Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Arturo Salerni kiryarên li hemberî Rêber Apo ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve nirxand û got, qebûlkirina statu û mafê hêviyê yê Rêber Apo ji bo paşeroja pêvajoya çareseriyê sernavekî gelekî krîtîk e.
Endamê Fermandariya NPG’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku êrişên li ser Kurdî dewam dikin, li hemberî vê yekê divê her Kurdek helwestê nîşan bide û got, “Ziman ji bo hebûna neteweyan gelekî girîng e. Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze wê nikaribe hebûna xwe jî biparêze.”
Hevseroka Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Perva Înal işaert bi dejenerasyona civakî ya li bajarê Kurdan kir û anî ziman ku li dijî vê dejenerasyonê divê civaka Kurd bi feraseta xwe ya exlaqî helwestê nîşan bide.
Li Rojava di nava 14 salan de zêdeyî milyonek mirov bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dîtin, nifşek bi Kurdî mezin bû. Ev nifş niha gramera Kurdî hînî dayik û bavê xwe dike û Kurdî li nava rehên civakî belav dike.
Şehîd Rûken Maxmûrî bû yek ji fermandarên ciwan ên YJA Starê; her tim bi cidiyet nêzî wezîfeyên xwe bû. Li hemberî dijminê dagirker di xeta şer û berxwedanê de bi rola pêşengiyê rabû.

