Li dijî desteserkirina Şaredariya Sêrtê, çalakiya li bajêr dewam dike. Girseya gel li taxa Gapê li hev kom bû, li vê derê govend gerand û piştre ji bo tevlî çalakiya nobedê ya li ber avahiya şaredariyê bibe meşiya.
Di meşê de pankarta bi nivîsa “Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e” hate hildan û dirûşmên “Bijî berxwedana Tişrînê”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin qîrîn.
Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn û dikandaran jî bi çepik, tilîlî, nîşaneya serketinê û dirûşman piştgirî dan çalakiyê.
Girseya gel piştre bi dirûşmên “Qeyûm diz e”, “Qeyûm wê biçe, gel wê bê” tevlî nobeda li ber avahiya şaredariyê bû.