Çarşem, 28 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê dixwaze hevkariya bi DEM Partiyê re xurt bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peymana Mekkeyê di Komîsyona Karên Derve ya Meclisê de derbas bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêrtê şehîd hatin bîranîn: ‘Em ê têkoşîna wan tacîdar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê Awdanan: Herêm xwe ji şerekî nû re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh: Heval Bêrîtan bû sembola artêşbûna jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzil Ozgur: Têkoşîna Bêrîtan romana jinên azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Roja vegera ji şaşitiyê ye
Rojane

Bakirhan: Roja vegera ji şaşitiyê ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li kongreya DBP'ê axivî û got, "Pirsgirêka ewlekariyê mejî û feraseta we ye ku Kurdan tine dihesibînin. Roj roja vegera ji vê şaşitiyê ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Çile 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) kongreya xwe ya asayî ya 7’emîn li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya Enqereyê lidar xist.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li kongreyê axivî û bal kişand ser guherîn û veguherînên cidî yên li cîhanê.

Bakirhan anî ziman ku Tirkiye hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya statuya Kurdan bibe asteng û got, “Roj nîne ku êrîş nayê kirin. Roj nîne ku sivîl nayên qetilkirin. Bi vî rengî demokrasî nayê Sûriyeyê. Sûriye 100 sal in ji xwe di nava zexteke cidî de ye. Niha eger wê rejîmeke nû bê avakirin, gelo bêyî Kurdan rejîmeke Sûriyeyê dibe? Bêyî Elewiyan, Xiristiyanan, Êzidiyan, Çerkesan, Sûniyên sekuler gelo Sûriyeyek dikare bê avakirin? Eger wê yekperest be, wê mafê Kurdan bê redkirin, wê Elewî û gel û baweriyên din bêne tinekirin, wê bêne qetilkirin, wê bêne revandin, herêmên wan ji mirovan bêne xalîkirin, hingî em ê çawa ji vê rejîmê re bibêjin rejîmeke nû? Ji Esad wê cudahiya xwe çi be? Ji vê derê bang li desthilatdariya Tirkiyeyê dikim. Bihêlin bila gelên Sûriyeyê biryarê li ser paşeroja Sûriyeyê bidin. Çi karê we li wir heye?

Hêza herî mezin a ji derve diçe Sûriyeyê hûn in. Kurd bi sedan sal in li cografya Sûriyeyê ne. Efrîn bajarê herî dîrokî yê Kurdan e, Kobanê bajarê berxwedanê ye. Qamişlo bajarekî ji biratiya gelan û wekheviyê ye ku gelên li herêmê li gel krîzan jî bi hev re lê jiyan. Gelo pirsgirêka ewlekariyê di vir de li ku ye? Girtîgeh hatine tijîkirin, yên diaxivin dikevin ber dozê. Mirov nikarin rexneyan bikin. Li kolanan pevçûneke mezin heye. Ev yek pirsgirêka ewlekarî, demokrasî û azadiyê ye. Gelo we bihîstin ku li nava krîz û kaosa Rojhilata Navîn li Rojava dest li jiyana jineke Ereb hatiye werdan? Gelo we bihîstine ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest daniye ser malê Erebekî, Çerkesekî, Tirkekî? Kesî dîtiye yan jî bihîstiye ku di nava 11 salan de bixuşkek jî ber bi Tirkiyeyê hatiye avêtin? Niha hewl didin gelên Tirkiyeyê bixapînin. Çi ye? Meseleya ewlekariyê ye!. Meseleya ewlekariyê ya esasî mejiyê we yê înkarkirina Kurdan e. Niha dem dema guhertina vê yekê ye.

Kurd ne dijminê we ne, dostê we ne. Dest ji dijminatiya li Kurdan berdin. Kurd pirsgirêka ewlekariyê nînin. Pirsgirêka ewlekariyê feraset û mejiyê we ye ku Kurdan tine dihesibîne. Roj roja guhertina vê yekê ye, vegera ji vê şaşitiyê ye. Mirov şaşitiyê qebûl dike. Mirov şaştiya xwe qebûl dike. Qebûlkirina şaşitiyê mezinahî ye, lê mixabin hîn jî ev desthilatdarî di vê polîtîkayê de israr dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê kantona Firatê bi girseyî komkujiya Parîsê şermezar kir
Nûçeya Pişt re Bi hezaran kes binçavkirinan şermezar dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Aslan: Tirkiye bi êrîşkirina Kurdan li Rojhilata Navîn ti tiştî bi dest naxe

Aslan anî ziman ku Tirkiye bi êrişa li ser Kurdan nikare li Rojhilata Navîn tiştekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

Werîşe Muradî diyar kir ku şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' ne tenê xwepêşandaneke dîrokî ye û…

Ji aliyê Stêrk TV

Malbata girtiyê siyasî: Dewlet bila dev ji ferzkirina poşmaniyê berde

Birayê Marûf Turkan ê ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye, Metîn Turkan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê dixwaze hevkariya bi DEM Partiyê re xurt bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?