Li gelek bajaran pîrozbahiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin. Di pîrozbahiyan de panel, konser, çalakiyên zarokan, belavkirina belavokan û bernameyên çandî hatin lidarxistin û lbal kişandin ser girîngiya parastina zimanê Kurdî.
COLEMÊRG
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê ZIMANGEH-DER’ê ve panelek bi sernavê “Zimanê Kurdî” hat lidarxistin. Di panelê de ku li hêwaneke bajêr hat lidarxistin, nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl û gelek welatî amade bûn. Di panelê de nivîskar Elîf Gemîcîoglû Yavıç û Qahir Bateyî wekî axivêr cih girtin.
Elîf Gemîcîoglû Yaviç a ku di panelê de axivî, diyar kir ku ew salên dirêj e xebatên ziman dike û got ku wê Kurdî ji diya xwe fêr bûye û ev tişt got: “Berhemên nayên xuyakirin. Rewşên wekî vê li Kurdistanê jî hene. Li Başûr hin dengbêjên jin bi nasnameya mêran tên naskirin. Tevî vê yekê jî jin parastina çanda devkî didomînin. Tevî vê yekê jî jinan li çar parçeyên Kurdistanê û li diyasporaya Ewropayê têkoşiyan. Şert û mercên siyasî rasterast bandorê li jiyana jinan dike. Di pirtûka ‘Xezal Xezal’ a nivîskara Kurd Sîma Semend a ku di sala 1903’yan de ji dayik bûye de, bandorên şoreşa Sovyetê yên li ser civakê tên dîtin. Ziman û jiyana Kurdistanê heta îro bi saya dayikan hatiye parastin.”
‘WÊJEYA DEVKI BÎRA GEL E’
Qahir Bateyî yê ku di panelê de axivî jî diyar kir ku saziyên ziman ji bo gelê kurd xwedî girîngiyeke mezin in. Bateyî bang li her kesî kir ku xwedî li van saziyan derkevin û got: “Parastina saziyên ziman tê wateya parastina çand, folklor û wêjeya Kurdî. Di van saziyan de dilopeke piçûk a keda we hebe jî, ew bi qasî deryayekê bi nirx e. Kurdî, bi hezaran salan e bi rêya dayikan tê parastin. Wêjeya devkî bîra gel e. Rêya naskirina gelekî di wêjeya wî ya devkî re derbas dibe. Wêjeya devkî ya Kurdî dewlemendiyeke mezin dihewîne.”
Piştî panelê, Qahir Bateyî pirtûkên xwe ji bo xwînêrên xwe îmze kir.
WAN
Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) ya Wanê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di 9’ê Gulanê de bername dan destp^keirin û di roja dawî de bi belavkirina belavokan bidawî bû.
Standa ku li Parka Hunerê ya girêdayê Şaredariya Rêya Armûşê hat vekirin, pankartên “Em ê her derê bikin KURDÎGEH her der Kurdî her dem Kurdî”, “Azadiya Kurdî azadiya civakê ye” û “Statû ya Kurdî perwerdehiya Kurdî” hatin daliqandin.
Bernameya 6 rojan berdewam kir bi coşek mezin bidawî bû. Seranserê bernameyê pirtûkên Kurdî û rojnameya Azadiya Welat hat firotin.
Piştre bi pêşengiya KURDÎGEH’ê û tevlibûna rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedaran ji bo meşa sibê belavok hatin belavkirin û banga tevlibûnê hat kirin.
DERSÎM
Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK) a Dersîmê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurd ji bo zarokan şahî li dar xist.
Di şahiya ku li Gola Çetû hate lidarxistin de pankarta “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hat daliqandin. Şahiya ku ji hêla Gerok Ma ve hatine organîzekirin gelek zarok beşdarî atolyeyên wênesaziyê, muzîk, xêzkirin û rîtmê bûn.
Di atolyeyan de zarokan li ser qumaşên spî wêne xêz kirin û nivîs nivîsandin, piştre bi dar, satil û dabûkayan rîtm girtin û stran gotin. Zarokan bi stranên Kirmanckî û Kurmancî demek xweş derbas kirin.
AMED
Midûriyeta Karûbarên Civakî ya Şaredariya Yenîşehîrê ve bi dirûşmeya “Em bi deng, gotin û bîra zimanê Kurdî tên cem hev” şahî li dar xist.
Şahiya ku li Pirtûkxaneya Gel a Rojîn Kabaîş hat lidarxistin, gelek nûnerên rêxistinên sivîl beşdar bûn. Di şahiyê de dengbêj hatin guhdarkirin, helbestan hatin xwendin, muzîk, performansên erbane, konser û pêşbaziya zanyarî hatin lidarxistin.
Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag di axaftina xwe ya vekirina bernameyê de Cejna Zimanê Kurdî li her kesî pîroz kir û diyar kir ku zimanê dayikê bingeha jiyanê ye. Akdag destnîşan kir ku dayik mamosteyên yekem ên zimanê dayikê ne û ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê, zarok û ciwan ji ziman û çanda xwe dûr dikevin.
Safiye Akdag got, “Zimanê me hîn jî qedexe ye, zimanê me hîn jî bê statu ye. Ji ber vê yekê, divê em bêhtir xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.”
Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Ergun j got, “Em li ku derê bin bila bibin divê em bi zimanê xwe biaxivin û bidin jiyîn. Ger zimanê me dewlemend bibe wê çand û nasnameya me jî xurt bibe.”
Bername bi dengbêj Sidikê Farqînî û Rêdûr Serqan, helbest, muzîk û pêşbaziya zanyarî ya ji bo zarokan berdewam kir.
REZAN
Meclisa Ziman a Şaredariya Rezanê ya Amedê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li baxçeyê avahiya xizmetê ya şaredariyê bernameyeke hunerî ya berfireh li dar xist. Hevşaredarê Rezanê Sîraç Çelîk, endamên meclîsê û gelek kes beşdarî bernameyê bûn.
Hevşaredar Sîraç Çelîk di vekirina bernameyê de axivî û destnîşan kir ku zimanê dayikê rûmet û hebûna gel e û her xebata ku ji bo pêşxistina zimanê Kurdî tê kirin, ji bo wan di ser her tiştî re ye. Çelîk bang li welatiyan kir ku di her qada jiyanê de li ziman û çanda xwe xwedî derkevin.
Pîrozbahî bi nîşandana berhemên hunerî yên kursiyeran û pêşangeha wêneyan a zarokan berdewam kir. Di bernameyê de ciwanan bi xwendina helbestên, stranên koroyê û lîstikên gelêrî coşeke mezin dan nîşandan. Her wiha lîstika şanoyê ya ku hat pêşkêşkirin ji aliyê gel ve bi dilgermî hat pêşwazîkirin. Beşa herî balkêş a pîrozbahiyê ew bû ku ciwanan bi kincên neteweyî pêşengên wêje û hunera Kurdî mîna Celadet Alî Bedirxan, Cegerxwîn, Feqiyê Teyran, Eyşe Şan û Sûsîka Sîmo li ser dikê zindî kirin.

