Ozan Mizgîn (Gurbet Aydin) di sala 1962’yan de li gundê Bileyder a Êlihê ji dayik bû. Ozan Mizgîn, ku bi nasnameya xwe wekî hunermendek û şoreşgerek Kurd tê nasîn, bi huner û helwesta xwe ya siyasî di Tevgera Azadiya Kurd de cihekî girîng girt.
Ozan Mizgîn di sala 1980’an de tevlî PKK’ê bû û yek ji jinên pêşîn ên ku ji Êlihê bû ku tevlî tevgerê bû. Wê li Geliyê Bekaa ya Libnanê perwerde dît; paşê li Ewropa û herêma Kurdistanê gelek berpirsiyarî girt ser milên xwe.
Ozan Mizgîn di çalakiyên çandî û hunerî de rolek pêşeng lîst û beşdarî damezrandina rêxistinên girîng ên wekî Hunerkom û Koma Berxwedan bû. “Gula Cîhanê” û “Çemê Hêzil” di nav berhemên wê yên herî navdar de ne.
Di 11’ê Gulana 1992’yan de di encama operasyonekê ya li navçeya Tetwan a Bedlîsê dor li mala ku ew lê bû hat girtin. Ji ber ku red kir ku teslîm bibe, Ozan Mizgîn şerê ku derketiye de jiyana xwe ji dest da.
Dîlan Sipêrtî di salvegera şehadeta Ozan Mizgîn de ji ajansa me ANF’ê re axivî.
Dîlan Sipêrtî şoreşgerên ku di meha Gulanê de şehîd bûne bibîr anî û wiha got, “Gulan meha şehîdan e. Hekî Karer, Hozan Mizgîn, Sirri Sureya Onder, Denîz Gezmîş, Şîrîn Elemhûlî û gelek şoreşgerên din di vê mehê de şehîd bûne. Rastiya şehîdan rastiya têkoşîna azadiyê ye. Em jî di nava vê rastiyê de mezin bûne û tevlî heqîqeta Rêber Apo û şehîdan bûne.”
‘OZAN MIZGÎN QET WEXTÊ XWE WINDA NEDIKIR’
Dîlan Sipêrtî behsa hevdîtina xwe ya yekem bi Ozan Mizgîn re di sala 1991’an de li Çiyayê Herekolê kir û wiha got, “Ew demek bû ku bi sedan gerîla li hev civiyan da ku derbasî eyaletên hundir bibin. Ozan Mizgîn li wir bi stranên xwe moralek mezin da gerîlayan. Stranên ku wê digot bandor li me hemûyan dikirin. Bi taybetî berhemên wê yên li ser Garzan û Botanê di nav me de kelecanek mezin çêdikir.”
Dîlan Sipêrtî diyar kir ku kesayetiya Ozan Mizgîn bandor li her kesî kiribû û got, “Hê em zarok bûn, em ji deng û hunera wê bandor bibûn. Bi Koma Berxwedanê re ew dihat naskirin. Em herdu li wir rêwiyên eyaleta Garzanê bûn. Meşa bi wê re di heman komê de ji bo me çavkaniyek mezin a moral û heyecanê bû.”
Dîlan Sipêrtî, anî ziman ku Ozan Mizgîn di dema meşan de bê navber nivîs û stran amade dikir û got, “Ew qet wextê xwe winda nedikir. Ew her tim lêhûr dibû û stran dinivîsand, an rojnivîskek digirt, an jî bi hevalên xwe re nîqaş dikir.”
‘HEM FERMANDAR, HEM HUNERMEND Û HEM JÎ ŞERVAN BÛ’
Dîlan Sipêrtî destnîşan kir ku Ozan Mizgîn hem fermandar, hem hunermend û hem jî şervan bû û wiha domand, “Ew kesek bû ku di her rewşê de berpirsiyarî digirt ser milên xwe û bi her kesî re têkiliyên xurt ava dikir. Ew bi mezinan re û bi ciwanan re têkiliyên xurt çêdikir. Ji ber vê yekê ew hem ji hêla gel ve û hem jî ji hêla hevrêyên xwe ve pir dihat hezkirin.”
Dîlan Sipêrtî behsa xebata li herêma Garzanê kir û wiha got, “Ozan Mizgîn di heman demê de xebatên leşkerî, rêxistinî û çandî pêk dianî. Ji karê milîsan heta lojîstîkê gelek berpirsiyarî girtibû. Tevî vê yekê jî, ew pir dilnizm bû.”
‘HUNERMENDA GEL Û ŞOREŞÊ BÛ’
Dîlan Sipêrtî her wiha anî ziman ku Rêber Apo baweriyek mezin dida Ozan Mizgîn û got, “Rêber Apo digot, ‘Ozan Mizgîn li ku derê be, li wir pêşketin wê hebe.’ Bi rastî, wê li her cihê ku lê bû pêşengî kir. Hunermenda gel û şoreşê bû. Di stranên xwe de, wê evîna welat, berxwedan û ruhê şehîdan zindî dihişt. Her berhemeke wê xwedî wateyek bihêz bû.”
Dîlan Sipêrtî da zanîn ku Ozan Mizgîn tevî zextên li ser muzîka Kurdî, bi taybetî di salên 1990’î de, pêşketinek xurt çêkir û got, “Ew demek bû ku heta axaftina bi Kurdî jî qedexe bû. Ozan Mizgîn li hember van zextan serket û tevkariyek mezin ji bo hunera Kurdî kir. Bi dengê Ozan Mizgîn, gelek kes têkoşîna azadiya Kurd û şoreşgerên ku jiyana xwe ji dest dane nas kirin. Hunera wê îro jî bandorê li ser her kesî dike.”
Dîlan Sipêrtî diyar kir ku bîranînên ku wê bi Ozan Mizgîn re parve kirine, di jiyana wê ya têkoşînê de şopên kûr hiştine û wiha dewam kir, “Dema ku em di meşan de diwestiyan, ew me hemûyan kom dikir, stran digot û moralê me bilind dikir. Me li Garzanê bi gel re civînên giştî lidar dixist û komîte ava dikirin. Ozan Mizgîn di rêxistinên jinan û milîsan de tevkariyek mezin kir. Bandora têkiliyên ku wê ava kir îro jî berdewam dike.”
Dîlan Sipêrtî da xuyakirin ku li gorî wê demê Ozan Mizgîn xwedî têgihîştinek rêxistinî ya pir pêşketî bû û got, “Gelek modelên rêxistinê ku îro em li ser nîqaş dikin, Ozan Mizgîn di salên 1991-92’yan de dest bi avakirina wê kiribû jî. Ne rûpel û ne jî peyv têrê nakin ku rastiya wê vebêjin.”
‘WÊ HUNERA XWE AFIRAND’
Dîlan Sipêrtî anî ziman ku têgihîştina Ozan Mizgîn a li hember hunerê xweser bû û got, “Wê qet kesî teqlîd nekir. Wê gotinên xwe, şêwaza xwe afirand. Ew bi çanda Kurdî re jiya û hunera xwe li ser wê ava kir. Ew bi taybetî bi cil, ziman û şêwaza jiyana xwe re nûnertiya nasnameya Kurdî kir. Heta li Ewropayê jî, wê her tim cilên Kurdî li xwe dikir û qet ji çanda xwe tawîz nedabû.”
Dîlan Sipêrtî da zanîn ku modernîteya kapîtalîst bandor li hunera Kurdî kiriye û got, “Îro, di hunera Kurdî de gelek teqlîd heye. Lê belê Ozan Mizgîn her tim girêdayî rastiya xwe bû. Wê her tim digot divê huner bi çanda gel re li hevhatî be.”
‘ÎRO EM ÇAR KES IN, LÊ SIBÊ EM Ê BIBIN HEZAR’
Dîlan Sipêrtî da zanîn ku Ozan Mizgîn di dema xebata xwe ya li Garzanê de girîngiyek mezin dida rêxistinkirina jinan û got, “Wê demê, em tenê çend hevalên jin bûn. Lê Hozan Mizgîn her tim ji me re digot, ‘Îro em çar in, sibê em ê bibin hezar.’ Wê her tim li ser siberojê difikirî.”
Dîlan Sipêrtî got ku Ozan Mizgîn berî ku biçe Tetwanê ji wan xatir xwestiye û wiha domand, “Xatirxwestina wê bandorek giran li ser me hemûyan kir. Ew her tim dizivirî û li me dinihêrî. Hîsek cuda di dilê me de çêbibû.”
‘BANDORA ŞEHADETA HOZAN MIZGÎN’
Dîlan Sipêrtî, diyar kir ku Ozan Mizgîn li Tetwanê di malekê de hatibû dorpêçkirin û teslîmiyetê qebûl nekir û di şer de şehîd bû. Dîlan Sipêrtî got, “Heta kêliya dawiyê jî, Ozan Mizgîn moral dida xwediyê malê û digot ku netirsin. Ev mînakek fedaîbûnê yê Apoyî ye.”
Dîlan Sipêrtî, da zanîn ku agahiya şehadeta Ozan Mizgîn bandorek mezin li ser herêmê kiribû û wiha dewam kir, “Bi hezaran mirov rabûn ser piyan. Cihê ku Ozan Mizgîn lê şehîd bûye îro jî ji aliyê gel ve tê ziyaret kirin. Gel xwedî li têkoşîna wê derket. Weke hevrêyên wê, me soz da ku em ê têkoşîna wê bidomînin. Mîrata Ozan Mizgîn îro jî dijî.”

