Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Gulîstan Koçyîgît: Ocalan lêgera xwe ya ji bo mitabeqeta siyasî anî ziman
Rojane

Gulîstan Koçyîgît: Ocalan lêgera xwe ya ji bo mitabeqeta siyasî anî ziman

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît got ku Rêber Apo di hevdîtina Îmraliyê de gotiye, “Bi dewletê re mitabeqet çêbû, niha mitebeqeta siyasî digerin” û anî ziman ku pêvajo gihîştiye pêpingekî krîtîk.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de, li Eskîşehîrê li Komaleya Agiriyê bi gel re civiya. Endamên meclîsê yên AKP û CHP’ê jî tevlî civînê bûn.

Gulîstan Kiliç Koçyîgît têkildarî qonaxa heyî ya pêvajoya aştiyê nirxandinan kir û destnîşan kir ku meseleya Kurd pirsgirêkekî nasnameyî ya dîrokî ye. Koçyîgît wiha got, “Ev ne meseleya teror an jî ewlehiyê ye, pirsgirêkekî nasnameyî ya dîrokî ye ku kokê wê digihe înkar û îmhayê.”

‘SERDANA ÎMRALIYÊ PÊPINGA KRÎTÎK DERBAS KIRIYE’

Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser hevdîtina komîsyona ku li meclîsê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, di 24’ê Mijdarê de bi Rêber Apo re û diyar kir ku ev serdan di aliyê psîkolojîk û siyasî de pêpingekî girîng e.

Gulîstan Kiliç Koçyîgît ragihand ku Rêber Apo di hevdîtinê de wiha gotiye, “Em bi dewletê re gihiştibûn mitabeqetê, lê niha mitebeqeta siyasî digerin. Ez şandeya ku hatî wekî şandeya siyasî qebûl dikim. Ev hevdîtinek dîrokî ye.”

Koçyîgît wiha got, “Em li gorî duhî di qonaxekî zêdetir bi hêvî û biryardar de ne. Çekberdana PKK’ê ji bo ku şer bi temamî ji jiyana me derkeve, pir krîtîk e. Lê ji bo avakirina aştiyê, berpirsyariya me ya civakî heye.”

‘DIVÊ GEL XWEDÎ LI VÊ PÊVAJOYÊ DERKEVIN’

Gulîstan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku divê pêvajo bi tenê ji partiyên siyasî re neyê hiştin. Koçyîgît îşaret bi pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an kir û wiha got, “Ger dema îhtîmala bi ser neketina aştiyê çêbû, bi milyonan mirov derketiban qadan, pêvajo wisa bi dawî nedibû. Divê em îro bi heman berpirsyariyê tevbigerin.”

‘VERASTKIRINA QANÛNÎ YA JI BO VEGERA KESÊN ÇEK BERDANE ŞERT E’

Koçyîgît, diyar kir ku pêvajo piştî banga Rêber Apo pêş ketiye û got ku divê Meclîsê tişta ku dikeve ser milê wî bike û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Niha divê aliyê din, ango em, Meclîs û siyaset berpirsyariya xwe bi cih bîne û bi awayekî lez qanûnên vê pêvajoyê derxin. Di 11’ê Tîrmehê de çek berdan, lê nekarîn werin, ji ber ku qanûnek tune ye. Divê qanûnên azadiyê ku vegera kesên çek berdane pêk bîne, were derxistin. Divê qanûnên tevlîbûna li jiyana civakî û siyasî, bi awayekî lez ji aliyê Meclîsê ve were kirin.”

Gulîstan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku dijberiya AKP’ê veguheriye dijberiya pêvajoyê û wiha got, “Hîna sala 19’ê Adarê tijî nebûye. Em ji 19’ê Adarê ve vê zilmê dijîn. Em çend 19’ê Adarê vê zilmê dijîn? Ji 2016’an ve şaredariyên me, îradeya me tên desteserkirin. Maseyeke çareseriyê hate danîn, ji ber ku ev pêvajo bi rêve diçe, ne ku me hemû polîtîkayên AKP’ê pejirandiye, an jî tevlî Tifaqa Cumhur bûne. Em xeta xwe ya polîtîk û îdeolojîk dimeşînin.”

‘KURD WÊ BAWERÎ BI ÇI BÎNIN?’

Gulîstan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku pêwîstî bi Destûra Bingehîn a nû û berfireh heye û bilêv kir ku nîqaşên ku li ser Rojava têne kirin, pêvajoyê dixitimîne. Koçyîgît herî dawî wiha got, “Li Tirkiyeyê nîqaşek pir bi pirsgirêk heye. Aliyeke ku mijara Sûriye û Rojava derdixe pêş û timî ji televîzyonan bang dike, heye. Gotinên wekî, ‘YPG divê çek deyne, ger YPG çek nedeyne pêvajo nabe’ tên kirin. Her kes ji Kurdan re dibêje, ‘Werin entegre bibin.’ Wê Kurd entegreyê çi bibin? Qey li holê pergalekî demokratîk heye ku Kurd entegre nabin? Kurd wê baweriya xwe bi çi bînin. Ger sibê êrîşî mala Kurdan bikin, êrîşê milkê wan bikin, êrîşa wan bikin, ger bixwazin komkujiya ku ji Elewî û Durziyan re hat kirin ji Kurdan re bikin wê çi bibe mîsogeriya Kurdan?”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin
Nûçeya Pişt re Li gundewarê Tertûsê êrîşê tirbeyên Elewiyan kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojeva Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê xweparastin e

Endama Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Mekiye Hiso got, bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşa li ser gora Medet Serhat hate protestokirin

Rêxistinên hiqûqê êrîşa li dijî gora parêzer Medet Serhat ê hate qetilkirin, şermezar kirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Cemîl Bayik: Hevrê Fûat jiyanek bû ku ji bo Partî, gel û azadiyê hatibû fedakirin

Cemîl Bayik ragihand ku Alî Haydar Kaytan jiyana xwe xist bin xizmeta Partî hevrêtî, gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Kolombiyayê kana zêr hilweşiya: 14 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?