În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Qanûna çarçoveyê girîng e lê belê bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd çareser nake’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lamî Ozgen: Divê kedkar hiqûqa hevpar û pêşeroja hevpar biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê: Hat piştrastkirin ku wê pêvajo bi biryardarî berdewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Erdogan re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Burdurê yên jehrkirî bûne nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê li pey şopa Heval Egîd bimeşin û meşa xwe heqîqetê bidomînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistanê ziwabûn û bandora wê ya li ser civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Ziman û jiyana Kurdistanê heta îro bi saya dayikan hatiye parastin’
Rojane

‘Ziman û jiyana Kurdistanê heta îro bi saya dayikan hatiye parastin’

Di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de çalakî û panel hatin lidarxistin û di panelê de hat gotin: "Ziman û jiyana Kurdistanê heta îro bi saya dayikan hatiye parastin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Gulan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê ZIMANGEH-DER’ê ve panelek bi sernavê “Zimanê Kurdî” hat lidarxistin. Di panelê de ku li hêwaneke bajêr hat lidarxistin, nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl û gelek welatî amade bûn. Di panelê de nivîskar Elîf Gemîcîoglû Yavıç û Qahir Bateyî wekî axivêr cih girtin.

Elîf Gemîcîoglû Yaviç a ku di panelê de axivî, diyar kir ku ew salên dirêj e xebatên ziman dike û got ku wê Kurdî ji diya xwe fêr bûye û ev tişt got: “Berhemên nayên xuyakirin. Rewşên wekî vê li Kurdistanê jî hene. Li Başûr hin dengbêjên jin bi nasnameya mêran tên naskirin. Tevî vê yekê jî jin parastina çanda devkî didomînin. Tevî vê yekê jî jinan li çar parçeyên Kurdistanê û li diyasporaya Ewropayê têkoşiyan. Şert û mercên siyasî rasterast bandorê li jiyana jinan dike. Di pirtûka ‘Xezal Xezal’ a nivîskara Kurd Sîma Semend a ku di sala 1903’yan de ji dayik bûye de, bandorên şoreşa Sovyetê yên li ser civakê tên dîtin. Ziman û jiyana Kurdistanê heta îro bi saya dayikan hatiye parastin.”

‘WÊJEYA DEVKI BÎRA GEL E’

Qahir Bateyî yê ku di panelê de axivî jî diyar kir ku saziyên ziman ji bo gelê kurd xwedî girîngiyeke mezin in. Bateyî bang li her kesî kir ku xwedî li van saziyan derkevin û got: “Parastina saziyên ziman tê wateya parastina çand, folklor û wêjeya Kurdî. Di van saziyan de dilopeke piçûk a keda we hebe jî, ew bi qasî deryayekê bi nirx e. Kurdî, bi hezaran salan e bi rêya dayikan tê parastin. Wêjeya devkî bîra gel e. Rêya naskirina gelekî di wêjeya wî ya devkî re derbas dibe. Wêjeya devkî ya Kurdî dewlemendiyeke mezin dihewîne.”

Piştî panelê, Qahir Bateyî pirtûkên xwe ji bo xwînêrên xwe îmze kir.

WAN

Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî  (KURDÎGEH) ya Wanê  bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di 9’ê Gulanê de bername dan destp^keirin û di roja dawî de bi belavkirina belavokan bidawî bû.

Standa ku li Parka Hunerê ya girêdayê Şaredariya Rêya Armûşê hat vekirin, pankartên “Em ê her derê bikin KURDÎGEH her der Kurdî her dem Kurdî”, “Azadiya Kurdî azadiya civakê ye” û “Statû ya Kurdî perwerdehiya Kurdî” hatin daliqandin.

Bernameya 6 rojan berdewam kir bi coşek mezin bidawî bû. Seranserê bernameyê pirtûkên Kurdî û rojnameya Azadiya Welat hat firotin.

Piştre bi pêşengiya KURDÎGEH’ê û tevlibûna rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedaran ji bo meşa sibê belavok hatin belavkirin û banga tevlibûnê hat kirin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Lêkolîn: Neandertal 60 hezar sal diran tedawî dikir
Nûçeya Pişt re Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dadgeha Federal giliyê Mesrûr Barzanî red kir

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, giliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Di bombebarana li Minbicê de ciwanek birîndar bû

Dewleta Tirk gundê Seyadê yê Minbicê bombebaran kir. Di encama êrîşê de ciwanê bi navê…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk hatin protestokirin

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li Tebqa, Reqa û Eyn Îsayê hat protestokirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Kurdistanê ziwabûn û bandora wê ya li ser civakê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Qanûna çarçoveyê girîng e lê belê bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd çareser nake’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lamî Ozgen: Divê kedkar hiqûqa hevpar û pêşeroja hevpar biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?