 81 sal derbas bûn, hûn bi salan in têkoşîna mexdûrên ‘33 Gule’ dimeşînin. Li gorî we 33 kes çima hatin qetilkirin?
Komeke ku ji Îranê derbasî Tirkiyeyê dibin, ji vir mih direvînin û dibin wê derê. Piştre komeke ji Tirkiyeyê (em dizanin ku ev çeteyên girêdayî qeymeqamê ne) derbasî Îranê dibin û mihê wan direvînin. Bav û kalên me jî li zeviyan dişixulin û ji bo ku bûyerên bi vî rengî werin nixumandin îftîra li wan tê kirin û hinek kes wan îhbar dikin. Heta dema tên binçavkirin ji wan re dibêjin, ‘Birevin wê we bikujin’ lê kesên bêsûc in û dibêjin me çi kiriye ku heta birevin. Ha ew şev wan dibin û şehîd dikin. Mustafa Muglali girtename digire ku diyar dike bi talankeran re pevçûn derketiye. Îbrahîm Ozay bi birîndarî rizgar bû, lê piştî demek kurt di temenekî ciwan de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku Menderes dibe Serokwezîr komkujiyê tînin rojeva Meclîsê û dema ku tê xwestin bê lêkolînkirin bûyer eşkere dibe. Muglali tê darizandin û cezayê darvekirinê lê tê birîn. Piştre bi rapora ku aqilê wî ne temam e ji darvekirinê rizgar dikin.
Cezayê darvekirinê li Muglali tê birîn, lê piştre qehreman hat îlankirin. Hûn di vê mijarê de çi difikirin?
Dewlet kesekî ku cezayê darvekirinê lê biriye, çawa qehreman radigihîne. Ev nakokiyek çawa ye. Çi gunehê kesên hatin qetilkirin hebû? Eger sûcek wan hebe çima dewlet 81 sal in eşkere nake? Ji van kesan 5 kes hatine darizandin û dadgehê ev kes berdane. Bila girtenameyên dadgehê bînin, ji raya giştî re eşkere bikin. Mustafa Muglali kujerê bavê min, bapirê min, apê min û wan kesan e. Ew kes bêsûc û bêguneh bûn. 2 leşkerên ku ji leşkeriyê ji bo betlaneyê hatin mala xwe jî hatin jî di komkujiyê de hatin kuştin, ji kesê ku leşkerê xwe dikuje dibe qehreman! Tîştên ku qewimîn înfaza bêdaraz e. Piştî cezayê darvekirinê ji hinceta ku aqilê wî ne temam e cezayê wî daxistin 20 salan û li girtîgehê mir. Mustafa Muglali zalim e. Ma kes pirs nake leşkerê bi destûr çima tê kuştin, bapirê min di 86 saliya xwe de tê kuştin, çi sûcê mirovekî di wî temenî de dibe? Piştre jî di girtenameyan de weke pevçûn derbas dibe, gelo di kesên binçavkirî de çek dibin?
We têkildarî kêliya komkujiyê ji mezinên xwe çi bihîst, çi qewimîne?
Dema apê min li Wanê bû, piştî bavê wî tê binçavkirin tê gund. Ji ber ku dipirse çima hatiye binçavkirin, wî jî digirin. Mehek girtî dimîne. 33 kesên hatine qetilkirin xizmê yek in û hevdu nas dikin. Dema wan dibin cihê komkujiyê dibêjin, ‘Hûnê me bikujin, qet nebe destê me vekin nimeja xwe ya siharê bikin, em Misilman in.’ Bapirê mi malatî dike, nimêjên xwe dikin û piştre dikujin. Bi eşhedê didin ber guleyan.”
Piştî komkujiyê helwesta leşkeran çawa bû, çawa nêzî gundiyan bûn?
Li gorî ku ji me re gotin, bi şev operasyon dikin malan û êrîşa zayendî li jinan dikin. Tê bîra min me ar dixwar. Em di nava tunebûnê de mezin bûn. Di mehên ziwistanê de ji ber ku gore û pêlav di lingên min de tunebûn, min nedikarî derbikevim ji derve. Destûr nedihat dayîn ku gundî çandinî û sewalkarî jî bikin. Leşkeran tenê bav û kalên me ne kuştin, piştre bi dehan salan êşkence li me kirin.”
Ligel ku 81 sal bi ser komkujiyê re derbas bûye jî em dibînin ku hê jî dewlet bi komkujiyê re rûbirû nebûye…
Dewlet divê lêborînê bixwaze. Eger dewlet îdia dike ku hiqûqa dewletê ye, divê mexdûriyeta Komkujiya 33 Guleyan ji holê rake. Tu bendewariyên min ji dewletê nema, lê dîsa jî dixwazim bangek bikim. Hestiyên bavê min û bapirê min hê jî li wê derê ye û ketina li wê herêmê qedexe ye. Herî kêm em dixwazin wan li cihê ku hatine qetilkirin bi bîr bînin. Li wê derê fermandarekî Çerkes ê qereqolê hebû, ev vegot; me heta siharê dengên girî, êş û nalînên mirovan dibihîst, lê mafê me yê mudaxeleyê tune bû… Em piştre hîn bûn ku mirov tên qetilkirin, li sînorê tên kuştin. Got ku wê demê hîn bûye ku li vê derê çi zilmeke mezin heye. Em hê jî di bin êşkenceyê de ne, Kurd dîsa tên qetilkirin.”