Ji Osmaniyan û vir ve li vê xakê komkujî û êrişên qirkirinê yên mezin li gelan hate kirin. Gel ji cih û warê xwe hatin sirgûnkirin. Yek ji gelên ku êrişên qirkirinê lê hate kirin jî Suryanî ye. Suryanî ku bi Komkujiya Seyfo tinebûn lê hate ferzkirin û piraniya wan neçar man ku berê xwe bidin dîasporayê, îro weke “hindikahiyê” hewl dide hebûna xwe biparêze.
Rojnamevan nivîskar Serdar Korûcû ku bi pirtûkên xwe yên têkildarî rûbirûbûnê tê naskirin, bi pirtûka xwe ya dawî re ya bi navê “Em ji vê xakê ne – Suryaniyên li Tirkiye û Dîasporayê qalê dikin” bûyerên bi serê Suryaniyan û hesreta wan vegot.
Korûcû ku têkildarî Dayikên Aştiyê, mirovên di pêvajoya xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan û Pogroma 6-7’ê Îlonê pirtûkên xwe hene, li ser pirtûka xwe ya dawî ji ajansa me re axivî.
Korûcû anî ziman ku travmaya Seyfo hîn jî li nava civaka Suryanî heye û got, “Yek ji kesayetên ku di pirtûka dawî de min hevpeyvîn pê re kir Yakûp Mîrza dibêje, ‘Bi Seyfoyê xwestin me biqedînin. Ew tirs di dilê me de ma. Hîn jî di nava Suryaniyan hemûyan de ew tirs heye’.
Dema ku em li ser Seyfo diaxivin, yanî qala qirkirinê û kiryarên wê dikin, li aliyekî din jî mirovên bi wijdanê paqij yanî rizgarker hene. Û Suryanî wan ti carî ji bîr nakin.
Di hemû vegotinan de qala Şêx Fathalla tê kirin ku di berxwedana ynvertê de aştî pêk anî û kesên di dema Seyfo de sax man lê civiyan.”
Serdar Korûcû anî ziman ku di salên 1960’î di dema nîqaşên li ser Qibrisê de jî êriş li Suryaniyan hate kirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Di pirtûkê de yek ji mijarên ku min jî matmayî hişt bandora rageşiya Qibrisê ji salên 1960’î û pê ve li ser Mêrdîn û Mîdyatê bû. Ti eleqeya herêmê bi giravê re nîne. Ji gotinan ev peyam derdikeve: ‘Ti eleqeya dayik û bavê me bi Qibrisê re nebû. Eger hûn nexşeyekê dînin pêşiya wan û bipirsin bê ‘Qibris li ku ye?’ wê nîv saetê lê bigerin’. Li gel vê yekê jî di ser meseleya Qibrisê gelek zext û tundî li Suryaniyan hate kirin. Yek ji wan a herî hişk jî di nîvê destpêkê yê salên 1960’î de bû.
Li Mêrdînê dikandarekî Suryanî Bitris Abaci ku di heman demê de papaz bû, kildîda dikana wî bi qirêjiyê tê girtin. Malbata wî vê yekê paqij dike û karê xwe dewam dike. Sibehekê dema ku tên dikanê li pankartekê rast tên. Li ser jî ev nivîsî ye: ‘Ya nîvê Qibrisê ya jî hevjîna Bitris’. Ev malbat wê çawa karibe li vî bajarî bimîne? Nikare bimîne. Bi lez û bez neçar dimîne ku koçî Stenbolê bike.
Piştî deh salan di sala 1974’an de Şêxek ji Cizîrê tê Mîdyatê. Meseleya Qibrisê dîsa di rojevê de ye. Dibêjin, ‘Li Qibrisê kafiran albayekî me şehîd xistin. Her kesên ku li Mîdyatê ji gawiran tiştekî dikire, diçe mala wan û di rê de silavê dide wan kafir e’. Vê carê ji malbata Mehmedo yê Kurd ê Mîdyatî Azîz Reşîto dikeve dewrê û diçe ser dîwarê hewşa nêzî mizgeftê û êrişeke gengaz a li hemberî Suryaniyan asteng dike. Her wiha heqaretê li wan kesan dike ku guh nadin hişyariya wî. Bi vî rengî qelebalixî belav dibe. Ev rageşî û pêla tundiyê timî tê serê Suryaniyan.”
Korûcû destnîşan kir ku têkildarî civaka Suryanî hin gav hatin avêtin, di dîroka Komarê de yekane dêra ku bi temamî jinûve hate avakirin dêra Suryanî ye û anî ziman ku Suryanî piştgiriyê dide pêvajoyê.
Korûcû got, “Ji bo civaka Suryanî gavên erênî û girîng hene ku hatin avêtin. Di dîroka komarê de yekane dêra jinûve hatiye avakirin Dêra Mor Efrem a li Stenbolê ye. Di sala 2011’an de di hilbijartinê de yekemcar parlamenterekî Suryanî di dîroka Komara Tirkiyeyê de Erol Dora bû. Erol Dora jî di pirtûkê de dibêje ku ev merasîm girîng e: ‘Birêz Serokomar hîmê dêra nû, hîmê Dêra Mor Efrem danî, vekirina wê kir. Hemû wezîr tevlî bûn. Ez vê gelekî girîng dibînim. Tiştên erênî yên di siyasetê de dibin, divê em bi çavekî erênî lê binihêrin’.
Dibistanên Suryanî, Ermenî, Yahûdî yan jî Rûman tine bû; lê belê niha ji bo vê jî gav têne avêtin. Lê belê li gel vê yekê ji bo civakê ya herî girîng ewlekarî ye. Lewma yek ji beşên civakê yên herî zêde piştgiriyê didin pêvajoyê jî Suryanî ne.
Patrîkê Antakyayê û Tevahiya Rojhilat, Lîderê Rûhanî yê Dêra Ortodoks a Suryanî ya Gerdûnî Moran Mor Îgnatîûs Efrem ê Duyemîn dibêje, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê gelekî girîng e. Aştî û ewlekarî ji nû ve têne avakirin. Ev yek ne tenê ji bo Suryaniyan, ji bo gel bi temamî girîng e. Tirk, Kurd, Suryanî, Ermenî, hemû li welatê pêşiyên xwe bi hev re dijîn. Divê hurmet ji çand, kevneşopî û zimanê her kesî re bê nîşandan. Jiyaneke bi rûmet mafê her kesî ye.”

