Gurkan Turkoglû bi daxwaza veguherstina ji Girtîgeha bi Tîpa Bîrê ya Ewlekariya Bilind a Antalyayê ku tecrîda mutleq lê tê ferzkirin, li gel hevalên xwe Huseyîn Ozen û Tahsîn Sagaltici kete greva birçîbûnê. Gurkan Turkoglû di roja 264’emîn a berxwedana greva birçîbûnê birin nexweşxaneyê û li unîteya lênihêrîna lezgîn a li Nexweşxaneya Bajêr a Antalyayê têkoşîna xwe ya ji bo jiyanê dewam dike. Ferdî Sarikaya yê ji TAYAD’ê ku hem di pêvajoya greva birçîbûnê hem jî li pêşiya nexweşxaneyê heval û malbata wî bi tenê nehişt, ji ANF’ê re axivî. Sarikaya ku bi malbata Gurkan Turkoglû re li pêşiya nexweşxaneyê kete nobedê, anî ziman ku Turkoglû li gel ku bi cîhazê hilmê distîne, hiqûqa dijminatiyê lê tê ferzkirin û destûr nayê dayin ku malbata wî xwe bigihîne wî.
Sarikaya got, “Piştî ku di roja 266’emîn a greva birçîbûnê de Turkoglû ji ser hişê xwe çû, bi zorê dest lê hate werdan. Gurkan demekê hate ser hişê xwe û serûm derxist û got, ew tedawiyê qebûl nake. Dema ku serûmê derdixîne xwîn jê diçe û piştre careke din ji ser hişê xwe diçe. Di vir de pirsa esasî ew e ku ev destwerdana bi zorê çawa hate kirin. Ji ber ku ne malbata wî ne jî em zanin bê çi xistin hundirê serûmê. Di vê der barê de parêzeran gilî kirin.”
Sarikaya diyar kir ku dema bi zorê dest li Gurkan Turkoglû hate werdan, pênc rojan bi têrkerî av û şekir ji Huseyîn Ozen û Tahsîn Sagaltici re nehate dayin ku li beşa mehkûman a heman nexweşxaneyê di greva birçîbûnê de ne û got, “Li nexweşaneyê ku bi rizgarkirina jiyana mirovan berpirsyar e hem bi zorê dest li Gurkan Turkoglû werdide ku nedixwest destwwerdan bê kirin, hem jî av û şekir nade herdu hevalên wî yên di greva birçîbûnê de ne.”
Sarikaya ragihand ku Huseyîn Ozen, Tahsîn Sagaltici û Gurkan Turkoglû daxawzeke ji rêzê kirin ku ji bo girtîgeheke din bêne veguhestin, lê belê piştî ku gihîştin asta mirinê bersiv ji daxwazên wan re hate dayin.

