În, 15 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KON-MED’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E: Cejna Zimanê Kurdî têkoşîna ji bo nasnameyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Înal: Civaka Kurd divê bi feraseta ‘exlaqê bilind’ li ber vê hilweşînê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî: Xwedî li hebûna xwe derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ziman û jiyana Kurdistanê heta îro bi saya dayikan hatiye parastin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Îsraîl li Quneytîrayê sûcê şer dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê peyama ji bo Cejna Zimanê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Divê statuya Rêber Apo fermî bibe û bibe hêza bicihanînê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze
Kurdistan

Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

Endamê Fermandariya NPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku êrişên li ser Kurdî dewam dikin, li hemberî vê yekê divê her Kurdek helwestê nîşan bide û got, "Ziman ji bo hebûna neteweyan gelekî girîng e. Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze wê nikaribe hebûn

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Gulan 2026 Dema xwendinê: 41 dq.
Parvekirin

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî êrişên li ser Kurdî û rê û rêbazên parastina zimanê dayikê nirxand. Hevpeyvîna bi Mûrat Karayilan re hatiye kirin bi vî rengî ye:

Gelê Kurd 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike. Destpêkê ji bo wê rojê hûn ê çi bibêjin?

Ez destpêkê tevahiya gelê me û temaşevanan bi rêzdarî silav dikim. Cejna zimanê Kurdî bêguman rojek girîng e. Çima? Ji ber em gelekî ku çanda wî, zimanê wî di bin xeteriyê de ye. Ji bo wê jî pîrozkirina cejna ziman pir zêde hewcehiya me pê heye. Divê mirov wateyê bide, weke tê xwestin pîroz bikin. Ji bo pêşxistina têkoşîna ziman, têkoşîna pîroz mirov rojên wisa bike cihê derketinên nû. Ji bo wê girîngiya xwe heye. Ez di vê çarçoveyê de cejna zimanê Kurdî li kedkarê herî mezin Rêber Apo, li tevahiya xebatkarên zimanê Kurdî, li tevahiya gelê me yê welatparêz pîroz dikim. Kesên xebatên ziman bi taybetî meşand, yên xebatên ziman dimeşînin pir kes in, ango gerîlayên serê çiya jî karê ziman dimeşîne, ji bo ziman derketiye serê çiyê. Ew jî ziman xwedî dike û diparêze. Yanî giştî ye. Ziman nirxekî neteweyî ye, têkoşîna neteweyî di heman demê de xizmeta ziman dike. Lê belê yên ku bi taybetî ji bo ziman dixebitin, ji bo wê ked didin, keda wan jî hêja ye. Heman weke ya gerîla hêja ye. Kesên weke Celadet Elî Bedirxan, Mehmed Emîn Bozarslan pir zêde ked dane. Keda ziman, alfabeya Kurdî, wêjeya Kurdî hemû hêja ne. Divê em her tim wê kedê bi bîr bînin, kesên vê der barê ked dane, emrê xwe ji bo vê feda kiriye; divê em wan hemûyan bi bîr bînin. Di vê çarçoveyê de ez kesên ku têkoşîna zimanê Kurdî didin ez spasiya wan dikim. Di pêşxistina ziman de, çi yê di dîroka me de çi yê îro dimeşînin bi rastî cihekî xwe yê hêja heye. Şehîdên doza ziman di şexsê şoreşgerê hêja Ferhat Kûrtay de hemûyan bi rêzdarî, bi hurmet bi bîr tînim. Li hember bîranîna wan serê xwe ditewînim û soza me dane wan, bi vê wesîleyê ez dubare dikim. Der barê rojê û cejnê de tiştê ku mirov weke sereke bibêjin ev e.

Di dîrokê de têkiliya ziman û mirovahiyê çi ye?

Ziman û mirovahî di pêşvebirina mirovahiyê de pir têkiliyên xwe heye. Însan dema difikire, fikir û hişmendî pê re bi pêş dikeve, hêdî hêdî ziman jî pê re bi pêş dikeve. Ziman dibe wesîleya ku mirovahî bi pêş ve biçe. Jiyana mirovahiyê bi pêş ve biçe, civakbûn çêbibe. Bi vî rengî tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin. Di pêşvebirina mirovahiyê de rola ziman roleke bingehîn e, esasî ye. Di pêşxistina çanda şaristaniyê de ziman rola xwe heye. Ji bo wê têkiliya mirovahî û ziman pir zêde bi hev re heye. Jiyan bi ziman bi pêş dikeve, bi ziman kûranî çêdibe, zanist çêdibe. Ziman zanist e, estetîk e, wateya jiyanê ye. Van hemûyan bi xwe re bi pêş dixe. Nirxên exlaqî bi pêşveçûna ziman hîn zêde kûr dibin. Di vê wateyê de mirov dikare bibêje nirxên mirovahiyê, afirandina wan û bi dîrokê re malkirin, bi saya ziman çêbûye. Ji bo wê pîroz e. Çawa ku nirxên mirovahiyê pîroziya xwe hene, ziman jî hebûna wê, hevokên wê pîroz in. Her hevokeke ziman, her peyvek bi keda hezaran salan pêk tê. Bifikire mirovê destpêkê qet nizane, dengê avê tê, şireşira avê tê, wî derdixîne destpêkê. Dengê tiştên xwezayî derdixîne, hêdî hêdî ziman bi pêş dikeve, hevok bi pêş dikevin. Kî zane her hevokek çiqas sal, sed salan, hezar salan ew hevok diafire, zelal dibe. Ew tişt tê wateya filan tiştî. Ev tiştekî bi hezar salan pêk hatiye. Ji ber wê jî her hevokek wateya xwe heye, her peyvek girîngiya xwe heye û pîroziya xwe heye. Keda mirov tişta herî pîroz e. Ji bo wê ziman jî her peyvek ziman jî hemû bi keda mirovahiyê ya sed salan, ya hezar salan pêk hatiye. Ji bo wê wateyeke xwe ya wisa heye.

Ya din jî; îro di mirovahiye de zimanekî cuda peyda dibin. Netewe li ser vî hîmî ava dibin. Di netewebûnê de jî ziman cihekî xwe yê esasî heye, sereke ye. Eger ji bo netewebûnê tu çend xalan bijimêre, xala destpêkê ziman e. Berê divê zimanê xwe yek be, zimanekî xwe hebe. Çanda xwe hebe. Wêjeya xwe hebe. Bi kurtasî ziman heman demê di hebûna neteweyan de jî xwedî cihekî pir girîng e. Neteweyeke ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze. Heta mirov dikare bibêje, di parastina netewe de ziman weke sengerê pêş e. Ku ziman çû, tiştên din jî diçe. Di parastina wê ya neteweyî û çandê de civakek xwedî çand e, di parastina wê de ziman sengerê stratejîk ê pêş e. Eger ew senger têk biçe, tiştên din jî têk diçe. Em dizanin ku di hundirê dîrokê de gelek çand û ziman hatine helandin. Heliyan e, çûn e. Di dîrokê de hebûn lê niha tine ne. Tiştekî welê zindî ye, divê timî jiyana xwe dewam bike. Parastin jê re pêwîst e. Di parastina neteweyan de ziman xaleke stratejîk û esasî ye. Eger ku neteweyek, çandek nikaribe zimanê xwe biparêze wê nikaribe hebûna xwe jî biparêze. Ji ber wê di hebûna neteweyan jî ziman xwedî roleke girîng e.

Di vir de girîngiya zimanê dayikê çi ye?

Zarok ku nû çêdibe û her mezin dibe destpêkê ji dayika xwe fêrî ziman dibe, fêrî axaftinê, jiyanê dibe. Fêrî hebûnê dibe. Ji bo wê zimanê dayikê ji bo her kesekî û ji bo her civakekê pîroziyeke xwe heye. Pîroz e, tiştekî xwezayî zarok tê dinyayê, tiştê destpêkê fêr dibe ev tişt e. Yanî ew ziman e. Ji bo her tiştên xwezayî wateyeke xwe heye û cihê pîroziyê ye. Xwezayî ye ji ber ku. Nehatiye çêkirin. Xwezayî bûye, heye. Beşeke hebûnê ye. Zimanê dayikê jî ji bo mirovan tê wê wateyê. Ji bo wê pîroz e. Ji ber wê di nava Neteweyên Yekbûyî de zimanê dayikê, parastina zimanê dayikê, perwerdeya zimanê dayikê weke mafekî xwezayî, gerdûnî û rêgezeke mafên mirovahiyê hatiye pejirandin. Ev niha di qanûna Neteweyên Yekbûyî de heye. Perwerdeya bi zimanê dayikê, bi zimanê zikmakî, perwerdeya zikmakî rêgezeke mafê mirovahiyê ye ku nabe bê qedexekirin. Qedexekirina zimanê dayikê tewan e. Tewaneke mafê mirovahiyê ye. Nabe bê qedexekirin. Eger li welatekî qedexe li ser ziman hebe ev tê wateya ku li wî welatî siyaseta qirkirinê heye. Ango dixwaze çandekê tine bike. Di qirkirinê re derbas bike. Ji bo wê qedexe dike. Nexwe wê çima qedexe bike? Ji bo wê di qanûnên gerdûnî de cih girtiye ku ev jî weke rêgezeke mafên mirovahiyê ye û neyê qedexekirin. Her çand, her civakên xwedî çand û zimanekî cuda mafê xwe heye ku perwerdeya zikmakî bibîne. Ev wisa ye.
Kengî hatiye qedexekirin? Ev mijar jî girîng e. Bi esasî di hundirê jiyana mirovahiyê de, di dîrokê de tiştekî welê nîne. Pir zêde nîne. Lê belê dema ku kapîtalîzm bi pêş dikeve, sermaye çêdibe, modernîteya kapîtalîst netewe dewletê bi pêş dixe. Netewe dewlet yek ziman, yek bazar, yek, yek, yek ava dike. Wisa yekbûnekê dixwaze bi pêş bixe. Netewe dewlet ji bo yek zimanî serwer bike qedexeyan çêdike. Destpêkê ev li ku çê bû? Destpêkê li Fransayê, ew Şoreşa Fransa 1789 çêbû, di wir de wê demê li derdora Parîsê zimanê Fransî yê niha heyî serwer e. Xelk bi kar tîne. Lê belê li erdnîgariya Fransayê zimanê din jî lê hene. Breton heye, Alcas heye. Niha mîrateya wan bi qismî maye lê belê ziman ji bîr kirine. Çima? Ji ber ku zimanê Parîsê li ser erdnîgariya Fransayê tê serwerkirin, Alcas û Breton tên qedexekirin. Li dibistanan cihê nadin, nakin zimanê perwerdeyê. Zimanê Parîsê dikin zimanê fermî yê Fransî. Vî li ser her derê serwer dikin, ji bo wê jî yek ziman çêdibe.

Netewe dewletên çêbûn vê modelê ji xwe re dikin esas. Niha mesela li Ewropayê, piştî demek di ser re derbas bû, hewldanên zimanên herêmî parastinê jî bi pêş dikeve. Mesela niha li Elmanyayê jî yek ziman heye, lê belê gelek zimanên herêmî hene, qanûnên Elmanyayê heye ku wan biparêze, tine nebin. Wekî din li derveyî Fransa, Elmanya û Îtalyayê, pir zimanî heye. Em bêjin Spanya, Swîsre, Belçîka heta Brîtanya li gel ku Îngilîzî serwer e, lê yên herêmî jî hene. Ew têne parastin. Bi kurtasî, li gel ku cih û warê netewe dewlet esas Ewropa bû, niha Ewropa hinekî ji wê derbas dibe lê belê heman model li Rojhilata Navîn jî serwer kirin. Piştî şerê cîhanê yê yekem û pê ve li herêmê jî, li herêma Rojhilata Navîn kopyaya wan hat çêkirin. Mesela di dema Osmaniyan de qedexe li ser zimanan tine ye. Her netewe bi zimanê xwe dikare perwerdeyê bibîne, bi zimanê xwe tevdigere, azadiya çand û zimanan heye di nava Osmaniyan de. Lê belê piştî ku li şûna Osmanî Komara Tirkiyeyê çêdibe, xwe weke netewe dewletê pênase dike û ji bo wê Tirkî li tevahiya erdnîgariya Tirkiyeyê dixwaze serwer bike. Ji bo wê zimanên din qedexe dike. Û niha gelek ji wan zimanan niha tine ye. Mînak niha Laz, Çerkez, Rûm, Asûrî-Suryanî, Kurdî… Kurdî xwe hinekî li ser lingan girt. Çima? Sedemên xwe hene. Kokeke Kurdî heye. Hem weke berxwedana fîzîkî ya weke neteweyî, şer çêbû hem jî ziman li ber xwe da. Lê belê zimanên din, piraniya wan di halekî gelekî xerab de ne, yan jî li ber tinebûnê ne. Ango yê ku zimanan weke qedexe dike ne li tevahiya cîhanê heye. Li deverên ku netewe dewlet, hişmendiya netewe dewletê lê heye ev bi pêş dikeve. Netewe dewlet ji xwe bi xwe re çi anî? Bi xwe re dijberiya neteweyan, dijberiya gelan anî, faşîzm anî, zilm anî, kujerî anî. Ma ne şerê cîhanê, du şerên mezin çêbûn, yê sêyem niha heye. Di van şeran de bi milyonan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Di bingeha van hemûyan de ev hişmendiya netewe dewlet heye. Ya ku faşîzma Hîtler ava kir netewe dewleta li Elmanyayê bû. Vê ev faşîzm ava kir. Vê hişmendiya wisa ziman qedexe kir. Zimanê zikmakî xwest bide jibîrkirin. Lê belê wekî din di dîroka mirovahiyê de her hebû, zimanan her tim xwe dewam kir. Li welatê me jî Beesiyan qedexe kir, li Tirkiyeyê qedexe ye, li Îranê ne qedexe ye, lê cih nade. Yanî ne zimanê perwerdeyê ye. Dema te zimanek nekir zimanê perwerdeyê di paşerojê de dibe ku bimire. Tê wê wateyê. Yanî projeya li ser wî zimanî; di dahatûyê de her biçe bihele, tine bibe. Demdirêj tinekirin e. Niha ku tu dixwaze zimanek hebe, hebûn be divê bibe zimanê perwerdeyê. Ji bo wê zimanê perwerdeyê, perwerdeya zikmakî ji bo hebûna ziman, ji bo hebûna neteweyî pir girîng e.

Li Rojavayê Kurdistanê, destpêkê li Kobanê piştre li Til Temir û herî dawî li Hesekê hêzên rejîmê xwestin tabeleyên Kurdî daxin û li şûna wê tabeleyên Erebî rakin. Ji bo vê mijarê hûn ê çi bibêjin?

Niha tiştên li Hesekê bûn, tiştekî taybet e. Wele dixuye ku hin dest tê de hene. Ne tiştekî ji rêzê ye. Weke destwerdaneke polîtîk, îstîxbaratî û di bin wê de weke planek heye. Ji bo wê divê mirov bi baldarî nêzîk bibe. Weke tê zanîn, peymanek çêbû. Peymana 29’ê Çileyê. Ew peyman di astekê de destketiyên gelê Kurd, hinek nirxên demokrasiyê diparêze. Diyar e hin dest hene dixwazin hêdî hêdî binê wê çarçoveya peymanê vala bikin. Wisa siyaset li ser heye. Li ser hem hinek deveran, bi taybetî Hesekê û Kobanê, hinek cihên wisa hesab û plan hene, ji bo wê nêzîkbûnekê nîşan didin. Lê belê bi giştî jî dixwazin wê peymanê bi temamî pêk nînin û hinekî binî vala bikin. Di vê mijarê de mirov hişyar nêzîk bibe. Li Rojavayê Kurdistanê û li beşeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 14 sal in meseleya perwerdeya zikmakî tê dayin. Ev destketiyek e. Divê gelê me dest ji vê destketiyê bernede, têkoşîna wê bi rêbazên siyasî, dîplomatîk bi pêş bixîne. Di bin vê de kedek heye, ewqas şehîd hatin dayin. Ev perwerdeya 14 salan tê meşandin niha betal bikin û çend saetan bi Kurdî bide, divê ev yekê qebûlkirin. Ev yek paşdekişandin e. Eger desthilata nû ya Sûriyeyê naxwaze rejîma Baas bi şiklekî din dubare bike, divê tiştên wisa neke. Mafê perwerdeya zimanê zikmakî yê Kurd mafekî rewa ye, mafekî gerdûnî ye û mafekî mirovahiyê ye. Ev nayê qedexekirin. Gelê me li wir israrê xwe hebe. Lê belê dest tê de hene. Yanî eger em li vir eşkere bibêjin; pêwîste dewleta Tirkiyeyê destê xwe nexe nava pirsgirêkên hundirîn ên Sûriyeyê. Modeleke ku ew dixwaze illehî li Sûriyeyê çêbibe, yan jî li Rojavayê Kurdistanê çêbibe, ev destdirêjiyeke nerast e. Wisa dest hene. Û em zanin ew komploya 6’ê Çileyê li Helebê destpê kir, armanceke xwe ya sereke hebû. Armanca xwe çi bû? Siyaseta demokratîk netewe vala derxîne. Niha ev bû mijarek gelekî hatiye nîqaşkirin. Siyaseta demokratîk netewe ku di aliyê Rêber Apo de hate pêşxistin, siyaseta ku di nav gelên herêmê de biratî bi pêş bixîne û gel bi hev re weke neteweyekê bijî. Bi demokratîk nêzîkbûn. Yanî ji nirx, ziman û çanda hev re hurmetê nîşan bidin û li kêleka hev bijîn. Ev siyaset destê gelê Kurd xurt dike. Şoreşa Kurd xurt dike. Ji ber wê neyar herî zêde ji vê siyasetê ditirse. Em zanin ku hîn beriya wê 9-10 salan tespîtên îstîxbaratên gelek dewletan wisa ye. Dibêjin mirov li ser siyaseta demokratîk netewe bisekine. Yanî li ser vê disekinin. Û armanca wan komployên hatin kirin, çi bikin? Navbera gelan dijberiyê biafirînin. Dijîtiyê biafirînin. Wisa gelan lawaz bikin û bi rê ve bibin. Bi taybetî gelê Kurd lawaz bike. Armanca xwe ev e. Lê nenihêre hinek kesên Kurd bi hestên neteweperestiya kevn; em Kurd in, dostê me nîne, nizanim biratiya gelan çi wateya xwe nîne. Wisa gotin. Ev yek nêzîkatiyeke teng e. Dûrî rastiyê ye. Li aliyekî din xizmetê ji vê siyaseta dagirkeriyê re dike. Dagirker dixwazin navbera gelan, xwişk û biratî bi pêş nekeve. Bi tenê bihêle. Û wisa lawaz bikin, bi rê ve bibin. Lê belê siyaseta biratî û yekbûna gelan stratejiyek pir girîng e. Divê em li ser vê israr bikin. Ji ber wê bûyera li Sûriyeyê hate meşandin, hewl dan dijîtiyê bi pêş bixînin. Lê belê nekarî bikin. Hin bûyer çêbûn, ew werimandin. Hem aliyê Kurd hem aliyê Ereb. Ew ên ku hişmendiya neteweperestî pê re heye, xwestin biwerimînin lê belê nekarîbûn bikin. Niha jî israreke wisa heye. Divê mirov careke din biratiya gelan, yekbûna gelan biparêze û wê dozê bimeşîne. Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê ew tabelayên bi sê zimanan, Kurdî, Erebî, Asûrî-Suryanî, divê mirov vê dewam bike. Di vê de israr bike. Asûrî-Suryanî jî heye. Dixwazin wan jî di navê de tine bikin. Ev nabe. Û Erebî jî wisa. Mirov bingeha neteweya demokratîk bi pêş bixîne, biparêze, di wê de israr bike. Ev têkoşînek demokrasiyê ye ji bo tevahiya Sûriyeyê ye. Ji ber wê tiştekî pir girîng e. Li hemberî wê divê gelê me li her derê tabelayên xwe li dar bixîne. Li dikanan, li her deverê. Li ketina gundan, eger li wir Kurd hebin bila bi giştî Kurdî bin, eger xelkê din hebe bila bi sê zimanan be. Yanî piranî esas e. Ne yek, yekbûn. Yekbûn tê çi wateyê? Tê wateya tinekirina yê din. Na. Piranî, demokratîkbûn esas e. Divê ev bê pêşxistin û parastin. Mirov bi vî rengî hewldanên xêrnexwazan, yên neyaran pûç derxîne. Di navbera gelan de biratiyê geş bikin, xurt bike û bi taybetî li ser zimanê Kurd êriş heye, divê dostên Ereb jî lê xwedî derkevin, Asûrî-Suryan jî lê xwedî derkevin. Li nirxên demokrasî, neteweyan her kesên demokratîkxwaz divê lê xwedî derkevin. Divê mirov vê xetê biparêze û bimeşîne. Em bawer in ku ev pêl li Sûriyeyê xurtir e û bingeha xwe heye. Û wê karibe bi ser bikeve.
Dawiyê tişta ez bibêjim; Gelê me li wê derê mafê perwerdeya zimanê zikmakî ji xwe pêk tîne û dest jê bernade. Ji bo wê têkoşîn bi çi rêbazî pêwîste divê jê re amade be. Têkoşînê bimeşîne û gelê me bi vî rengî karibe bi ser bikeve.

We di nirxandinên xwe de got, zimanên ku nebûne zimanê fermî û perwerdeyê piranî heliyan e. Lê zimanê Kurdî bi temamî neheliya ye. Sedema vê çi ye?

Zimanê Kurdî zimanekî li herêma Mezopotamyayê xwecihî ye û kevnar e. Kokeke xwe heye. Zimanê Şoreşa Neolîtîk e. Dîrok nîşan dide ku gelê Kurd li wir xwecihî ye. Di serdema Şoreşa Neolîtîk de jî li vir e. Û ev ziman ji wir tê. Bêguman di hundirê dîrokê de ziman her tim di nava xwe de nûbûnê, guhertinê dike. Belkî ne heman tişt be. Zimanê wê demê ne weke îro be, lê belê koka xwe ji wir tê. Ji ber wê zimanekî bi kok e û dewlemend e. Li gorî lêkolînekê li cîhanê 8 zimanên ku dewlemend û maldar hene. Yek ji wan Kurd e. Zimanê Kurd ne weke zimanekî teng e. Zimanekî pir dewlemend e û kûraniya xwe, firehiya xwe heye. Koka xwe ji dîrokê tê, ji zanistiya dîrokê, ji zanistiya neolîtîk tê. Ji ber wê çiqas bi êrişan re rû bi rû maye, lê kariye xwe biparêze. Rast e, eger ne wisa bûya zimanê Kurdî mimkun e heta niha biheliya, tine bibûya. Mînak; ne zimanekî perwerdeyê zikmakî ye. Perwerdeya zikmakî nedîtiye, ev sih salên dawî li Başûrê Kurdistanê heye perwerdeya zikmakî. 14 sal in li Rojavayê Kurdistanê heye. Naxwe wekî din tine bû. Ji ber wê eger ku wisa ne xwedî kok bûya, teqez wê tine bibûya, asîmîle bibûya. Ji ber ku em zanin siyaseta asîmîle ya qirkirinê, ya bingehîn li ser zimanê Kurdî pir zêde hat meşandin. Mesela li Bakurê Kurdistanê piştî tevgera Şêx Seîd têk çû, heman salê di 1925’an de dewleta Tirkiyeyê plana Şark Islahat bi pêş xist. Armanca xwe ya yekem a plana Şark Islahat ew bû ku Kurdî bide jibîrkirin û xelkê Kurd fêrî Tirkî bike. Bi taybetî jin, dayikan fêrî Tirkî bike. Ji bo ku Kurd bi temamî tine bibe, bibe Tirk. Plana Şark Islahat ev e. Ev bi dijwarî meşandin. Heta niha jî bandora wê heye. Me dît ku dema em gihîştin salên 1970’î hema hema li ber helandinê, tinebûnê bû. Ew derketina dîrokî ya Rêber Apo û pêşketina tevgera azadiyê, li ser wî hîmî berxwedana zindan û çiya pêşî li siyaseta asîmîlasyonê girt. Ne vê bûya, beriya wê mimkun bû ku zimanê Kurd biheliya. Mesela niha hinek xelkê Kurd ji Kurdistanê dûr ketine. Li Enqere Hayman, li Konya Cîhanbey Kurd hene. Hîn zimanê xwe bi kar tîne. Careke din li Xoresanê ji Kurdistanê dûr ketine, hîn niha zimanê xwe li Xoresanê bi kar tînin. Ev tê çi wateyê? Ev tê wateya ku Kurd, Kurdî, zimanê Kurdî bi rastî maldar e, koka xwe kûr e, ji kûraniya dîrokê tê, ji ber wê jî bingeha xwe xurt e, zû bi zû nayê tinekirin. Ew siyaseta qirkirinê, asîmîlasyonê zû nikarîbû zimanê Kurdî tine bikira. Ji xwe piştî ku têkoşîna azadiya Kurdistanê bi rê ket û çand geş bû, ziman xwe nûjen kir, têkoşîna ziman bi rê ket, êdî ev ne mumkin e. Ji ber wê em dibêjin êdî hebûna Kurd ispat bû, êdî tinebûn nikarin pêk bînin. Êdî niha dor hatiye azadbûnê û avakirina pergala nû. Sedema xwe ew e bi kurtasî. Zimanê Kurd zimanekî maldar e, ji ber wê heta niha hebûna xwe karîbû dewam bike.

Di zimanê Kurdî de gelek zarava hene û ev yek ji aliyê hinek kesan ve weke pirsgirêkê tê nirxandin. Li ser wê hûn ê çi bibêjin?

Zaravayên zimanê Kurdî zêde ne. Yê ez zanim 8 e. Kurmancî, Soranî, Kirmanckî yanî Zazakî, Hewremanî, Lorî, Kelhorî, Lekî û Feylî. Ev ne pirsgirêk e. Berevajî ev maldariya, dewlemendiya zimanê Kurd nîşan dide. Zimanê Kurd çiqas şaxên xwe hene, çiqas zaravayên xwe hene, devok hene, her herêmekê devokek lê çêbûye. Bala xwe bidinê, her peyvek koka xwe yek e. Yanî digihêje hev. Bi kurtasî pir zaravayî ne pirsgirêk e. Pir zaravayî dewlemendî ye, maldarî ye, xurtbûna ziman nîşan dide. Tê wê wateyê. Ji bo wê divê mirov bi vî rengî binirxîne. Lê belê divê mirov nehêlîne ku ti zaravayê Kurdî lawaz bibe, yan jî tine bibe. Eger mirov baş lê xwedî dernekevin, dibe ku tine bibe. Mînak niha li Bakurê Kurdistanê 2 zarava hene. Zaravayê Kirmanckî ango Zazakî lawaz e niha. Pir zêde nayê bikaranîn. Xeterî li ser heye. Divê mirov pêşî li xeteriyan bigire. Ev tiştekî pir pir girîng e. Her zaravayê Kurdistanê hêja ye, dewlemendiya zimanê Kurd e û divê bê parastin. Hemû neçin ser zaravayekî, weke netewe dewletan tenê bila yek hebe. Na, ew şaş e. Ev tê wateya qetilkirina zaravayên din. Ev nabe. Lê belê divê zaravayê Kurdî ji hev sûdê werbigire. Mînak hevokan ji hev bigire. Lê belê em dinihêrin Soranî hevok ji Tirkî, ji Erebî girtî ye, ev nabe. Lazim e hevokan ji hev bigirin. Ku dema hevok ji hev girtin, bi xwezayî wê nêzî hev bibin. Wê hîn zêde karibe ji hev fêhm bike. Her kes bi zaravayê xwe biaxive, mirov ji hev fêhm bike. Hinek hewldaneke bi vî rengî pêwîst e. Dibe ku zanayên hêja yên ziman ji min bêhtir zanibin, ez ewqasî di wan mijaran de nexwedî berheman me, lê tiştê pratîkî em zanin, eger ku çiqas zaravayên Kurdî ji hev sûd û hevokan werbigire, wê nêzî hev bibin. Divê mirov wê bikin esas. Lê belê nehêle ti zarava tine bibe û lawaz bibe. Ev jî erkekî saziya zimanê Kurdî ye û erka gelê Kurd hemûyan e. Ne ya tenê wan mirovan e ku bi wan zaravayan diaxive. Her kes divê li zaravayê xwe xwedî derkeve, lê em giştî weke feraseteke neteweyî divê em rê nedin ti zarava lawaz bibe.

Divê mirov çawa nêzî cejna zimanê Kurdî bibin? Kêmasiyên heyî divê mirov çawa derbas bikin?

Cejna ziman divê mirov bike roja muhasebeyê. Yanî zimanê me di bin zextê de ye, di bin êrişê de ye. Ziman hebûna me ye, hebûna neteweya me ye. Eger ku ziman biçe hebûna neteweya me jî dikeve xeteriyê. Ziman nirxek e, pîroz e. Divê bê parastin. Roja cejnê her kes ji xwe bipirse, her Kurdek ji xwe bipirse; min çiqas zimanê xwe, zimanê dayikê parast, ji bo parastinê min çi kir, ez çi dikim? Divê vê ji xwe bipirse. Wisa mirov bike rojeke muhasebeyê, roja rexneyê, rexnedayinê. Ev mijareke girîng e. Divê ku em weke Kurd di parastina ziman de her kes xwe erkdar bibîne. Di mala xwe de her kes divê zimanê xwe yê dayikê biaxive. Li bazarê zimanê dayikê divê bê axaftin, di siyasetê de zimanê dayikê divê bê axaftin. Yanî di her tiştî de mirov zanibe ku neyar dixwaze zimanê Kurd biçûk nîşan bide. Weke zimanekî paşde mayî, weke mirov pê nikare xwe îfade bike, weke ne zimanekî ilmî ye, zimanekî çiyamayîn e, wisa raber dikin. Halbûkî berevajî vê ye. Em naxwazin zimanan bi hev re bixin pêşbirkê. Lê belê em zanin ku zimanê Kurdî ji gelek zimanên hawirdorê pir xurtir e. Tu li ser perwerdeyê nabîne û tu naxwaze fêr bibe, li malê jî naxwaze ji dayikê fêr bibe, elbet tu yê nikaribe xwe îfade bike. Ji ber wê lazim e mirov vê rojê bike roja muhasebeyê ka çiqasî tu xwedî li zimanê xwe derketiye. Em tevgereke bi qasî ku welatparêz in, em ewqasî enternasyonal e. Em ji hemû zimanan hez dikin. Mesela ez ji Tirkî hez dikim, çi bertekên min li hemberî Tirkî nîne. Yan jî li hemberî Erebî yan jî Farsî nîne. Ew jî pîroz in. Zimanê gelên herêmê ne. Lê belê îro li ser zimanê me êriş heye. Ji ber wê divê em xwedî li ziman derkevin. Tu xwedî dernakeve, tu jî diçe xwe dike qurbanê asîmîlasyonê. Ew siyaseta ku bi Plana Şark Islahat li ser me ferz kirin bi darê zorê, tu xwe dixe wê xetê. Tu bûye kesekî teslîmbûyî. Bizanibe. Axaftina bi Tirkî ne mezinbûnek e, biçûkbûnek e. Tê wê wateyê ku tu qebûl dike. Divê mirov tiştekî bi zorê qebûl neke. Ruxmê li ser îradeya gelê me hatiye ferzkirin, wê demê divê em qebûl nekin. Em ne li dijî ti zimanî ye. Em dixwazin hemû ziman weke hev, weke xwişk û bira azad bijî. Em têkoşîna vê didin. Lê belê niha êriş li ser zimanê Kurdî heye, wê demê em ê li zimanê Kurdî xwedî derkevin. Weke çawa ku li zindanê her kesî dike rêzê û dibêje tu Tirk e yan Kurd e, her ku yê digot ez Kurd im, lê dixe heta ku bixeribe. Li zindana Amedê wisa bû, gelek kesên li zindanê derket ev tişt anî ziman. Hatiye nivîsandin. Hevalê Kemal Pîr jî tê dibêje ez Kurd im, lê dixin heta bixeribin. Dûre yek tê dibêje, Kemal tu Tirk e. Dibêje bibêje ez Tirk im û derbas bibe. Kemal Pîr dibêje, na na ez Kurd im. Ez niha Kurd im. Çima? Li ser Kurdan zext heye. Di nava me de ji neteweyên din hene, hevalên Tirk hene. Ew herî zêde dixwazin bi Kurdî bê axaftin, Kurdî bê pêşxistin. Çima? Ji ber ku li ser Kurdî êriş heye, zext heye û mêtingerî dixwaze bi van êrişan bigihêje armancê. Ji ber wê divê em bi rengekî xwezayî ziman biparêze. Yanî her kes li xwe, li zimanê xwe xwedî derkeve. Weke neyar zimanê xwe biçûk nebîne. Weke fexrekê bibîne, weke serbilindiyekê bibîne axaftina bi Kurdî. Û wisa ye, serbilindî ye. Divê li her deverê mirov wisa vê bîne ziman û biaxive. Siyaseta jî mirov Kurdî bike, bazarê jî bi Kurdî bike, her tiştî bi Kurdî bike. Li sûkê, li malê, li her derê mirov bi Kurdî biaxive. Têkoşîna me gihîştiye qonaxeke ku êdî divê em çareseriyê biafirînin. Ne wisa? Êdî entegrasyona demokratîk di rojevê de ye. Di vê çarçoveyê de girîngiya ziman, bipêşxistina ziman, parastina ziman jî beşeke têkoşînê ye û girîng e. Erkek e. Erkekî welatparêziyê ye. Divê ji niha û pê ve her kes vê bigire ber çavan. Di van rojên pîroz ên weke cejnê de divê her kes vê muhasebeyê bike û bi vî rengî li ziman hîn zêde xwedî derkeve. Mînak, pêşengên Kurd, siyasetmedar lazim e bi Kurdî zanibin. Bi Kurdî nizane, radibe dibêje ez ê bibim pêşeng. Tu zimanê civakekê nizanibe, ji çand û dîroka wê dûr be, tu yê çawa bibe pêşengê civakê? Her kesê dixwaze bibe pêşeng û bibe namzet, divê bi Kurdî zanibe. Siyasetê bi Kurdî bike.

Hinek partî hene, ku dibêjin em hem partiya Kurd in hem jî ya Tirk in. Weke DEM Partiyê. Bêguman ew divê bi Tirkî jî biaxivin. Ji ber ku dixwazin bibin partiya giştî ya Tirkiyeyê. Lê belê gelek partî hene, dibêjin em partiya Kurdî ne. Ne wisa? Ma çima bi Tirkî diaxivin? Lazim e bi Kurdî biaxivin. Bi taybetî ew Partiya Herêman a Demokratîk heye. Mînak, çi hewce ye bi Tirkî biaxive? Li gorî em zanin rayedarên wan bi Kurdî jî zanin, bi hemû zaravayan zanin. Lazim e bi zaravayê xwe biaxivin. Ne hewce ye. Êdî ev divê bê ferzkirin. Li ser dewletê jî bê ferzkirin. Mesela di nava xwe de, di sohbetan de, di jiyanê de Kurdî biaxivin. Eger ku yek hat cem me bila ew jî fêrî Kurdî bibe. Hevalên Tirk hene, eywallah. Ew jî dikare bi zimanê xwe biaxive, hurmeta me heye. Em ne nijadperest in. Ji ber ku êrişek heye, divê em li hemberî êrişê xwedî helwest bin. Mesele ew e. Û xwedî li vî zimanî derkevin. Bi vî rengî têkoşînê bi pêş bixînin. Bi kurtasî rojên cejnê divê mirov bike wesîleya roja ku li ser ziman lêhûrbûn, kûrbûn û derketinên nû.

Li ser zimanê Kurdî gelek zext hene û bişaftinê re rû bi rû dimîne. Li hemberî vê hem saziyên Kurd û hem jî partiyên siyasî gelek bangan dikin ji bo hem gelê Kurd bi zimanê xwe biaxive hem jî di pratîkê de guhertin çênabe. Ji bo vê ji bo gelê Kurd, bi taybetî ji bo ciwanên Kurd peyamên we çi ne?

Saziyên rêzdar pir caran bang dikin. Ew bang pêwîst in. Bangên li zimanê Kurdî xwedî derkevin, daxwazê ji dewletê; divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, mafê perwerdeya zikmakî dixwazin. Daxwaziya vê dikin. Em ji bo zimanê Kurdî statuyê dixwazin. Tiştên bi vî rengî dibêjin. Ev di cih de ne. Lê belê tenê bi bangê nabe. Bang hene, lê avakirin nîne. Divê avakirin jî hebe. Rêber Apo jî di vê der barê de rexneyên xwe çend sal in heye. Li şûna ku mirov ji dewletê bixwaze, mirov bi xwe bike. Bi xwe bi pêş bixîne. Mesela her saziyek weke komîneke ziman dikare tevbigere. Komînên ziman divê mirov li nava civakê ava bike. Li her derê divê mirov perwerdeya zimanê zikmakî bi pêş bixîne. Bixe meriyetê ku welê bibe ku ferz bibe. Tenê bang nabe. Li kêleka bangê avakirin jî pêwîst e. Rêber Apo dibêje, divê mirov her derê bike dibistan. Yanî mal bibe dibistan, bin darekê bibe dibistan, qad bibe dibistan, park bibe dibistan, li her derê mirov perwerdeya zikmakî bide. Mesela berê carna kurs hebû, kurs dida. Demekê, salên berê hat dayin piştre sekinî; weke ku westiyan weke ku pir wateya xwe nehat dîtin. Bi esasî mirov boykot bike, protesto bike ew jî ne rêyeke çare ye. Divê mirov li kêleka mektebên dewletê mektebên xwe jî çêbike. Mînak, zarok hefteyê penc rojan diçe mektebê, bila yê Kurdî jî 2 rojan hebe. Roj nîv danek e ne wisa? Dikare nîv danekî biçe yekê. Divê mirov çêbike. Mesela şaredarî, weke komîn divê perwerdeya xwe ya ziman hebe. Vaye sazî, heta partî hemû komele komînên xwe yên perwerdeya ziman divê hebe. Weke pêşniyarekê dikarim bibêjim; ew qehwexane hene. Serê sibehê zêde nedagirtî ye. Mirov wan qehwexaneyan serê sibehê heta nîvro bike dibistan, dibistanên ziman. Piştî nîvro jî weke qehwexane bê bikaranîn. Bi vî rengî bi rêbazên afirîner divê zarokên Kurd temam biçe dibistanê bi fermî, lê belê li dibistana xwe, zimanê xwe jî fêr bibe. Biçin ê xwe jî. Qet nebe weke me got, 2 rojan biçe yê xwe jî. Divê ev dewamî be. Tiştekî bi vî rengî pêwîst e. Pêwîste saziyên demokratîk, saziyên ziman, saziyên civakî bi xwe gavê biavêjin. Yanî tenê ne li bendê bin ku dewlet qebûl bike û gavê biavêje. Temam, ew jî daxwazeke rewa ye divê mirov bixwaze, lê belê li benda wan nemîne, yê xwe jî bi xwe divê bi pêş bixîne. Her derê mirov bike dibistan. Ji bo me têkoşîn esas e, lê belê em tenê ne têkoşînê wisa bang bikin, daxuyaniyê bidin. Di heman demê de em pratîka wê bikin. Em ji feraseteke bi vî rengî tên. Em bi xwe pratîk dikin. Ji ber wê divê em bi xwe dibistanan bi pêş bixin. Li gorî derfetên xwe, li gorî mecalên heyî, li kêleka dibistanên dewletê divê dibistanên civakê jî hebin. Dibistanên civakê yên zimanê zikmakî be. Divê mirov vê li gorî derfetên xwe li her derê bi pêş bixîne. Tenê bi bangan nemîne. Bi xwe ava bikin, pêk bînin.

Te ji bo ciwanan got. Ciwanên xweşewît siberoja me bi wan ve girêdayî ye. Divê herî zêde ew li ser ziman hişyar bin. Xwe nekin amûrê asîmîlasyonê. Xwe bikin, xwedîderketina li xwe û çanda xwe. Ziman heman demê çand e. Me qet qala wê nekir. Tu ziman û çandê nikare ji hev qut bike. Ziman, çand, şaristanî, wêje hemû bi hev ve girêdayî ye. Ji ber wê ziman sereke ye, ew hebe ziman bi xwe re tiştên din jî bi pêş dixîne. Ji ber wê di serî de ciwanên xweşewîst ên Kurdistanê, ciwanên jin, ciwanên xort divê li zimanê xwe xwedî derkevin. Li her derê bi zimanê xwe bi serbilindî biaxivin. Bi vî rengî xwe ji bo siberojê amade bikin. Em ji bîr nekin, eger ku li welatekî ne bi zimanê dayikê bi zimanekî din perwerde tê dayin, li wê derê xeniqandina çandî çêdibe. Ev hatiye ispatkirin. Dema tu bi nêzîkatiya pedagojîk lê binere, zarokek, eger ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibîne wê hîn zêde karibe bi pêş bikeve û bi ser bikeve. Bi çandeke li ser ferzkirin xeniqandinê bi xwe re tîne. Ji ber wê lazim e herî zêde haya xwe ji vê hebe û li her derê em zimanê Kurdî êdî ji vir û pê ve serwer bikin. Siyaseta demokratîk divê bi Kurdî biaxive, huner divê bi Kurdî be, çand divê hîn zêde di rojeva civaka me de be. Bi vî rengî em karibin siberojeke wekhev, demokratîk û azad ava bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCDK-E: Cejna Zimanê Kurdî têkoşîna ji bo nasnameyê ye
Nûçeya Pişt re KON-MED’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MOP’ê 1’ê Nîsanê Cejna Akîtû pîroz kir

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) cejna 1'ê Nîsanê ya Akîtû pîroz kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê civiya, di civînê de gelek mijarên têkildarî rêveberiya Hevpeymaniyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayên Azadiyê wê sibe gaveke din a dîrokî bavêjin

Gerîlayên Azadiyê sibe wê di çarçoveya banga Rêber Apo û biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Amnesty: Îsraîl li Quneytîrayê sûcê şer dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?