Rojnamevan-nivîskar Berrîn Sonmez têkildarî konsepta êrîşa dagirkerî û topyekûn ên li ser destkeftiyên Kurdan ên çandî û herêmî, îtîrazên li hemberî otonomiya Kurdan a li Iraq, Îran û Sûriyeyê û bandorên vê yekê yên li ser polîtîkayên Kurdî, ji ANF’ê re axivî.
Berrîn Sonmez diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze hemû destkeftiyên Kurdan paş bixe û lewaz bike û got: “Kurd gelekî ku ji 7’ê heta 70 salî polîtîk bûye û xwedî berxwêriyeke mezin e. Wê Polîtîkayên desthilatdariyê têk bibe.”
Berrîn Sonmez bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku di demên dawî de zêde bûne û ev tişt got: “Kesên ku li Tirkiyeyê xwedî biryar, nexwestine Kurd li Iraq, Îran û Sûriyeyê otonomiyê bi dest bixin û her tim li dijî vê yekê îtîraz kirine. Li ser xaka Iraqê jî armanc dikin ku PKK qabîliyeta xwe ya tevgerê winda bike. Ev stratejiya Tirkiyeyê nahêle çêkera federal xurt bibe û polîtîkayên otonom pêş bikevin. Armanc dike ku PKK’ê tenê bihêle û lewaz bixe, da ku Kurdên li Tirkiyeyê û siyaseta Kurd hîn hêsantir kontrol bike.”
Berrîn Sonmez bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî huner û çanda gelê Kurd û ev tişt got: “Nerazîbûnên li hemberî nivîsên Kurdî yên ji bo hişyariya trafîkê tên bikaranîn, pir bi eşkere refleksa dewlet-netewparêz nîşan dide. Êrîşên bi hinceta dirûşme û stranan li ser govendê jî tê kirin, teqez weke polîtîkaya dewletê dixuyê. Yên ku li ser hawûzan êrîşî jinan, li parkan êrîşî zarokan û êrîşî xebatên hunerî yên ciwanan dikin jî refleksa selefî (HUDA-PAR) nîşan dide.”
‘TÊ XWESTIN KU TEVGERA SIYASÎ YA KURD, BI DESTÊ DEWLETÊ JINÛVE WERE AVAKIRIN’
Berrîn Sonmez qala êrîşên dagirkeriyê yên li Başûr jî kir û diyar kir ku Tirkiye naxwaze rêveberiya Kurd a li Iraqê federal bibe. Sonmez ev nirxandin kir: “Dibe ku Tirkiye naxwaze Kurd bawerî bi çêkera federal bînin. Astengkirina baweriyeke bi vî rengî, di polîtîkaya hundirîn a Tirkiyeyê de ji rêbaza çareserkirina pirsgirêka Kurd hêsantir tê dîtin. Bi taybetî jî tê xwestin ku bi vê rêyê baweriya li hemberî siyaseta Kurd û siyasetmedarên Kurd bê şikandin û tevgera siyasî ya Kurd bi destê dewletê jinûve were avakirin. Ev polîtîkayeke sosret e. Li vî welatî Kurd gelekî ji 7’ê heta 70 salî polîtîk bûye û xwedî berxwedêriyeke mezin e. Eger texmîna min rast be, yanî eger bi rastî jî ev tiştên diqewimin encama van polîtîkayan e, gumana min nîne ku wê ev polîtîka têk neçin.”
‘DIXWAZIN HILBIJÊRÊN KURD CEZA BIKIN’
Berrîn Sonmez ragihand ku desthilatdarî ji ber têkçûna xwe ya di hilbijartinên giştî û xwecihî de dixwaze gelê Kurd û hilbijêrên wê ceza bike û got: “Dibe ku bi van zextên li ser çandî, tê xwestin ku hilbijêrên Kurd ji ber biryardariya xwe ya di siyasetê de were cezakirin.”
‘HIŞYARIYÊN TRAFÎKÊ YÊN KURDÎ BINIRX IN, DIVÊ QEDRÊ WÊ WERE ZANÎN’
Berrîn Sonmez têkildarî êrîşên li ser zimanê Kurdî û hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî jî nirxandin kir û wiha got: “Feraseta trafîkê ya ku destpêkê rê dide mirovên peya, hema bêje hîna li welatê me pir nû tê hesibandin. Li gelek bajaran ev feraset hîna bi cih nebûye, hîna şert û mercên rêyên derbasbûnê yên biewle çênebûne. Hişyariyên bi Kurdî ji bo avabûna vê ferasetê pir girîng e.”
‘MUXALEFET LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN LI SER KURDÎ BÊDENG DIMÎNE’
Berrîn Sonmez nerazîbûn nîşanî muxalefetê da ku li hemberî êrîşên li ser Kurdan bêdeng dimîne û destnîşan kir ku divê li hemberî van êrîşan mîna li dijî desteserkirina Şaredariya li Wanê, bertekeke hevpar bê nîşandan.