În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê: Hat piştrastkirin ku wê pêvajo bi biryardarî berdewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Erdogan re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Burdurê yên jehrkirî bûne nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê bi Erdogan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyet wê bi Erdogan re bicive: ‘Divê em di demek nêz de bi Birêz Ocalan re jî bicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Wê desteyên nû ava bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PAJK: Divê statuya Rêber Apo fermî bibe û bibe hêza bicihanînê
Kurdistan

PAJK: Divê statuya Rêber Apo fermî bibe û bibe hêza bicihanînê

Koordînasyona PAJK'ê diyar kir ku pêvajoya hiqûqî û qanûnî divê bikeve dewrê û got, "Pêvajoa ku Rêber Apo azad nebe, statuya xwe fermî nebe û nebe hêza bicihanînê, nepêkane ku bimeşe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Gulan 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Koordînasyona PAJK’ê li ser malpera xwe ya înternetê têkildarî pêvajoyê daxuyaniyek weşand û xwest, statuya Rêber Apo fermî û qanûnî bibe û got, “Divê pêvajoya hiqûqî û qanûnî bikeve dewrê.”

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Salek di ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bû ku Rêber Apo ku di 27’ê Sibata 2025’an de kir. Li gorî banga ku Rêbertiya me hêcetên guhertin û veguhertinê danîn, di dîroka 5-7’ê Gulana 2025’an de Kongreya PKK’ê ya 12’mîn pêk hat. Bi vê kongreyê biryara fesixkirina PKK’ê, bidawîkirina têkoşîna çekdarî û bi stratejiya siyaseta demokratîk domandina têkoşînê hat dayîn. Wek tevgera jinan me berpirsiyarî û pêşengtiya vê têkoşînê girt ser xwe.

Di 9’ê Tîrmeha 2025’an de piştî komplo û tecrîda 27 salan, cara yekê me peyama Rêber Apo ya zindî girt, ev ji hêla jin û gelê me ve bû wesîleya moral, kelecan û têkoşîna azadiyê. Peyamê gavên ku pêwîst e di pêvajoya muzakereyê de bên avêtin dihewand. Li gorî banga Rêbertî, ji bo pêşiya pêvajoyê vebe di 11’ê Tîrmehê de bi pêşengiya hevserokatiya KCK’ê heval Besê Hozat 30 hevalan çalakiya dîrokî ya çekşewitandinê pêk anîn. Di 26’ê Cotmeha 2025’an de jî 25 hevalan li Qendîlê bi civîneke çapemeniyê, di bingeha pêkanîna banga Rêbertî de daxuyand ku ev gava dîrokî avêtin. Rêber Apo di salvegera yekem a Banga Aştî û Civaka Demokratîk de ragihand ku derbasî merheleya duyem bûne. Merheleya duyem mafê hêviyê jî di nav de, pêvajoya gavavêtinên şênber wek sererastkirinên zagonî û hiqûqî digirt nava xwe. Lê ruxmî ku 3 meh di ser re derbas bûn, pêdiviyên vê pêvajoyê nehatin bicihanîn.

Merheleya duyem a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, merheleya ku divê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bê pêkanîn e. Banga Devlet Bahçelî ew bû ku Rêbertiya me were Meclîsê û li wir bang bike. Lê rûxmî ku salek û nîv derbas bû jî di statu û mercên Rêbertiya me de tu guhertin pêk nehatin. Pêdiviya herî bingehîn a vê merheleyê, Rêbertiya me divê bigihêje mercên jiyan, xebat û danûstandinên azad, wek sermûzakerevanê gelê Kurd û jinan bikeve meriyetê. Ji bo vê jî bi armanca bi tendirûst meşandina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêwîste cih û statuya Rêber Apo bê fermîkirin û zagonî bibe. Kurdên li çar parçe û derveyî welat, Rêber Apo wek Rêberê xwe û sermûzakerevanê vê pêvajoyê îlan kiriye, di hemû çalakiyên ev saleke tê meşandin de jî ev anîne ziman. Di pîrozbahiyên 8’ê Adar û Newrozê ku veguherîn referandumek netewî û heremî de daxwaza azadiya fîzîkî a Rêbertiya me, zelalkirina statuyê bû, dı serî de jin ji milê hemû gelê me ve ev daxwaz bi biryardarî hatiye ziman û gihîştiye her kesê.

Lê piştî Newrozê bersiva ku ji bang û daxwaza gelê me re hat dayîn qutkirina hevdîtinên bi Rêbertiya me re bû. Di nav vê pêvajoyê de derveyî hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM partiyê a di 27’ê Adara 2026’an ti hevdîtin çênebûye. Ji Rêbertiya xwe agahî negirtin di jin û gelê me de fikarên mezin ava dike. Rûxmê ku 2 meh derbas bûn bi Rêbertiya me re hevdîtin çênabe, tecrîda li Rêbertiya me didome ev jî hem vê fikarê kûr dike hem jî atmosfera çareseriya aşitî û civaka demokratîk ku di rayagiştî de avabûyî asteng dike. Nêzîkbûna dewletê ji pirsgirêka Kurd û Rêbertiya me re ku pîvanê demokratîkbûna herî bingehîn a Tirkiyêye, polîtîk û rojaneyî ye, ev jî hesasiyet û dîrokîbûna mijarê nateyisîne. Ev nêzîkbûn dide nîşan ku polîtîka û îradeya çareseriya pirsgirêkê hîn jî derneketiye holê, poîltîkayeke mijûlkirin û xwe dispêre tesfiyeyê di meriyetê de ye. Dewlet û hikumet berpirsiyariyên dikeve ser milê xwe pêk nayne, dereng be jî gav naavêje, li ser tevgera me a azadiyê zext ava dike û sedemên pêşdeneçûna pêvajoyê dixe stuyê tevgera me. Ev helwest ruhê pêvajoyê nateyisîne, hem di hundir hem jî di raya giştî a derve de nayê qebûlkirin.

Em heya dawî girêdayî hişmendî û perspektîfa têkoşînê ya Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk û perspektîfên Rêbertiya xwe ne. Di vê bingehê de me biryarên dîrokî girtin. Meşandin û pêkanîna van biryaran wê ji milê Rêbertiya me ve bê pêşxistin. Biryardariya me a çareserkirina pirsgirêka sedsalî wê di bingeha sermûzakerevaniya Rêbertî ve pratîk bibe. Rêyek din a vê nîne. Rêbertiya me hêceta herî bingehîn a hebûn û têkoşîna me ye. Di bin navê pêvajoyê de domandina tecrîdê û rûxmê hemû hewildanên çareseriyê hevdîtinên bi Rêbertî re xistina mijara bazarê, em bi ti awayî qebûl nakin. Hewildana çareseriya Rêbertiya me gavên hebûn û azadiya gelê Kurd e, di heman demê de derfeta hezar salî a Komara Tirkiyeyê ye jî. Lê di bingeha nêzîkbûnên teng ê polîtîk de dest girtina pêvajoyê wê bide windakirin. Pêvajoyek ku Rêber Apo ne azad be, statuya wî fermî nebe, yekser nebe hêza îcrayê, ne pêkan e ku bimeşe. Pêkhatina aşitiya dîrokî a gelan û demokratîkbûn bi gavên yekalî pêk nayê. Mirov bêje qey wê pêvajo yekalî bimeşe, têgihînên bi vî awayî biafrîne nade qezençkirin, wê fikaran kûrtir bike. Bendewariya gavavêtina yekalî tê çi wateyê, di serî de jin, hemû gelê me pir baş dizane û van ferzkirinan tu caran qebûl nake.

Ji bo ku Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a bi tendirûst bimeşe, derfetên dîrokî bê nirxandin teqez divê tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin. Bi Rêber Apo re derveyî hevdîtinên rûtîn ê bi malbat, parêzer, heyetê re, pêwîste di serî de çapemenî, beşên civakî-siyasî û derdorên cuda hevdîtin bikin. Jin û dayîkên aşitiyê û dîsa kedkarên çapemeniyê, hemû beşên cuda pêwîste bi Rêbertiya me re bikaribin hevdîtin bikin.  Her kes û saziya ku daxwaza hevdîtina bi Rêbertiya me re kirine, pêwîste di bingeha însiyatîfa Rêbertiya me de bê pêkanîn. Ji bo ev hemû pêk bên di serî de divê statuya Rêbertiya me bê fermî kirin. Pêwîst e pêvajoya zagonî û hiquqî bikeve meriyetê. Ji bo vê yek roj jî winda kirin, ji bo gelan xeteriyên windakirina mezin dihewîne.  Di nêvenga şerê Cîhanê ê Sêyemîn ku Rojhilata Navîn heta cîhan veguherî çembera agir de, li şûna vê xeteriyê bigrin ber çav, gavên Aştî û Civaka Demokratîk avêtin rasttir e. Ji bo vê jî pêwîste nêzîkbûnek erênî û gavên ku tecrîdê bilez radikin bê avêtin.

Bêyî Rêbertî azadî jî, jiyan jî, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî nabe. Zanîna vî şertê bingehîn ê pêvajoyê ye. Piştçavkirina vê rastiyê, bêyî ku gav bavêje ji demê re hiştin û bi vî awayî hewildana qezençkirinê xwe xapandine, pêwîste ev yekser bê terikandin. Tu hêz nikare jinan ji bo pêvajoyek bêyî îcrakarî û sermuzakerevaniya Rêber Apo, îkna bike. Ji bo jin û gelên me nêzîkbûna ji Rêbertî re hêceta têkoşînê ye. du mehên derbasbûyî, di serî de ji bo jin, rêxistinên jin, saziyên civaka sîvîl, saziyên pîşeyî ji bo hemû gelê me zor dide sînorên feraset, dilnizmî û tehemmulê. Daxuyanî, çalakiyên tên kirin bi awayek vekirî datînin holê ku şertê bingehîn ê pêvajoyê azadiya Rêbertî ye û ev çalakî her ku diçe zêde dibin. Em vê nêzîkbûna li hember Rêbertiya xwe bi tundî red dikin. Jinên evîndarê azadiyê ku ji kûr de girêdayî Rêbertî ne, di serî de hemû gel û ciwanên Kurdistanê, hemû ciwanên Tirkiyê, demokratên şoreşger û sosyalîstan li hember vê nêzîkbûnê dawetî helwest girtinê dikin. Dem dema bilindkirina têkoşîna demokratîk û ji bo azadiya Rêbertiya me di nav çalakiyan de bûyîn û heya serketinê nesekinînê ye.

Bijî Serok Apo!

Bê Serok Jiyan Nabe!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Reyhan Hacioglû hate birîn
Nûçeya Pişt re Ji PJAK’ê peyama ji bo Cejna Zimanê Kurdî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dêrik: Ne pêkane ku şoreşeke xwe spartiye gel, têk biçe

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ-QSD’ê Sozdar Dêrik bal kişand ser rêxistinbûneke xurt û stratejiyeke gel…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Rêber Apo rê li ber hemû gelan dixe’

Jîmena ku zaroka ji bavekî Perûyî û dayikek Elman e, anî ziman ku piştî Rêberê…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandarê fedaî yê berxwedana Cîloya Biçûk: Bawer Deyndar

Ji nîşaneyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê fermandarê fedaî yê berxwedana Cîloya Biçûk Bawer Deyndar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê: Hat piştrastkirin ku wê pêvajo bi biryardarî berdewam bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Erdogan re bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên li Girtîgeha Burdurê yên jehrkirî bûne nabin nexweşxaneyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?