Li gorî agahiyên ji aliyê Rojnewsê ve hatin weşandin, vê sibehê li bajarokê Pelkane yê ser bi navçeya Xurmato ya girêdayî parêzgeha Selahedînê, bombeyek bi wesayîta leşkerên Iraqê ve teqiya.
Hat gotin di encama teqînê de 2 efser û leşkerekî jiyana xwe ji dest dan, 3 leşker jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku birîndar rakirine nexweşxaneyê.