Pêncşem, 12 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    PJAK’ê Sîrwan Ariyo Liylax û Amed Şaho bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiya nexweş Pinar Tikit cara sêyemîn hate astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat piştî 34 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCÊ-E: Salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamname: DEM Partiyê işaret bi wezîfeyên sereke yên dema nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji YRK’ê daxuyaniya têkildarî êrişên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Divê Iraq îradeya siyasî û îdarî ya Êzidiyan jî nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Têkoşîna me ji bo naskirina îradeya civaka Êzidî û Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bîr nekin ku em şervanên azadiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed: Em tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya mêr ne tenê li dijî bedena jinê ye, her wiha ruh û jiyana civakî jî dike hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED: Di cînayeta Vesîle Akin de divê berpirsiyarên îhmalên muhtemel hesabê bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevlîbûna yekser a jinan a li pêvajoya aştiyê mercê demokratîkbûnê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mukkades Erdogdu Çelik: ‘Divê têkoşîn li dijî çavkaniyên tundiyê bê meşandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Nêzîkatiya AKP’ê ya hiştina pêvajoyê ji demê re rîskên cidî bi xwe re tîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji PJAK’ê peyama ji bo Cejna Zimanê Kurdî
Kurdistan

Ji PJAK’ê peyama ji bo Cejna Zimanê Kurdî

PJAK'ê ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşand û destnîşan kir ku her malek divê bibe weke dibistanek ku zimanê Kurdî lê tê hînkirin û xurtkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Gulan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşand.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku 15’ê Gulanê roja zimanê Kurdî rojeke ji bo rêzgirtina li çanda kevnar û resen a gelê Kurde û tê gotin: “Zimanê Kurdî beşek giring û binirx yê pir çandiya li Rojhilata Navîne. Ev roj li tevayî azadîxwaz, welatparêz, parêzvanên nasname û rûmeta gelê Kurd pîroz be.”

Di dewamê de tê gotin: “Zimanê Kurdî wek yek ji zimanên herî kevnar, dewlemend û zindî yên cîhanê ye. Amrazekî giring û xwezayiye ji bo derbirîna nirxên jiyana azad, demokratîk û  mirovî. Rêzgirtina li zimanê Kurdî û hewldana ji bo pêşxistin û xurtkirina wê ya li her çar parçeyên Kurdistanê, li dijî polîtîkayên qirkirina çandî yên sîstemên deshilatdar, ne tenê erkeke çandî ye, di heman demî de erkekî exlaqî, siyasî û rewşenbîrî ye.”

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin ku zêdetirî sed salin gelê Kurd li dijî siyaseta înkar, bişaftin û qirkirina çandî li berxwe dide û divê oxirê de gelek şehîd dane. Bi vê boneyê ew şehîdên rêya azadî û zimanê Kurdî bibîr tînin.

PJAK dibêje: “Gelê kurd tevî têgihiştineke kûr a li ser girîngiya têkoşîna azadî û demokrasiyê, di aliyê madî û manewî de jî gelek qurbanî dane. Ev gelê kevnar bi piştgirêdana bi vîna xwe ya komînal û fedekariya xwe ya bêhempa, serdema qirkirina çandî derbas kiriye û niha di qonaxa gihîştina azadiyeke tam de ye. Zimanê Kurdî, wekî bingehek sereke ya nasnameya çandî, beşeke ji mîrateya mirovahiyê û dewlemendiya cîhana ziman û çandan.”

Di beşek din ya daxuyaniyê de tê gotin: “Bihêzkirin û pêşxistina zimanê me ne tenê parastina nasnameya gelê Kurde, lê belê gaveke bibandor a ber bi bihêzkirin û geşepêdana çandî, demokrasiya rastîn û rasterast a li herêmêye. Zimanê Kurdî zimanê derbirîna rewayetiya çandî ya bi hezaran sala ya gelên Zagrosêye û di heman demê de landika çanda mirovahiyê ya li herêmê ye. Her wiha di herikîna têkoşîna gelê me de, bûye zimanê derbirîna rastîn ya azadî û demokrasiyê. Zirar gihandina vî ziman û çandê, zirareke ku nayê qerebûkirin û ziyaneke digihe hemû gelên Rojhilata Navîne.”

Her wiha di dirêjiya daxuyaniya PJAK’ê de tê gotin: “Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, zimanê Kurdî wek zimanê têkoşîna azadiyê, geşbûna hişmendiyeke demokratîk û dirûşmeya tije wate ya “Jin, Jiyan, Azadî” lê hatiye û di vê çarçoveyê de destkeftiyên girîng bi dest xistine. Niha Îran rûbirûyê qonaxeke dîrokî ya guhertinan bûye, pêwîste bi rêya guhertineke bingehîn, dawî li desthilatdariya zalim û pêvajoya qirkirina çandî were anîn û di şûna wê de pêkhateyeke demokratîk ku rêzê li hemû netewe û zimanan bigire, were avakirin. Ji bilî vê, tu vebijarkeke leşkerî nikare wek berê çand û zimanê Kurdî rûbirûyê tunebûnê bike. Ji ber ku gelê me ji bo parastina zimanê Kurdî, wê bi awayekî yekalî têkoşîna xwe berdewam bike.”

Di daxuyaniya PJAK’ê de tê diyarkirin ku pêşxistin û xurtkirina zimanê Kurdî û bikaranîna wê erkê herkesî ye û wiha dom dike: “Pêwîste her malek ji bo fêrbûn û bihêzkirina zimanê Kurdî bibe dibistanek. Li ser vî bingehî em bang li hemû çalakvanên civaka sivîl, rewşenbîr, mamosta, ciwan, jin û çîna hişyar ya civakê dikîn ku ji bo rêxistinbûna xwe ya demokratîk, di hemû qadên girîng de ji bo parastin, bihêzkirin û pêşxistina zimanê Kurdî têkoşîna xwe xurt bikin. Em dubare dikin ku her gotinek, her nivîsek û her parçeyekî zimanê kurdî bi hemû zaravên xwe ve, ji aliyê me ve wekî çalakiyek, têkoşîn û pêngaveke civakî tê dîtin.

Em wek meclîsa PJAK Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin. Her wiha em piştgiriya xwe ji pêngava gelê Kurd ya ku li Rojavayê Kurdistanê ji bo fermîkirina zimanê Kurdî hatiye despêkirin re nîşan didîn. Em daxwaz ji gelê Kurd dikîn ku bi hemû şêwazek di nava jiyan û karê rojane de bi awayek zanistî fêrî ziman û zaravayên xwe bibin û bi awayek hestiyar nêz bibin.

Her wiha em daxwaz ji gelê xwe dikîn ku di vê dema hestiyar de bi awayek çalak tevlî têkoşîna azadî û demokrasiyê bibin. Ji berku tenê bi îradeya komî ya gelê me em dikarin hemû rojek bikin roja pêşxistin û bihêzkirina zimanê Kurdî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PAJK: Divê statuya Rêber Apo fermî bibe û bibe hêza bicihanînê
Nûçeya Pişt re Rûsyayê bi 650 drone û 56 fuzeyan êrîş bir ser Kievê: Kesek mir û 31 jî birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li DYE’yê serdemeke krîtîk: Hilbijartinên Serokatiyê 2024

Di Hilbijartinên Serokatiyê yên DYE'yê de ku îro pêk tê, namzeta Partiya Demokrat Kamala Harris…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Palinganê bi beşdariya 20 hezar kesî merasîma Hezar Def

Bi beşdariya 20 hezar kesan Merasîma Hezar Def duh li gundê Palingan yê geştiyariyê yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Malbatên dîlgirtiyan: Divê demildest dîlgirtiyên me bên berdan

Îro bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo dîlgirtiyan daketin qadan û gotin, divê demildest dîlgirtî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji YRK’ê daxuyaniya têkildarî êrişên Îranê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

PJAK’ê Sîrwan Ariyo Liylax û Amed Şaho bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana girtiya nexweş Pinar Tikit cara sêyemîn hate astengkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YJŞ: Rizgarkirina Şengalê bersiva li fermana 74’an e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?