Di nava rewş û geşedanên ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe de, QSD`ê û YPJ`ê li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê berxwedaniyeke dîrokî raber dikin. îro Navenda Çand û Huner a Baqî Xido, Hîlala Zêrîn û yekîtiya hunermendan ji bo piştgiriya xwe ya bi şervanên QSD û YPJ’ê re raber bikin, klîbeke bi navê ‘Em li Pişta QSD û YPJ’ê ne’ amade dikin.
‘ŞERVAN BI ÇEKA XWE Û EM JÎ BI HUNERA XWE ŞERÊ XWE BERDEWAM BIKIN’
Endama Navenda Çand û Huner a Baqî Xido Mehbûba Eto, diyar kir ku şervan di eniyan da bi çekên xwe û ew jî bi hunera xwe têkoşîna xwe didomînin û wiha got, “Em weke hunermendên navenda Çand û Huner a Baqî Xido, Hîlala Zêrîn û yekîtiya hunermendan, em vê stranê hem diyarî gelê xwe, hem jî diyarî şervanên xwe dikin.”
ŞERVANÊN LI ÇEPERAN LI BERXWE DIDIN HATIN SILAVKIRIN
Eto, anî ziman ku ew ê di çarçoveya xeta şerê gel ê şoreşgerî de li ber xwe bidin û wiha domand, “Em ê li hemberî dewleta Tirk rabin û li ber xwe bidin. Em bang li ciwanên xwe dikin ku rabin ser piyan. Em şervanên xwe yên li çeperan li ber xwe didin silav dikin û dibêjin, heta em hene wê tu kes nikaribe êrîş axa me bike.”