Sêşem, 1 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê ketin û derketina sê herêman hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê li dijî komkujiyên jinan meş

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rehendek cuda ya şerê li Kurdistanê: Şîrketên dagirker
Kurdistan

Rehendek cuda ya şerê li Kurdistanê: Şîrketên dagirker

Yek ji sedemên ku dewleta Tirk li Kurdistanê bi rehetî tevbigere, polîtîkayên PDK’ê û ya din jî şîrketên ku binesazî û lojîstîka dagirkeriyê dabîn dike ye. ANF; Xwe gihand navên şîrketên ku destekê didin dewleta Tirk.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tebax 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Bandora polîtîkayên îlhaqkirinê yên ji aliyê dewleta Tirk ve li Başûrê Kurdistanê tê meşandin, didome. Ji aliyek ve gelê Başûr ji cih û warên xwe tên koçkirin û ji aliyê din ve artêşa Tirk lez daye xebatên avakirina baregehên nû. Yek ji sedemên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi rehetî tevbigere polîtîkayên PDK’ê ye û ya din jî şîrketên ku binesazî û lojîstîka dagirkeriyê dabîn dike ye.ANF; xwe gihand navên şîrketên ku destekê didin dewleta Tirk. Di polîtîkayên dagirkeriyê de rola 7 şîrket û 35 navên ku di raya giştî ya herêmê de cih girtine, tabloyeke balkêş datîne holê.

ŞÎRKETÊ NEQLIYE Û ANONÎM Ê

Navenda şîrketa ku xwediyê wê Suleyman Odabaşi ye, li navçeya Bajarê Nû ya Amedê ye. Navnîşana xwediyê şîrketê ya duyemîn jî 1’emîn Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê ye û yek ji malbatên li bajêr ên navdar in. Şîrketa ku li Kurdistanê gelek şaxên wê hene, bi wergirtina îhaleyên leşkerî tê naskirin. Ji sala 2022’yan û vir ve piştî operasyona dewleta Tirk a li herêma Zapê heta niha, xebatên rêçêkirinê pêk tîne û sewqiyeta lojîstikê ya artêşê dike. Wesayîtên şîrketa ku di warê endezyariyê de jî piştgiriyê dide artêşa Tirk, di “Operasyona Sergelê-Tepê Bihar” de ku HPG’ê li dijî artêşa Tirk pêk anî bû, bibû hedefa gerîlayên HPG û YJA Starê.

ŞÎRKETA GUNFAR

Şîrketa ku xwediyê wê Saladî Gunfar e, li herêmên Colemêrg û Çelê xebatên çêkirina rê dimeşîne. Di çarçoveya operasyonên ku artêşa Tirk pêk tîne de; tê plankirin ku 2 rêyên leşkerî çêbikin. A yekemîn ji deştê gundê Talê ya Colemêrgê heta gundê Bilêcan a Çelê û ya duyemîn jî ji navenda navçeya Çelê heta herêma bi navê kaniyê qeymeqemiyê tê binavkirin dirêj dike. Hat ragihandin ku çêkirina rêyan ku îhale ji aliyê Necmî Pala û Seladî Gunfer ve hatine wergirtin, destpê kiriye. Her wiha ev şîrket li herêmên Geliyê Tiyarê û Gundê Talê yên Colemêrgê bi leşkerên Tirk re madenan derdixin.

KOMA KAVÎN

Xwediyê vê şîrketê jî Mesrûr Barzanî ye; îhaleya rêya ku ji Mêtîna ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin û diçe Girê Çarçel girtiye. Dîsa ji bajarokê Kanîmasî heta herêma Tepê Orte, ji vê herêmê heta herêmên Çarçel û Tepê Hakkarî rêyên hatine çêkirin, tên alfaltkirin.

Şîrket herî dawî ye; Li ser navê Zîkrî Barzanî îhaleya rêya leşkerî ji navenda navçeya Amediyê heta Tengava Amediyê girt.

ÇETÎN ÎNŞAAT

Navnîşana şîrketa ku xwediyê wê Erman Çetîn e, cihê wê li navenda bajarê Colemêrgê ye. Li ser navê şîrketê yek ji birayan Adil Çetîn li Colemêrgê, Fazil Çetîn jî li Enqere û Îzmîrê xebatê dimeşîne. Yek ji xwediyên şîrketê Adil Çetîn li Gundê Otlucayê di xebatên înşaetê yên ji bo artêşê de cih digire. Tê diyar kirin ku têkiliyên nêz ên kurên wî Sercan Çetîn û Fazil Çetîn bi fermandarên payebilind ên artêşê û MÎT’ê re hene. Her wiha tê diyarkirin ku wê şîrket li Geverê xebatên înşaetê yên avahiya midûriyeta polîsan a nû bimeşîne.

OLMEZ MADENVANÎ

Şîrketa Îsmet Olmez; Îhaleya rêyên leşkerî yên li herêmên Orê, Hirorê û Nizorî yên herêma Metîna girt. Endamên malbata Olmez, Sabahattin Olmez, Selman Olmez, Fethî Olmez, Savaş Olmez, Kenan Olmez jî li ser navê şîrketê xebatê dimeşînin. Hate zanîn ku şîrketa ku li Amed, Wan û Colemêrgê herêmên wan ên madenê hene, ji salên 2000’î ve ji bo binesaziya leşkerî ya dewleta Tirkiyeyê xebat dimeşîne.

FÎRMAYA AYKOP

Navenda xebata şîrketa ku Aytekîn Koparan avakiriye jî li Wan û Colemêrgê ye. Koparan ku paşnavê xwe bi navê Karahan guherand, di nava AKP’ê de jî xebat meşandiye. Li herêmên ji aliyê artêşa Tirk ve hatine dagirkirin; Ev fîrmaya ku çêkirina rêyên ewlehî, keleh û qereqolên polîsan pêk tîne, di sala 2024’an de jî xizmetên xwe yên leşkerî yên ji bo dewleta Tirk didomîne. Hat diyarkirin ku Koparan piştî hin bertekên li herêmê derbasî CHP’ê bûye.

Ev fîrma bi çêkirina rêyên leşkerî ku ji Rûbarokê û Şemzînan diçe heta aliyê Diyanayê navdar bûye.

ŞÎRKETA QÛMÊ

Şîrketa ku bi xebatên çêkirina rê yên li herêmê navê wê derketiye; Ji aliyê Yuksel Sak, Sekvan Sak û Melek Sak ve tê birêvebirin. Ev kesên ku xizmên hev in ji gundê Xabûr a navçeya Qilebanê ya Şirnexê ne. Sekvan Sak jî weke yek ji kontrayên pêşeng ên herêmê tê naskirin. Şîrketa ku di sala 2023’yan de îhaleyên baregehên leşkerî û rêyên leşkerî yên li Qilebanê girt; Cebilxane, sotemenî û malzemeyên lojîstîkê gihand baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li herêmên Heftanîn û Metîna. Tê gotin ku xizmekî din ê bi navê Emrah Sak xebateke bi vî rengî kiriye û li hin cihan jî bi hêstiran malzemeyên lojîstîk ji leşkerên dagirker re biriye.

Her wiha tê diyarkirin ku şirketa ku wergirtina îhaleyan didomîne, li Heftenîn û Metîna bi leşkerên Tirk re hevkarî kiriye ku baregehên mayînde çêke.

ŞÎRKETA AVAHIYÊN PALA

Şîrket ji aliyê Nazmî Pala yê ji Colemêrgê ve hatiye avakirin. Ev şîrketa ku li herêmên Çelê û Deştanê çêkirina qereqol û rêyên bi dawî kir, xebatê berfirehkirina rêyên ocaxên madenê yên gundên Geliyê Derava Şûtê, Geliyê Tiyarê û Xûbê heta Deşta Xanê pêk tîne.

Dewleta Tirk, plan dike ku bi rêyên madenê yên li herêmê hatine çêkirin, êrîşên dagirkeriyê di nava demeke dirêj de li Herêmên Parastinê yên Medyayê belav bike.

BABATIYAN

Yek ji cerdevanê ku dewleta Tirk li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi kar tîne Zubeyîr Babat e ku girêdayî Sêgirkê ya Qilebana Şirnexê ye. Di sala 2020’an de di çarçoveya operasyonên “Pença piling” de ku artêşa Tirk dan destpêkirin, îhaleya ji leşkerên Tirk re malzemeyên lojîstîkê dabîn bike girt ser xwe. Zubeyîr Babat, her wiha berpirsê “Koma Xencer” a li dijî Kurdan e. Tora sûcan a navborî; bi talankirina xwezayê ya li Kurdistanê, bi taybetî birîna daran ji navçeya Qilebanê heta navçeya Perwarî ya Sertê, ji vir heta çiyayê Herekol û herêmên Bestayê hat naskirin. Zubeyîr Babet, ji bo darên ku hatine birîn sewqî dervî bajêr bên kirin, cerdevanên bi navê Mahûmt Babat, Kazim Babat û Sûleyman Babat wezîfedar kir.

Hazim Babat ê ji Sêgirkê ye, di xebatên kontra yên li dijî gelê Kurd de jî tê naskirin. Babat di sala 2022’yan de xebata çêkirina rêyên di navbera qada baregeha Beykûr a herêma Heftenînê heta herêmên Guhreşê û Xantûrê dewam dike, pêk tîne. Teşeroniya îhaleyê ji aliyê Îkram Encû ve hat dayîn. Îhaleya birîna daran ên li qadên Ava Sirtê, Horik, Tepê Zendûra, Balolê û Pêş Xabûr ên Metîna ku hatine dagirkirin, ji aliyê Hazim Babat û birayên wî ve tên meşandin.

Hazim Babat ê ku demeke dirêje bi dagirkeran re dixebite, hate hînbûn ku herî dawî li herêmên Elaniş û Kelhokê ji bo armancên leşkerî îhaleya santrala ceyranê girtiye.

Ji cerdevanên pêşeng ên Babatiyan Şehmûz Babat, jî gelek îhaleyên leşkerî, rêyên ewlekariyê û çêkirina bendavê girtiye. Babat li herêma Gundê Bilika ya Silopiyê xebatên çêkirina rê didomîne. Yek ji armancên sereke yên vê îhaleyê qutkirina girêdana di navbera herêmên Heftanîn û Cûdî de ye, ya din jî li herêmê berdewamkirina birîna daran e. Her wiha Babat, xebatên çêkirina rêyên leşkerî yên ji bo artêşa dagirker ku di çarçoveya operasyonên sala 2021’an de li Heftanîn û sala 2022’yan li herêmên Heftanîn, Metîna û Zapê destpêkirin, bi dawî kir.

ARAFAT YANAR

Yanar ku ji navçeya Çelê ya Colemêrg e, ev demeke dirêj e bi artêşa Tirk re dixebite, îhaleyên leşkerî digire. Her wiha tê gotin ku Yanar ku yek ji rawestgehên bingehîn e ku artêşa Tirk li herêmê malzemeyên lojîstîkê jê dabîn dike, ji bo 6 nuqteyên leşkerî yên tê plankirin li Zap û Avaşînê bên çêkirin, îhale ji Enqereyê wergirtiye. Yanar ê ku ji bo dabînkirina malzeme ji artêşa Tirk îhaleyan digire, her wiha amadekariyên birina xetên avê ji bo herêmên ku dagirker lê ne, dike. Ji bilî van agahiyên ku Yanar li gel Nûrî Seven ku yek ji navên naskirî yên ji herêmê ye, li herêma Helwê, Tirwaniş, Avsarkê, Sernê û Çiyayê Reş daran dibirin hat girtin.

BI DEHAN NAV…

Her wiha li gelek herêmên Kurdistanê navê kesên ku îhaleyên leşkerî yên wekî çêkirina kuleyên leşkerî, qereqol, baregehên mayînde, rêyên ewlehiyê, desteka lojîstîk pêkanîn, birîna daran, îhaleyên avê, veguhestina sotemeniyê, çêkirina bendavê û santrala ceyranê girtine wiha ne: Lezgîn Yagiz, Sabir Çelîk, Îhsan Gûzel, Fahrettîn Hazeyî, Omer Ozpazar, Guhdar Sindî, Zubeyît Oruç, Hacî Guneş, Seyît Acer, Selman Edîş, Metîn Degîrmencî, Çelebî Sever, Şakir Îsmaîl, Hûseyîn Kaplan, Ekrem Kaya, Fahrî Aktaş, Mîthat Çîftçî, Cemîl Demîr, Dirbaz Encû, Sait Berke, Kemal Îlhan, Musa Apaydin, Îhsan Apaydin, Gazî Apaydin, Îshak Eren, Sadık Cengiz, Nûrî Yaşar, Mûrat Sîlahtaroglu.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK: Hikûmeta Iraqê divê nebe hevkarê polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk
Nûçeya Pişt re Cenazeyê şehîd Xezal El Şêx li Reqayê hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Akkûyû bûye bîra mirinê

Sala 2023'an 1923 karker li ser kar jiyana xwe ji dest dan. Di meha destpêkê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayika Aştiyê Vesîle Çerî jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Vesîle Çerî ku salên dirêj ji bo aştî û azadiyê têkoşiya, jiyana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara destpêkê ya kovara ‘El Oma El Dimoqratiye’ hate weşandin

Hejmara destpêkê ya kovara 'El Oma El Dimoqratiye' li Qahîreyê hate weşandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Trump, bi qutkirina alîkariyan dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyon mirov!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Kolombiyayê heta Fransa ji bo Rêber Apo çalakiyên azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?