Di sala 2012’an de ku tovên Şoreşa Rojava hate çandin, di heman demê de “şoreşa zimanê” jî destpê kir. Kurdên ku bi salan zimanê wan hate qedexekirin, hebûna wan hate înkarkirin, li Sûriyeyê ku dora wan bi çeteyan hatibû pêçandin û şerê navxweyî destpê kir, bi biryardariyeke mezin xwe bi rêxistin kirin. Saziya Zimanê Kurdî li gel zextên rejîma Baasê ji Kobanê heta bi Efrîn û Dêrikê ji bo mirovên dixwestin hînî Kurdî bibin akademiyên perwerdeyê vekir.
Heman salê li Amûdê bi beşdariyeke berfireh Konferansa Zimanê Kurdî hate lidarxistin. Armanc ji konferansê ew bû ku mamosteyên dikarin perwerdeya Kurdî bidin biafirîne û dibistanan veke. Di encama nîqaşan de jî biryar hate dayin û Kurdî hate fermîkirin ku li seranserê Rojava belav bibe.
Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser Semîra Hec Elî ji ANF’ê re qala zor û zehmetiyên wê demê kir:
“Zehmetî û berpirsyariyên wê demê giran bûn. DAÎŞ’ê dor li her derê girtibû û sîstem hîn di destê Baasê de bû. Em bi israr bûn ku dersa Kurdî bidin xwendekarên li dibistanên seretayî, navîn û lîseyê. Rejîmê deriyên dibistanan dişikand û mamosteyên xwe vedikişand. Lê belê me dest ji Kurdî bernedan.
Armanca me ew bû ku di nava du salan de dibistanan kontrol bikin û Kurdî li her derê belav bikin. Li hemberî gelek zor û zehmetiyan em têkoşiyan, aboriya me tine bû, hejmara mamosteyên me têrker nebû.
Yên ku pêşengî ji belavbûna Kurdî re kirin mamosteyên li herêma Cizîrê bûn. Dema ku mamoste ji bo dayina dersan diçûn dibistanê li astengiyên rejîmê rast dihatin. Lê belê hem xwendekar hem jî malbatên wan di heman biryardariyê de bûn. Paşve gav neavêtin. Li ser vê yekê hefteyê sê saetan dersên dîrok û wêjeyê hatin dayin.
Xebatên ji bo avakirina bingehê li gel zextê hatin zêdekirin. SZK 11’ê Tebaxa 2013’an bi navê Şehîd Ferzat Kemanger li Efrînê akademiya destpêkê ya ziman û wêjeyê vekir. Li vê akademiyê perwerdeya ji bo bi dehan mamosteyan destpê kir. Bi pêşengiya SZK û Yekîtiya Mamosteyên Rojava 28’ê Cotmehê bi navê Şehîd Viyan Amara Enstîtuya Wêje û Zimanê Kurd a destpêkê vebû.
Her wiha 24’ê Cotmehê li Qamişloyê Akademiya Celadet Bedirxan a ji bo wêje, dîrok û zimanê Kurdî, li Kobanê jî Enstîtuya Şehîd Viyan Amara hate vekirin.
Ber bi sala 2014’an ve li Rojava serdemeke nû destpê kir. Di 21’ê Çileyê de Kantona Cizîrê, 27’ê Çileyê Kantona Kobanê û 29’ê Çileyê jî Kantona Efrînê hate ragihandin. Bi vî rengî êdî Kurdî li hemû dibistanên herêmê hate hînkirin.”
Semîra Hec Elî anî ziman ku mufredat jî li gorî “Paradîgmaya Neteweya Demokratîk” a Rêber Apo hate amadekirin û got, “Yanî li herêmên Kurdan wê avaniya pirrengî û pir zimanî esas bihata girtin; ne tenê ji bo Kurdan wê ji bo zarokên Ereb û Suryan jî perwerdeya bi zimanê dayikê bihata dayin. Li ser vê yekê di mufredatê de li gel Kurdî bi Erebî û Suryanî jî perwerde hate dayin.
Di sala 2016’an de êdî li hemû polên dibistanan perwerdeya bi Kurdî destpê kir. Kurdî, Erebî û Suryanî weke zimanê perwerdeyê yê fermî hatin qebûlkirin, zarok hemû bûn xwedî mafê perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê.”
103 HEZAR Û 716 XWENDEKAR BI ZIMANÊ DAYIKÊ PERWERDEYÊ DIBÎNIN
Ev sîstem li Rojava hîn jî dewam dike. Niha li herêma Cizîrê li hezar û 790 dibistanan 60 hezar û 221 xwendekar bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibînin. Li vê herêmê 6 hezar û 221 mamoste hene.
Li Herêma Firatê 43 hezar û 495 xwendekar li 300 dibistanan perwerdeyê dibînin. Hejmara mamosteyên ku dersê didin xwendekaran jî 2 hezar û 650 ye.
ZANÎNGEHA ROJAVA HATE VEKIRIN
Perwerdeya Kurdî bi şoreşê re li asta dibistanên seretayî, navîn û lîseyê derbasî pratîkê bû. Ji bo perwerdeya asta piştî vê jî liv û tevgerê destpê kir. Diviya bû zanîngeh bihatina vekirin, li branşên cuda perwerdeya pîşeyî bihate dayin û yên mezûn bibin jî diviya bû xizmet ji gel re bikira.
Di sala 2016’an de Zanîngeha Rojava hate avakirin ku dersên wê bi temamî Kurdî bûn. Li zanîngehê niha zêdeyî 3 hezar xwendekar ji 280 akademîsyenan perwerdeya pîşeyî dibînin.
Zanîngeha ji 12 fakulte, 3 dibistanên bilind ê pîşeyî û 2 enstîtuyên di ser lîsansê pêk tê, di nava 10 salan de nêzî hezar û 800 xwendekar jê derçûn. Hevseroka Zanîngeha Rojava Zêna Elî ji ANF’ê re ragihand ku ji bo bigihêje vê astê wan ji sifirê destpê kir û got, “Me her tiştên xwe bi xwe ava kir. Lêkolînên xwe, materyalên xwe û sîstema xwe ya perwerdeyê amade kir. Em li gelek zehmetiyan rast hatin; akademîsyen, pispor tine bûn. Bifikirin avahiya dibistanê jî ne li gorî sîstema perwerdeyê bû, budçeya me têrê nedikir. Lê belê li gel astengiyan hemûyan jî em mezin bûn.”
Zêna Elî anî ziman ku xwendekarên ji zanîngeha wan derçûn li Rojava dikarin kar peyda bikin.
ZANÎNGEHA KOBANÊ HATE VEKIRIN
Piştî Zanîngeha Rojava di sala 2017’an de Zanîngeha Kobanê hate vekirin. Lê belê pêvajoya damezrandina wê gelekî bi zor û zehmet derbas bû. Li bajarê ku ji ber êrişên çeteyên DAÎŞ’ê hilweşiya, vekirina zanîngehê gelekî zehmet bû. Ji avahiyan heta bi laboratûwaran, ji kadroyên perwerdeyê heta bi derfetên teknîkî li gelek qadan kêmasî hebûn.
Rêveberiya Xweser ku di pêvajoya jinûve avakirinê de bû, bi biryar bû ku li gel derfetên kêm perwerdeya bi Kurdî bide zarokan. Di heman demê de ji bo sûdwergirtina ji çavkaniyên zanistiyê dersên Erebî û Îngilîzî jî li mufredatê hate bicihkirin. Bi taybetî li fakulteyên tip û zanistên fenê ders bi Îngilîzî tê dîtin.
Li zanîngehê ku li 8 fakulte û zêdeyî 12 beşan perwerde tê dayin, hezar û 200 xwendekar bi rengekî aktîf di perwerdeyê de ne; nêzî 2 hezar xwendekar jî ji dûr ve perwerdeyê dibînin. Ji zanîngehê heta niha zêdeyî 500 xwendekar derçûn û zanîngeh xwe amade dike ku mezûnên xwe yên doktora Kurdî yên destpêkê bide.
ÇAND Û HUNERA BI KURDÎ
Şoreşa ziman ne tenê li dibistan û zanîngehan bû. Bi şoreşê re ji bo parastina hişê çandî, pêşvebirina wê, Kurdan qedexeya li ser Kurdî ji kokê ve rakirin û zimanê xwe yê dayikê li nava rehên civakî belav kir.
Ji bo parastina muzîka Kurdî û xwedîderketina li stranên gelêrî û şoreşgerî Hunergeha Welat gund bi gund geriya û stranên Kurdî qeyd kir. Heta niha zêdeyî 275 stran qeyd kir û ji bo 49 ji wan jî klîb amade kir.
Bi heman rengî Komîna Fîlman a Rojava ku sala 2015’an ava bû bi avaniyeke kolektîf dokûmanter û fîlmên bi Kurdî hildiberîne û azadiya jinê, şoreşê û têkoşînê ji gel re radigihîne.
Navên Kurdî li nexweşxane, dibistan, qad û saziyên çandê hate kirin.
Bi perspektîfa Rêber Apo re li Rojava di çarçoveya ‘Paradîgmaya Neteweya Demokratîk’ de di nava 14 salan de zêdeyî milyonek xwendekar derçûn û gelek serketin bi dest xistin.
‘ZAROK KURDÎ HÎNÎ DAYIK Û BAVÊ XWE DIKIN’
Semîra Hec Elî bi van gotinan qalê kir ku wan şoreşa zimanê Kurdî kirine: “Berê digotin, ‘Kurdî ne zimanê perwerde û zanistê ye’. Bi giranî bi devkî û kêm caran bi nivîskî hilberîn dihate kirin. Bawer nedikirin ku bi Kurdî perwerde, jiyan, çand û huner bibe. Lê belê tecrûbeya Rojava nîşan da ku rastî berevajî vê ye.
Zarokên ku me li dibistanên xwe perwerde kirine niha gramera Kurdî hînî dayik û bavê xwe dikin. Her wiha dixwazim vê jî bibêjim: Zarokên me yên Kurd ên perwerdeya bi Kurdî dibînin di dersên xwe de gelekî serketî ne û ji bilî Kurdî gelek zimanên din jî hîn dibin.”
SIBE: Di rejîma HTŞ’ê de ji bo Kurdî garantiya destûra bingehîn şert e

