Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik ku li şûna wan qeyûm hate tayînkirin û endamên meclîsê xwestin derbasî avahiya şaredariyê bibin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê 100 metre nêzî şaredariyê hatin astengkirin û piştre jî ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Di dorpêçê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana Batmanê” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk di dorpêçê de axivî û wiha got: “Em, qeyûman weke êrişeke li dijî îradeya gel dibînin. Em vê qebûl nakin. Heta ku hevalên me dîsa li peywira xwe vedigerin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
Hevşaredar û endamên meclîsê hêj jî di dorpêçê de li ber xwe didin.