Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî 3 endamên hêzên xwe yên ku 17ˈê Kanûnê li Reqayê şehîd bûbûn, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Her sê endamên me dema li benda kontrolê ya El Cemîa ya li herêma El Kesrat a li başûrê bajarê Reqayê erka xwe pêk dianî, bûn hedefa guleyan. Şehîd Elî ku birîndar bûbû, piştî 2 rojan şehîd bû. Armanc ji vê êrişa nemerdane têkbirina ewlekariya herêmê ye. Lê kiryarên wiha dê hêzên me ji berdewamiya erkên xwe yên ji bo parastina welatiyan û parastina ewlehî û aramiya bajarên me dûr nexin.
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe yên qehreman re dixwazin. Em destnîşan dikin ku xwîna wan vala naçe. Em ê berpirsên êrişa hovane bişopînin û li gorî yasayan hesab ji wan bipirsin. Em ji gelê xwe re piştrast dikin ku berdêl çi dibe bila bibe, em mîsyona xwe ya pîroz a parastina gel û ewlehiya bajarê xwe bidomînin. Ji şehîdên me re rehmet, ji malbatên wan re sebir û ji gelê me re serkeftin.”
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN
Nav û paşnav: Merwan El Medan
Navê Dayikê: Seîde
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: El Kesrat, 2002
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Reqa, 15.05.2022
Cih û Dîroka Şehadetê: El Kesrat, 17.12.2024
*******
Nav û paşnav: Mihemed El-Hesen
Navê Dayikê: Fatime
Navê Bav: Mûsa
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Heleb, 1974
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Reqa, 04.12.2017
Cih û Dîroka Şehadetê: El Kesrat, 17.12.2024
******
Nav û paşnav: Elî Remezan
Navê dayikê: Duheye
Navê Bav: Xelef
Dîroka Jidayikbûnê: 05.05.1989
Dîroka Tevlêbûnê: 28.02.2021
Dîroka Şehadetê: 19.12.2024