Yekşem, 28 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Operasyona Bexdayê: Rayedarên payebilind reviyan, deriyên Herêma Kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Bûdak hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Boksorê Kurd Kabayel bû şampiyonê cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Aslan: Aştî tespîta maliyetên sosyolojik û hevrûbûneke bi kok divê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo ber bi Amedê ve diherikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Zimanê Kurdî: Azadiya ziman dewlemendî ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Zimanê Kurdî: Divê em hîn xurttir xwedî li ziman derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşmergeyê PAK’ê li Hewlêrê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Zîlan hêza jinê ya azad nîşanî tevahiya cîhanê da’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di mitînga Wanê de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo hatin pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ: Rojnamevanên jin hêza xwe ya ragihandina dengê civakê ispat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku koka dîrokî ya tundiyê neyê fêhmkirin çareserî nikare bê afirandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beate Schwarzkopf: Divê em fikrê aştiyê bixin navenda jiyana xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo Festîvala Sakîne Cansiz amade ne: Em dengê xwe bi hev re bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dayika Aştiyê ya ku çû Enqereyê: Pêwîstî bi kar heye, ne bi gotinê!
Rojane

Dayika Aştiyê ya ku çû Enqereyê: Pêwîstî bi kar heye, ne bi gotinê!

Yek ji Dayikên Aştiyê yên ku li Enqereyê bi partiyên siyasî re hevdîtin kir Afîfe Kartal got, "Me bang li partiyan hemûyan kir ku gava şênber biavêjin û got, divê Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Divê êdî li şûna gotinê, kar ji bo aştiyê bê kirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji Wan, Amed û Îzmîrê 3 dayikên aştiyê di nava hefteyê de li Enqereyê bi gelek partiyên siyasî re li ser pêvajoyê hevdîtin kirin. MHP, AKP û CHP jî di nav de dayikan serdana gelek partiyan kirin, çarikên spî diyarî serok û hevserokên partiyan kirin, bal kişandin ser qîmet û girîngiya pêvajoyê û daxwazên xwe yên ji bo afirandina zemîneke qanûnî ya bi gavên şênber a ji pêvajoyê re û azadiya Rêber Apo parve kirin. Dayikan li gel vê yekê careke din bang li partiyan hemûyan kirin ku bêdudilî û fikaran piştgiriyê bidin pêvajoyê. Yek ji endamên heyeta Dayikên Aştiyê Afîfe Kartal li ser armanca çûyîna Enqereyê û girîngiya hevdîtinan ji ANF’ê re axivî.

‘XWÎN BI XWÎNÊ NAYÊ ŞUŞTIN’

Afîfe Kartal got, “Ji bo em helwesteke şênber li ser nîqaşên statuyê û girîngiya pêvajoyê destnîşan bikin em çûn Enqereyê. Daxwaza me ya destpêkê ew bû ku Birêz Abdullah Ocalan azad bibe û li dora maseyê karibe bi her kesî re hevdîtinê bike, vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Me destnîşan kir ku heta Birêz Ocalan azad nebe ev pêvajo bi rengekî çêker nikare bimeşe.”

Afîfe Kartal bal kişand ser bûyerên piştî banga 27’ê Sibatê qewimîn û diyar kir ku rawestîna şer ji bo civakê gelekî girîng e. Afîfe Kartal got, “Bi banga 27’ê Sibatê re cenaze ji dayikên Kurd û Tirk re neçûn û cîgerê kesî neşewitî. Me bal kişand ser vê mijarê. Ev yek ji bo aştiyê gaveke gelekî girîng e. Me hêviya xwe careke din anîn ziman ku ev bang û aştî bi cih bê. Xwîn bi xwînê nayê şuştin, xwîn bi aştiyê tê şuştin. Em li pişt daxwaz û zarokên xwe ne.”

‘EV PÊVAJO JI BO GELAN FIRSENDEK E’

Kartal anî ziman ku li Enqereyê wan hevdîtin bi hemû partiyên siyasî re kirin û daxwaza ji bo sererastkirina qanûnî ya têkildarî gerîlayên çek danîne xistin rojevê. Kartal got, “Ev pêvajo divê êdî bi gavên şênber li ser zemîneke xurt bê danîn. Bİ taybetî me bal kişand ser girîngiya vê pêvajoyê û destnîşan kir ku firsendek e. Ev pêvajo ji bo hemû gelan firsendek e, divê em bi her awayî xwedî lê derkevin. Dema ku keça min jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wê di nava kîsekî de dan me. Dema ku min ew dît, min got ‘Bila êdî mirov nemirin, ev bibe ya dawî, aştî bê’ û dua kir. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo aştiyê têbikoşin.”

‘JI BO AŞTIYÊ HER KES ERÊNÎ AXIVÎ’

Afîfe Kartal diyar kir ku partiyên siyasî bi erênî nêzî hevdîtinan bûn û got, “Wan jî bi çavekî erênî li daxwazên me nihêrîn, anîn ziman ku divê aştî ava bibe û pêvajo bi rengekî erênî bi pêş ve biçe. Bi taybetî me xwest, statu bê qebûlkirin û girtîgeh bêne valakirin. Me fikrê hemûyan wergirt, me li wan guhdarî kir, wan jî guh dan me. Tenê bi vî rengî, bi axaftinê em dikarin aştiyê ava bikin.”

‘JI GOTINAN DIVÊ DERBASÎ PRATÎKÊ BIBE’

Afîfe Kartal di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku peyamên têkildarî aştiyê divê êdî derbasî pratîkê bibin û got, “Em li bendê ne ku daxwazên me tavilê derbasî pratîkê bibin. Her kesî têkildarî aştiyê tiştên erênî got, lê belê dem hatiye ku ev yek êdî ji gotinê derbasî pratîkê bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bandora polîtîkayên şerê taybet a li qadê
Nûçeya Pişt re Cemîle Tûrhalli: Têkoşîna gelê Kurd di heman demê de têkoşîneke çand û ziman e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Şandeya DEM Partiyê ya ku bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî ji Îmraliyê vegeriya.

Ji aliyê Stêrk TV

Di salvegera 11’emîn a Komkujiya 5’ê Hezîranê de daxwaza eşkerekirina kujeran hat kirin

Platforma Saziyên Demokratîk di 11’emîn salvegera êrîşa bombeyî ya 5’ê Hezîrana 2015’an ya li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Operasyona Bexdayê: Rayedarên payebilind reviyan, deriyên Herêma Kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyê 30 salan Bûdak hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YPJ: Em ê xewn û xeyalên jiyana azad mezin bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YRJ: Rojnamevanên jin hêza xwe ya ragihandina dengê civakê ispat kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?