Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di civîna bilind a avhewayê ya gelan de banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê daîmî dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Desthilatdarî di pêvajoya aştiyê de jî kedkaran ji nedîtî ve tê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê Platforma Şiyar Be avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bakirhan: Em ê vê pêvajoyê bi rengekî rast bi rê ve bibin, serketin wê mezin be
Kurdistan

Bakirhan: Em ê vê pêvajoyê bi rengekî rast bi rê ve bibin, serketin wê mezin be

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku di demeke welê de ew rêveberiyê dikin ku sedsalek wê diyar bibe û got, "Em ê vê pêvajoyê bi rengekî rast bi rê ve bibin. Bi rêxistiniya rast em ê serketineke mezin bi dest bixin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan beşdarî “Kombûna Hevşaredar û Hevserokên Meclîsa Giştî ya Bajaran” bûn ku li Navenda Kongreyê ya ÇandAmed hate lidarxistin.

 

Li gel Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir gelek kes beşdarî civînê bûn. Axaftina destpêkê jî ji aliyê Bakirhan ve hate ikrin. Bakirhan piştî bîranîna hevşaredar û siyasetmedarên hatin qetilkirin, silav ji siyasetmedarên girtî re şand û xwest, girtiyên siyasî hemû bêne berdan.

Bakirhan got, “Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku 27’ê Sibatê ji aliyê Birêz Ocalan ve hate destpêkirin, wezîfe û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê we jî. Hûn têkoşîna demokrasiya xwecihî dimeşînin. Lewma ev pêvajo rêveberiyên me yên xwecihî jî ji nêz ve eleqedar dike. Ez zanim ku hevalên me wê di vê mijarê bi berpirsyarî tevbigerin, tevkariyê li pêvajoyê bikin û hewl bidin pêvajoyê civakî bikin. Aştî tê wateya rêveberiya xwecihî ya çalak. Aştî tê wateya mezinbûna qada we. Baştî tê wateya tayînnekirina karmendên dewletê li şûna hilbijartiyan. Aştî tê wê wateyê ku banga bajaran bi rengekî wekhev nêzî şaredariyan bibe. Ew nîne ku piştgiriyê bide hin şaredariyan, lê projeyên hin şaredariyan asteng bike. Lewma ev pêvajo we eleqedar dike. Ji ber vê jî em ê tevkariyên xwe pêşkêş bikin û dewam bikin. Em ê şaredariyan weke komun bibînin, bikin navendên çareserkirina pirsgirêkên gel. Me soz dan gel. Li dijî narkotîkê em ê têbikoşin, wê birçîbûn nemîne, dibistana kesî ya ji ber nebûna pereyê ragihandinê nesekine, kesek wê ji ber nebûna hatineyeke şênber dibistanê neterikînin, xwişk û biratî wê bibe. Berpirsyariya hevalên me yên hilbijartî ye ku pêvajoya aştiyê ji nêz ve bişopînin. Beriya her tiştî em dixwazin, divê rêveberiyên xwecihî neyên girtin. Di vê pêvajoyê de berpirsyariya rêveberiyên xwecihî heye, yên ku pêvajoyê bigihînin civakê û bersivê bidin pirsên civakê hûn in. Rêveberên esasî yên pêvajoyê hevalên me yên hevşaredar in. Ez di wê baweriyê de me ku hûn ê vê pêvajoyê bi daxwaz û coşeke mezin pêşwazî bikin.”

Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku eger li Tirkiyeyê qala pêvajoyê, demokrasiyê tê kirin divê qeyûm ji holê bê rakirin û got, Divê hevşaredarên me jinûve li karê xwe vegerin. Bendewariya civakê azadiya girtiyan e. Ev yek daxwazeke welê ye ku pêşî li pêvajoyê vedike. Daxwaza me li ber çavan e. Şaredariyên ku qeyûm li ser wan hatiye danîn, careke din radestî îradeya hilbijartî ya gel bê kirin. Îradeya hilbijartî ya gel divê bajêr bi rê ve bibe. Ne tenê li bajarên Kurdan li tevahiya Tirkiyeyê divê êdî em gotina qeyûm nebihîzin.”

‘EM Ê VÊ PÊVAJOYÊ RAST BI RÊ VE BIBIN Û SERKETINEKE MEZIN BI DEST BIXIN’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku li Rojhilata Navîn bûyerên gelekî cidî diqewimin, cîhaneke nû ava dibe û got, “Li Sûriyeyê, li Rojava em şahidiyê ji pêşketinên dîrokî re dikin. Dibe ku sed salên pêşiya me yên li Rojhilata Navîn niha têne nivîsandin. Lewma em di demeke welê de rêveberiyê dikin ku wê sed salên pêşiya me diyar bike, em di vê demê de bajarên xwe bi rê ve dibin. Di vê demê de dibe ku rîskên mezin hebin, lê belê em dikarin destketiyên mezin jî bi dest bixin. Di destê me de ye ku em rîskan ji holê rakin û serketineke mezin bi dest bixin. Eger em xwedî li nirxan derkevin, karibin xwe bi rêxistin bikin, hêza gel ber bi xwe ve bikişînin, em ê karibin li Rojhilata Navîn bibin xwedî cihekî gelekî girîng. Hêviya min a ji bo vê yekê heye. Em dibînin bê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa bexçeyê gelan ava dibe. Di vir de rêveberiyên xwecihî gelekî girîng e. Qada me ya rêxistinî rêveberiyên xwecihî ye. Têkoşîna me ji doh bêhtir dijwar e. Lewma em ê vê pêvajoyê bi rengekî rast bi rê ve bibin. Em ê xwe bi rengekî rast bi rêxistin bikin, xizmeteke rast biafirînin û înşalleh em ê serketineke mezin bi dest bixin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bîranîn: Seyîd Riza rûmeta me ye!
Nûçeya Pişt re Li Latîn Emerîkayê operasyoneke nû ya DYE’yê: Rageşî mezin dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Protestoyên ceyranê yên li Herêma Kurdistanê: Welatiyek mir

Li herêma Kurdistanê van rojan pileya germahiya hewayê ji 40 °C’yî derbas bûye û bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

Endamê Fermandariya NPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku êrişên li ser Kurdî dewam dikin, li…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 3’Ê MIJDARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji malbatekê şeş hevrê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?