Polîsan îro serê sibehê bi ser gelek malbatan de girtin. Di serdagirtinan de li gel hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Veysî Dîlekçî û Gulşen Kûrtê, herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.
Navên kesên di serdagirtina serê sibê de hatine binçavkirin wiha ne: “Hevseroka Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Hanim Kaya, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynûr Sarica, Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Artemêtan Cemîl Baydar, Dayikên Aştiyê Sarya Suer, Hazal Suer û Munîfe Kaçak; Adem Onat, Fazil Nûman, Tahîr Artîm û Selma Cintan.”