Hanîfe Guleç ku dayika endamê Desteya Weşanê ya PÎRHA’yê Velî Haydar Guleç e, li ser wesiyeta wê, sibe li Pulurê tê veşartin.
Hanîfe Guleç di Komkujiya Dersimê de bavê xwe, xwişk-birayên xwe û hemû cîranên xwe winda kir. Piştî qirkirinê bi 10 salan li gundê Sînosê yê Urgup a Nevşehîrê sirgun ma û malbata wê piştî 10 salan vegeriya Dersimê. Hanîfe Guleç, keça xwe ya 13 salî ji ber nexweşiyekê winda kir. Kurê wê Hasan Guleç ê tev li refên Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd bû, di sala 1994’an de jiyana xwe ji dest da. Di sala 1994’an di dema şewitandina gundan de her tiştên di destê xwe de bi gundiyan re parve kir.

