În, 24 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girava Gîrît bi pileya 5.9 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîlufer Koç: Em neçar in ku fermana gel bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sosyalîzma Apoyî civaka komînal a demokratîk ji xwe re dike esas’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Reşîd hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokatiya Daîreya Lêkolînkirina Sûcên Kiriyarên Wan Ne Diyar hate ava kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dilê Pîroz ê Şengalê û Parêzgeha Melekê Baranê: Pîrê Ewra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Mafên Mirovan serdana rojnamevan Şêrwanî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê êrîşî baregeha Sazmanî Xebat hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elbakê êşkenceya polîsan hat şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora UNESCO’yê: Xwendekarên keç dubare di bîrkariyê de paş dikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mehmet Konûr piştî 32 salan konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meryem Dadiyan hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Edliyeya Stenbolê bang: Ji bo Gulistan Doku edalet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Mûnzûrê ji bo Gulistan Doku meşek girseyî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li Bakurê Kurdistanê zêde bûne li Mexmûrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza Jinan a Ermen: Hevrêya me Talar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên SMO’yê divê li her derê bêne şermezarkirin
Kurdistan

KCK: Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên SMO’yê divê li her derê bêne şermezarkirin

KCK'ê dagirkeriya dewleta Tirk û êrîşên li derveyî mirovahiyê yên li ser gel bi tundî şermezar kir û ev bang kir, "Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên SOM'yê divê li her derê bêne şermezarkirin û helwesteke xurt li dijî êrîşan bê nîşandan."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Dewleta Tirk a mêtinger qirker, piştî ku li Sûriyeyê rejîma Baas ket, êrîşên dagirkeriyê zêde kir û giranî da ser Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê. Dewleta Tirk êrîşê dibe ser gelê sivîl-bêçek ê ku ji bo parastina pendavê diçe Tişrînê. Hate ragihandin ku di êrîşên herî dawî de yên bi balafiran li dijî gelê sivîl hate kirin, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Em dagirkeriya dewleta Tirk û van êrîşên li derveyî mirovahiyê yên li ser gel bi tundî şermezar dikin. Şehîdên Tişrînê bi rêzdarî bi bîr tînin ku canê xwe kirin çeper û welatê xwe ji dagirkeran parastin. Ew şehîdên gelên Kurdistanê, Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê ne. Şertê herî bingehîn ê dilsoziya bi şehîdan û welatparêziyê ye ku mirov li ser şopa wan bimeşin û têkoşîna wan ji cihê mayî dewam bikin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel êrîşan jî bêtirs diçin Tişrînê û dilsoziya xwe nîşan didin. Hunermend-şanoger Cuma Xelîl (Bavê Teyar) ku di nava gelê Kurd de yekî dihate naskirin û gelekî dihate hezkirin, di van êrîşan de jiyana xwe ji dest da. Cuma Xelîl demeke kurt beriya ku şehîd bikeve gotibû, EM JI WE NATIRSIN, BERDÊL ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê LI BER XWE BIDIN û bi vê gotina xwe helwesta gelê Kurd, helwesta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan da. Em wî bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber wêrekî, dilsozî û fedakariya wî ditewînin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê herikîna xwe ya ber bi Tişrînê dewam bikin û bi xurtî xwedî li şehîdên xwe derkevin. Di serî de gelê Kukrdistanê yê welatparêz, hemû gel û hêzên demokratîk jî divê bi xurtî piştevaniyê bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bikin, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên SMO’yê li her derê şermezar bikin û li hemberî êrîşan helwesteke xurt nîşan bidin. Em bang li her kesî dikin ku li ser vê bingehê nerazîbûneke xurt nîşan bidin û bikevin nava liv û tevgerê.

Piştî ku rejîma Baasê hilweşiya, hêvî afirîn ku şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe, Sûriyeyeke demokratîk a ji jiyana wekhev a gelan ji nû ve bê avakirin. Di rewşeke bi vî rengî de êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên SMO’yê li dijî vê hêvî û hesreta gelan tê kirin. Dewleta Tirk, ji bo Sûriyeyeke demokratîk ava nebe êrîşan dike. Lewma her kesên ku alîgirê Sûriyeya demokratîk û yekparebûna Sûriyeyê ne, divê vê metirsiyê bibînin û li ber êrîşên dewleta Tirk rabin. Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên SMO’yê bi rengekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî û serweriya gelên Sûriyeyê ye. Ev êrîş ji her alî ve nerewa ne, dagirkerî ye, komkujî ye. Li gel vê yekê jî bêdengî û jinedîtîhatina van êrîşan nayê qebûlkirin. Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereb ku Sûriye endamê wan e, her wiha hêzên koalîsyonê yên li Sûriyeyê divê li hemberî êrîşên dewleta Tirk û komkujiyan êdî bêdeng nemînin, helwestê nîşan bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevanên binçavkirî bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin
Nûçeya Pişt re Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ya li dijî darvekirinan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi hêvî ber bi azadiyê ve: Rêwîtiya meşa berxwedanê ya jinan li ser rêya Enqereyê ye

Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan diyar kir ku daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK’ê Çarşema Sor pîroz kir

KCK'ê bi wesîleya Cejna Çarşema Sor a gelê Êzidî peyamek weşand û bi hêviya ku…

Ji aliyê Stêrk TV

PÎK: Me komkujiya Roboskî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin

PÎK'ê qurbaniyên komkujiya Roboskî bi bîr anî û got, "Heta ku dewleta Tirk bi komkujiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Dilê Pîroz ê Şengalê û Parêzgeha Melekê Baranê: Pîrê Ewra

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Desteya Mafên Mirovan serdana rojnamevan Şêrwanî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hewlêrê êrîşî baregeha Sazmanî Xebat hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Elbakê êşkenceya polîsan hat şermezar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?