Heyeta Dayikên Aştiyê li Enqereyê bi nûnerên partiyên CHP, DEVA, Gelecek, MHP, AKP û Saadetê re hevdîtin kir. Hate ragihandin ku hevdîtin ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk girîng û cihê hêviyê bûn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bicihanîna “mafê hêviyê” ji bo Rêber Apo hem mecbûriyeta hiqûqî ye hem jî parçeyek ji pêvajoya aştiyê ye.
Înîsiyatîfê diyar kir ku daxwaza wan ew e ku êdî ti dayik negirî, ti ciwan neyên kuştin, paşerojeke demokratîk a ji jiyaneke bi rûmet û azad ji bo gelan bê avakirin û got, “Li gorî me dayikan, jiyaneke ji aştiyeke bi rûmet û mayinde ne tenê ji bo beşeke civakê ye, lê ji bo 86 milyon mirovên li Tirkiyeyê gelekî girîng e.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Weke dayikên ku bi salan e êşa polîtîkayên şer dikişînin, êşa ewladên xwe kişandine û dest ji jiyan û aştiyê bernedane; em dixwazin ku rêyên diyalogê bêne vekirin, zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin û astengiyên li pêşiya qenalên hevdîtinê bêne rakirin. Ber bi Roja Dayikan ve îradeya çareseriyê û hesta berpirsyariyê ya ku me ji beşên cuda yên civakê dît, di dilê me dayikan de bû hêvî. Em jin û dayik zanin ku şer herî zêde jiyana dayikan birîn dike. Ji ber vê yekê jî parastina aştiyê parastina paşerojeke azad, wekhev û jiyanê ye.”
Înîsiyatîfê diyar kir ku di hevdîtinan de wan careke din bi bîr xistin ku ew dixwazin bi Serokkomar Erdogan, Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî û Rêber Apo re hevdîtinê bikin û got, “Em weke Dayikên Aştiyê, em ê jiyanê li dijî şer, heqîqetê li hemberî înkarê û xwişk û biratiya gelan li hemberî dijberîkirinê biparêzin.”

