Piştî 48 saetan a bidawîbûna agirbesta di navbera Moskowa û Kîevê de, Rûsyayê roja Pênçşemê li ser paytexta Ûkranya Kîevê êrîşekî berfireh a bi moşek û dornan pêk anî. Di êrîşan de herî kêm 16 kes jiyana xwe ji dest dan û 60 kes birîndar bûn.
Serwîsa Awarte ya Dewletê ya Ûkranyayê di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê de ragihand ku hejmara kesên di bombebarana li er Kîevê de jiyana xwe ji dest dane, derket 12 kesan û 2 ji wan zarok in.
Hêzên hewayî yên Ûkranyayê jî ragihand ku Rûsyayê di êrîşan de bêhtirî 675 dron û 56 moşek bikaranîne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji wan 652 dron û moşek hatine xistin. Hate diyarkirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di avahiya 9 qatî ya bûye hedef de hîna dewam dike.
Rêveberiya Kîevê ji ber ku 16 kes di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan, 15’ê Gulanê wekî roja şîna neteweyî ragihand.

