Heyva Sor a Kurdistanê derbarê êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşand û ji bo koçberan banga seferberiyê kir.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Heyva Sor a Kurdistanê beşa yekemîn a alîkariyan ku ji 250 hezar euro pêk tê, gihand koçberan.
27’ê Mijdarê koma tûndrew a binavê ‘Heyet Tehrîr El Şam-HTŞ’ êrîşî bajarê Sûrî Helebê kir.
Di encama vê êrîşê de herêma Şehba ku bi deh hezaran koçberên Efrînê lê bûn, ji her alî ve hate dorpêçkirin.
Dewleta Tirk ku sûd ji vê yekê wergirt, bi komên xwe yên tûndrew bi dijwarî êrîşî Efrîniyên koçber kir. Ji ber vê metirsiya mezin, Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrî biryar da ku xelkê li herêma Şehbayê asê mayî veguhezîne deverên ewle.
Ji ber vê rewşa kambax Heyva Sor a Kurdistanê bi lez dest bi Kampanyaya Mezin a Alîkariya Rojava kir. Armanca sereke ya vê kampanyayê bicihanîna pêdiviyên jiyanî ya ji bo deh hezaran koçberên Efrînê bû.
Li ser banga Heyva Sor a Kurdistanê Kurdên li dîaspora û dostên wan bi berpirsiyarî tevgeriyan û beşdariya xwe ya kampanyayê ragihandin.
Her çendî kampanya hê di rojên xwe yên pêşî de ye jî Heyva Sor a Kurdistanê biryar da ku yekser beşa pêşî ya alîkariyan bigihîne koçberên mexdûr.
Bi vê armancê hem alîkariya ku ji aliyê xêrxwazan ve hatiye şandin û hem jî beşek ji dehatûyên Heyva Sor a Kurdistanê hatin berhevkirin û ji bo koçberên Efrînî hate şandin.
Saziya Heyva Sor a Kurdistanê li ser vî esasî beşa yekemîn a alîkariyan ku ji 250 hezar Euro pêk tê gihand herêmê û wê ev yek bi rêya saziya hevkar Heyva Sor a Kurd ji bo pêdiviyên jiyanî yên koçberan were bikaranîn.
Bê guman alîkariya pêşî ya hatî şandin tenê dikare beşekê pir kêm a pêdiviya koçberan bicih bîne.
Ji ber vê çendê careke din em bang li Kurdên xêrxwaz û dostên wan dikin da ku ji bo xwedîderketina li deh hezaran koçberên Efrînî, serferber bibin.
JI BO BEXŞ:
Heyva Sor a Kurdistanê e.V.
BANK: Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
Armanca Alîkariyê: Rojava
PayPal: [email protected]
https://www.paypal.com/donate/?hosted_button_id=ST5BWWFB7FPGS
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike.)