Duşem, 9 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Înan ê piştî 32 salan hate berdan, li Êlihê bi girseyî hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ETHA’yê banga piştevanî û nûçegihantiya bi dilxwaziyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elyakut: Pevajoya li Rojavayê têkoşîna hebûn û statuya Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Pêşveçûna pêvajoyê bi gavên pratîk ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tê payîn koma nivîsê ya Komîsyona Meclîsê roja Çarşemê kom bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanên tevlî seferberiyê bûn li Qeladizê bi girseyî hatin pêşwazîkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    MIA-FED: Êrişên li dijî Kurdan sûcekî li hemberî Îslamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şemzînanê konferansa yekîtiya demokratîk: Berxwedana Kurdan zîhniyeta netewe dewletan têk bir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mîdyadê Kurd, Suryan û Ereb ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê jinek serhildêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojava meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin a ku hêzên pasdaran êşkence lê kiribû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê da Nergîz Muhammedî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Mizgîn Jiyan ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 15 jin hatin kuştin, 11 jin bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Nivîsa Der Spiegel parastina îdeolojîk a tundiya serdest a mêran e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Deriyên Îmraliyê vekin, li Sûriyeyê tevlîheviyê nekin
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Deriyên Îmraliyê vekin, li Sûriyeyê tevlîheviyê nekin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Deriyên Îmraliyê vekin ku em karibin Birêz Ocalan bibînin." Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê jî da û got, "Dest ji kaosê berdin, welêt nexin nava felaketê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma Meclisê ya heftane ya partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Endamên şandeya navneteweyî yên bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo Ocalan re serî li Wezareta Dadê dayin jî tev li bûn.

Tulay Hatîmogûllari, bi boneya 3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê bal kişand ser pirsgirêkên astengdaran û got ku wê bi hev re pirsgirêkan çareser bikin.

Tulay Hatîmogûllari, krîza pergala kapîtalîst roj bi roj kûrtir dibe û ji bo ji vê krîzê xelas bibin tifaq û komên nû tên avakirin. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku rageşiyên ji ber şerên bazirganiyê, xetên enerjiyê, hevrikiya jeopolîtîk û hwd. roj bi roj zêdetir dibin û di vê aloziyê de li Rojhilata Navîn şikestineke mezin çêdibe. Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku li Rojhilata Navîn pergaleke nû li ser bêpergaliya heyî tê avakirin û vê yekê ji Helebê heta Til Rifet û Şehbayê pêla koçberiyê daye destpêkirin.

Tulay Hatîmogûllari, bi domdarî wiha got: 

“Ji ber şerê çendek rojên dawî bi dehhezaran kes ketin rêyên koçberiyê. Hêj hubrê peymana Îsraîl-Lubnanê ziwa nebûbû ku li Sûriyeyê şer dest pê kir. Rêxistina Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) ku li tevahiya cîhanê weke rêxistina terorê tê qebûlkirin û SMO’yê, êrişî hin cihan kirin. Weke ku tê bîra we, SMO ew rêxistine ku Tirkiye ji lojîstîkê heta mûçeyên wan her tiştê wan pêşwazî dike. Em dipirsin;  HTŞ, SMO, El Qaîde û DAIŞ şerê wekaletê yê kê dikin? Em li benda bersiva van pirsan e. Ketin yek ji bajarên herî girîng ê Sûriyeyê, Helebê. Ev çeteyên şerê wekalatê dikin, hewl didin bi darê zorê van bajaran talan bikin.

Êrişên çeteyan ên li dijî Til Rifetê jî didomin. Me ev fîlm di sala 2011’an de jî temaşe kiribî. Em niha sehneyên nû yên fîlmî temaşe dikin. Hevkêşeya şerê Rojhilata Navîn, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha veguherî rewşekî tevlihev. Ketina rewşa Lubnanê, Tirkiye jî di nav de ji bo hemû welatên herêmê xetere ye. Zîhniyeta ku bi çavên fethkirinê li herêmê dinêrin û aştiya xwe ya navxweyî taloq dikin; piştrast bibin ku dê mîna Lubnanê pê bibe. Hêvîdarin ku îktîdar ji vê rewşê bo xwe dersan bigire.

Ez bang li aqilê dewletê dikim; hûn bi tevlibûna şerê li Sûriyeyê yê di sala 2011’an re bûn parçeyeke hilweşînê. Nekevin pey tiştên nû. Hêzên xwe yên wekîl neşînin qadê. Dev ji xeyalên xwe yên Osmaniya Nû berdin. Heta ku hûn wiha bikin wê vî welatî ber bi karesatê ve bibin. Di vê pêvajoya aloziyê de nekevin pey hewldanên tunekirina destkeftiyên kurdan ên li Rojava. Li Rojhilata Navîn hesabên malê û yên sûkê hev nagirin.

HTŞ a ku xwedî pratîk û zîhniyeta DAIŞ’ê, ne tenê ji bo Sûriyeyê lê ji bo Tirkiye û hemû cîhanê xetere ye. DAIŞ û baskên wê, HTŞ, SMO û rêxistinên din weke tiştên nû bin pêşkeşî me nekin. Em pratîka van ji El Qaîdeyê, El Nusrayê û ji DAIŞ’ê baş nas dikin. Ev xetereye dê vegere û li we bixe.

Belavbûna tundiya li Rojhilata Navîn hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo welatên herêmê karesat e. Em dibêjin ku werin em jeopolîtka aştiyê ya herêmê cîbicî bikin. Werin em aştiya navxweyî û herêmî bixin meriyetê. Ev êriş li dijî me tevan û pêşeroja me ne. Em van êrişan bi tu awayî qebûl nakin. Têkoşîna DEM Partiyê ji bo çareseriya demokatîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd e. Em li gel avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk in. Di demeke gefa şerên nûkleerî li ser cîhanê heyîn de tekane çare, aştî ye. Em li vir careke din dibêjin ku dê çete û hêzên li pişt wan têk biçin.

Ji 1’ê Cotmehê heta niha di rojeva Tirkiyeyê de gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê hene. Derheqê pirsgirêka kurd de nîqaşên nediyar didomin. Êdî ax ji mirinan bêzar bû û xelk jî ji hejariyê. Lewma em dibêjin bila ev rewşa pevçûn, hejarî û şer bi dawî bibe. Me zimanê xwe yê aştiyê parast. Lê hinek derdorên bêar dibêjin ‘Hevserokên DEM Partiyê çareseriyê naxwazin.’ Ev gotinên wan derew in.

DEM Partî, hêviya aştiyeke birûmet e. Gelo ji bo aştiyê çi projeya serokkomarê digot hêviya min tune ye, heye? Ne tenê em, her kes vê mereq dike. Em li bendê ku hûn di vê mijarê de daxuyaniyê bidin. 
 
Weke tê zanîn ez û Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan sêşema din ji bo hevdîtina li Îmraliyê ya bi birêz Ocalan re me serlêdan kir. Hêj bersiv nehatiye dayin. Em pêvajoyê dişopînin. Çendek roj berê Erdogan got; ‘Em ê bicisaret bin, gavên nû biavêjin.’ Em jî dibêjin ku weke mînaka cisaretê deriyên Îmraliyê vekin û bila bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.

Serokê Giştî yê MHP’ê îro pirsa ‘DEM Partî li ku ye’ kir. Ji ewil em vê bibêjin, dev ji vî zimanê gefxwarinê berdin. Bi gefan diyalog nabe. Ji ewil vê fêm bikin. Em careke din dibêjin; DEM Partî çareserî û demokrasî ye.

A rast em ji we dipirsin; hûn di ku dera vê pêvajoya aştiyê de ne? Aştî ne tiştekî wisa ye ku hûn kengî bixwazin dê mîna amûrekê bi kar bînin. Aştî, karê cisaretê ye û berpirsyartiya hevrûbûnê bi heqîqetê re ye. Heke rêyên ber bi aştiyê ve diçin bên girtin, em ê dîsa bi bask bibin û li ser rêya aştiyê bifirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Merasîma veşartina cenazeyê şehîd Dilovan
Nûçeya Pişt re Êrîşên dagirkeriyê: Gund tên bombebarankirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MSD’ê têkîldarî pevçûnên li Şamê daxuyanî da

MSD’ê têkîldarî pevçûnên ku li gundewarê Şamê di navbera hêzên desthilardariyê û Durziyan de derket…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Siwêdayê li dijî karwanekî hêzên desthilata Şamê êrîş hat kirin

Li gundewarên rojavayê Siwêdayê ya başûrê Sûriyeyê li dijî karwanekî hêzên desthilata Şamê êrîş hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Komploya 15’ê Sibatê: Asayîşa Silêmaniyê zêdetirî 20 kesan binçav kir

 Bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Înan ê piştî 32 salan hate berdan, li Êlihê bi girseyî hate pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ETHA’yê banga piştevanî û nûçegihantiya bi dilxwaziyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Elyakut: Pevajoya li Rojavayê têkoşîna hebûn û statuya Kurdan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bayik: Pêşveçûna pêvajoyê bi gavên pratîk ve girêdayî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?