Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad welat terikand û fermana veguhestina desthilatê bi awayekî aştiyane da. Çavkaniyên Îsraîlî bal kişandin ser wê yekê ku demek berî demekê balafirek ji baregeha leşkerî ya Rûsyayê li Laziqiyê rabûye û amaje bi vê yekê kir ku dibe Beşar Esad di wê balafirê de be.
Hêzên HTŞ’ê ku navenda bajarê Şamê bi temamî kontrol kirin, yekemîn weşana televîzyona dewletê kirin. Li bajêr ji saet 4’ê piştî nîvro heta 5’ê sibê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Hat ragihandin ku Serokê HTŞ’ê Ebû Mihemed El Culanî jî hatiye Şamê.
Hêzên girêdayê HTŞ’ê êrîşî Balyozxaneya Îtalyayê ya li bajêr kirin û ketin hundirê balyozxaneyê û 3 wesayît desteser kirin. Rayedarên Îtalyayê ragihandin ku di êrîşê de zirar negihîşt xebatkarên balyozxaneyê.
Gelek endamên HTŞ’ê li Meydana Emewiyan kom bûn û ketina Şamê bi guleyên hewayî pîroz kirin. Komên ku li bajêr konvoyan ava kirin bi ala nû ya Sûriyeyê pîroz kirin.
Tê gotin ku mala Beşar Esad a li bajêr hatiye talankirin. Di dema ku HTŞ’ê derbarê rawestandina talanê daxuyanî dida, li gelek deverên Şamê saziyên dewletê tên talankirin.
Li ser sînorên başûrê welêt jî geşedanên cidî diqewimin. Dema liv û tevgera leşkerên Îsraîlê li herêma Girên Golanê dijwar bû, Serokwezîr Benjamîn Netanyahû fermana bidestxistina herêma tampon da.
Serokwezîrê Îsraîlê got ku wî ferman daye artêşê ku herêma tampon ya di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de di navbera Girên Golanê yên di bin kontrola Îsraîlê de û yên di bin kontrola Sûriyê de ye, “bidest bixin”. Benjamin Netanyahû diyar kir ku peymana cudabûnê ya ku di sala 1974’an de bi Sûriyeyê re hatibû îmzekirin “hilweşiya” û ji ber vê yekê “duh telîmat da artêşê ku herêma tampon û çeperên fermandariyê yên li derdorê bi dest bixe.” Netanyahû got: “Em ê rê nedin ti hêzeke dijmin li ser sînorê me bi cih bibe.”
Di vê navberê de hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Mezzah û Qassûnê li dijî balafirgeh û tesîsên leşkerî yên hewayî êrîş pêk anîn. Lazqiye, Tartûs û derdora wan jî ku nifûsa Elewî bi giranî lê dijîn, ket bin kontrola HTŞ û komên girêdayî wê. Li herêma Jablah ê derdora wê ku hin hêzên girêdayî Esad û baregeha Rûsyayê li wir in, ne dibin kontrola HTŞ’ê de ne. Hat ragihandin ku balafirên barên wan giran bûn şeva Şemiyê li baregeha leşkerî ya Rûsyayê danîbûn û roja Yekşemê piştî nîvro rabûn.