Dewleta Tirk di sala 1990’an de li dijî Tevgera Azadiya Kurd Hîzbûlkontra bi kar anî û di dema AKP’ê de jî weke ev hêz weke HUDA PAR ketiye meriyetê. Têkildarî vê yekê Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker nirxandin kir.
Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker bi bîr xist ku li Kurdistanê bi hezaran mirov ji aliyê Hîzbûlkontra ve hatine qetilkirin û destnîşan kir ku piştî Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewletê fikirî ku wê Tevgera Azadiya Kurd tune bibe û Hîzbûlkontra betal kir lê belê piştre hemû kujer ji aliyê Erdogan ve hatin efûkirin. Mîrxan Karker ragihand ku di hilbijartinên sala 2023’yan de ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve car din ev kontra bi navê HUDA PAR’ê ketin dewrê û ev kontra ji civakê, ji çand û nirxên civakê qut in û alîkarên xiyanetkar, hevkar û Ergenekon û JÎTEM’ê bûn. Mîrxan Karker bilêv kir ku bi taybetî divê mele van kujeran di nava civakê de hîn bêhtir teşhîr bikin.
Nirxandinên Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker bi vî rengî ne:
“Xiyanet di nava civakekê de, weke penceşêrê ye. Çawa ku penceşêr hemû laş dorpêç dike û nexweş dike, xiyanet jî eger civak tedbîrê negire, wan xiyanetkaran deşîfre neke û nas neke di nava demeke kurt de wê belavî civakê bibe û civakê tune bike. Desthilatdar bi rêya ol, pere, meqam û mewkiyê civakê dixe bin bandora xwe û ji bo xiyanetê bi kar tînin. Yek ji van ên di vê xiyanetê de bi kar tînin jî Hîzbûlkontra ye, sîxur-kontra Huseyîn Velîoglû ye.
Hîzbûlkontra ji aliyê Huseyîn Velîoglû ve hate damezrandin û lê dema em li beriya wê dinêrin, em dibînin ka ji kîjan kevneşopiyê hatiye. Huseyîn Velîoglû di navbera salên 1970-80’an de endamê Yekîtiya Millî Turk Talebe (MTTB) e. MTTB di sala 1946’an de ji aliyê MÎT a wê demê Teşkîlat-i Mahsusa ve hate avakirin. Armanca wê ya esas; destpêkê li dijî Ermeniyan hate bikaranîn, mal û milkê wan jê standin, qetil kirin û destirêjî kirin. Di sala 1925’an de dema serhildana Şêx Seîd destpê kir, wê plana Şark Islahat bixin dewrê. MTTB jî wê demê kete nava liv û tevgerê. Li dijî Şêx Seîd û Kurdan dest bi komkujiyê kirin. Piştre li dijî gelê Rum li bajaran dikevin nava liv û tevgerê. Dirûşmeya wan a wê demê, ‘Welatî bi Tirkî baxive’ bû.
Di navbera salên 1950-1980’an de li dijî demokrat û tevgerên çepan bi kar anîn. Mesele, çepgiran li dijî Fîloya 6’an a DYE’yê ya ku hatibû Tirkiyeyê, çalakî kirin û piştî wê MTTB komkujiyê pêk tîne. Ciwanan qetil dike. Ji bo çewisandina civakê ji aliyê dewletê ve tê xistina nav liv û tevgerê. Ji Komkujiya Mereş heta Komkujiya Sêwasê gelek komkujiyan dikin. Di sala 1980’an de endamê wan Huseyîn Velîoglû ji bo Kurdistanê tê erkdarkirin. Destpêkê dixwazin wî li Êlihê bikin serokê sendîkaya Petrol-Îş’ê. Wê demê fermandarê rêveberiya şidayî ya Êlihê Temel Cîngoz vê dibêje, ‘Ez ê bikim ku Velîoglû vê hilbijartinê qezenc bike. Ez ê wî bi helîkopterê li Êlihê bigerînim’. Dema di hilbijartinê de Velîoglû bi bin dikeve, dibînin ku di nava civakê de hêza wan qels e û nayên naskirin. Ji ber ku wê demê di mijara ol de Îslamiyên radîkal û siyasî zêde nayên naskirin. Dema dibînin ku di nava civakê de nerêxistinkirî ne, di navbera salên 1980-90’an de li Amed, Êlih, Bîngol û Wanê pirtûkxaneyên bi navê ‘Îlîm Kîtapevî’ vedikin. Bi vî rengî hem li pirtûkxaneyan, hem malên xwendekaran û hem jî li mizgeftan xwe rêxistin dikin.
Di sala 1990’an de tevgera me li nava civakê belav bû û serhildan destpê kirin. Jixwe di sala 1980’an de cerdevan xistibûn dewrê. Di sala 1990’an de jî koma Hîzbûlkontra ya Huseyîn Velîoglû xistibûn dewrê. Li kolanan sivîl û welatparêz qetil kirin, rojnamevan, xwendekar û siyasetmedar qetil kirin. Li Kurdistanê komkujiyên mezin kirin. Lê belê dema ku ev jî têrê nekir, JÎTEM kete dewrê. Li Êlihê Arîf Dogan, li Cizîrê Cem Ersever, sercerdevan Kamîl Atak, li Wanê Velî Kuçuk, Hasan Kundakçi, Teoman Koman, Hîzbûlkontra û cerdevan rêxistin kirin. Hem weke qanûnî ji wan re derfetê bikaranîna çek ava kirin hem jî ferman dan wan ku li bajaran komkujiyan bikin.
KUJERÊN KU BI GIRÊKA BERAZA MIROV QETIL KIRIN, JI ALIYÊ ERDOGAN VE HATIN EFÛKIRIN
Dema ku JÎTEM’ê dît ev hêz jî netêrker in, xwest ku li dijî tevgerê cemaetên din jî bigirin gel xwe. Wê demê lîderên cemaetên ku ev yek qebûl nekirine, kuştin. Mesele; Fîdan Gungor avêtin agir û şewitandin, hîna jî cenazeyê wî nehatiye dîtin. Molla Mansur Guzelsoy heye, Molla Ubeydullah Dalar li mizgeftê bi hovane hate qetilkirin. Alimê Kurd Îzettîn Yildirim revandin û bi girêka berazê qetil kirin, femînîst-nivîskar Konca Kuriş qetil kirin. Rêxistineke ewqas bêexlaq e ku mirovên qetil dikirin li bin malan diveşartin. Û di wan malan de jiyana xwe didomandin. Rêxistineke wiha bêexlaq bû. Carna dibêjin me li dijî PKK’ê şer kir, lê derew dikin. Hatin li çiyayan şer kirin na, li bajaran sivîl, welatparêz û rojnamevan bi dasan qetil kirin. Hîzbûlkontra wê demê li Êlih û Amedê li biryargehên hêzên taybet perwerde didîtin. Polîsan agahiyên mirovan werdigirtin û didan kontrayan. Kontrayan jî mirov direvandin û qetil dikirin.
Weke min gotî, mirovên oldar jî qetil dikirin. Wê demê yan we yê guh daba wan, yan jî hûn ê hatiban qetilkirin. Li aliyekê JÎTEM, li aliyekê jî Îranê piştgirî da van. Gelê Kurd jî evane weke Hîzbûlkontra pênase kirin. Ji ber ku tiştên vane kirine, di exlaqê gelê Kurd de nîne. Di îtîrafên Arîf Dogan de hate zanîn ku mirov çawa bi girêka berazan dihatin kuştin. Ji Bîngolê bigirin, heta Êlih, Amed û Wanê li kuderê cerdevantî hatibe pêşxistin, li kuderê JÎTEM hatibe pêşxistin li wir Hîzbûlkontra zêde bûne. Piştî komploya navneteweyî, dewletê fikirî ku wê tevger tune bibe û biryar dan ku Hîzbûlkontrayê jî biqedînin. Di salên 1999-2000’an de bi ser kontrayan de çû. Lîderê sîxur-provokator Huseyîn Velîoglû li Stenbolê kuştin. 3 kes bûn, Huseyîn Velîoglû, Cemal Tutar û Edîp Gumuş. Lê belê tiştekî gelek eceb qewimîbû, 50 gule li bedena Huseyîn Velîoglû ketibûn lê guleyek jî li kesên li gel wî neketibû. Arîf Dogan gotibû, ‘Bi îhtimaleke mezin li ciheke din kuştin û anîn vir’.
Didome…