Şemî, 14 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nasnameya 240 xwepêşanderên Kurd ên li Îranê hatin qetilkirin, eşkere bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Ridvan Karakoç bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî û PAJK: Divê em li dijî hêzên komploger di nava çalakiyan de bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Melbourneyê Komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş Besra Erol hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Caro Sommer: Em weke ciwan ji bo modela Rojava ku alternatîf e belav bikin derketin rê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    11 jinên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Yekîtiya Neteweyî komploya 15’ê Sibatê û êrîşa li ser Rojava têk bir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan ji bo Akdenîz, Can, Kaya û Aydinlar hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û PYD’ê çûn Germiyanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Saziyên Zimanê Kurdî peyama 21’ê Sibatê: Statu ji Kurdî re, perwerde bi zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Tirk li Geliyê Reşava ya li Dêrelokê rê çêdike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Ji bo Konfederalîzma Jinên Cîhanê gaveke mezin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Em ê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî hêzên komploger têk bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li ber destdirêjiya li jinên enternasyonalîst rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ku li Bogotayê civiyan: Em hatin ku hêz ji hev bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Abya Yala’yê heta bi Kurdistanê jinan xeta têkoşîna hevpar nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Di 14’ê Sibatê de em beşdarî meşa mezin a li Strasbourgê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê Xelîl Dag bi bîr anî
Kurdistan

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê Xelîl Dag bi bîr anî

Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê Xelîl Dag bi bîr anî û got, "Bi eşqa jiyanê û hevaltiya ku em ji heval Xelîl fêr bûn, heya avakirina jiyaneke azad bi Rêber Apo re, em ê her tim têbikoşin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê di salvegera şehadeta Xelîl Dag (Halîl Ûysal) de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Komîteyê bi vî rengî ye:

“Şoreşger, hunermend, qehreman û hevalê dilsoz Xelîl Dag, wekî îro di sala 2008’an de, di kemîneke artêşa Tirk a dagirker de jiyan xwe ji dest da.

Xelîlê nivîskar, wênegir, sînemager, Xelîlê pêşeng, gerîla; Xelîlê Çiya; Dostê çiyayan; wekî navê xwe, dostê herî nêz û durust ê çiya bû. Li bilindahiya çiyayan, bi salan kedeke bê navber da. Bi enerjiyeke mezin û hezkirineke bêdawî, huner û şerê xwe meşand. Jiyana xwe ya tîrûtije, wekî mîrateyeke giranbuha ji me re hişt.

Heval Xelîl wisa digot, ‘Kamereke me heye û hevaltiyeke me heye.’ Bi kameraya xwe û hevaltiya xwe; çîrokên dilê xwe û dilê çiya, anîn ziman. Germahiya jiyana çiya, dijwariya şer, xatirxwestinên bêwext, ken û coşa gerîlayan û bîrhatinên wan, nivîsand. Di demên germ ên şer de amade bû; nûçeyên nayên jibîrkirin ragihand. Wêneyên gerîlayan ‘bi dilê xwe kişand’; awirên wan, bîranînên wan, bawerî û sozên wan ji me re hiştin. Bi filmên xwe, çîrokên ku lê çûbûn, zindî kir. Helbest nivîsandin; bi hestên xwe yên nazik, bi kûrahiya fikir û bîrdoziya xwe, estetîka jiyana gerîla, kir wêje. Bi van karên xwe bû yek ji propogandavanên herî mezin ên Tevgera Azadiyê.

Heval Xelîl ji çiyayan hez kir. Li zinarên asê, dolên kûr, li lûtkeyên banî geriya; li hemû çîrokên veşartî û nîvco-mayî geriya. Kêliyên wendakirinê, yên dilgiranî û xemgîniyê bi awayekî xwerû jiyan kir û dîmenên wan girt. Di kêliyên şer, çalakî, serkeftinê de amade bû; li rêwîtiyî, şevbuhêrk, dîlan û stranên gerîlayan jî amade bû. Bi av, ax û agirê çiyayan re jiyan kir. Wisa dikarîbû sînemayeke çiyayî çêbike. Tevî hemû rewşên giran û ‘bê derfet’ dikarîbû karên dîrokî biafirîne. Sînemaya Heval Xelîl sînemaya Çiyayê Kurdistanê bû; sînemaya lehengî û bedewiya Kurdan; sînemaya Azadiya Kurdan bû. Sînemaya Kurdê nû, yê qehreman bû; ku xwe ji rewşa ‘objeyeke’ dîrokî rizgar kiriye û bûye kirdeyê jiyana xwe; xwebûna xwe pêk aniye.

Heval Xelîl di jiyana xwe de mînaka hevaltiyê bû. Di nivîs û filmên xwe de, cihekî cuda dida jina Kurd a Azad û Tevgera Azadiya Jinê. Heger em gotinên wî vebêjin; ‘Divê jina Kurd bi fikra xwe karibe têkeve sînemayê û bi çavên xwe li vê cîhanê binêre. Ew çavên wê yên mezin, xweşik û awirên wê yên ku ji objeyekê wêdetir, awayê têgihiştina wê ya mirov û cîhanê; dikare ji sînemaya Kurdan re pêşengiyê bike’.

Heval Xelîl dilbengiyê jiyana azad bû. Evîndarê gerîla û Rêber Apo bû. Her dem hewl dida ku layiqî soza xwe ya bi Rêber Apo re bimîne. Di nivîsên xwe de behsa kelecaniya xwe ya wan kêliyên ku bi Rêber Apo re derbas kirine, dike. Bi sekneke Apoyî, têkoşîna xwe ya bi salan li çiyayên azad dewam kir.

Ew qasî jî, ji rêwîtiyê û ji Bakur hez kir. Navê projeya wî ya dawî ‘Rêwiyên Çiyayê Araratê’ bû. Bi gerîlayan re derbasî Bakurê Welat bû û ber bi bilindahiyan ve çû. Ew wisa her bilind û bilind wê biçe.

Soz û erka me domandina rêwîtiya wî ye. Wekî rêheval û şopdarên heval Xelîl, em ê têkoşîna wî dewam bikin û xeyalên wî pêk bînin. Bi eşqa jiyanê û hevaltiya ku em ji heval Xelîl fêr bûn, heya avakirina jiyaneke azad bi Rêber Apo re, em ê her tim têbikoşin.

Heval Xelîl tu carî namire.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di serdanên cejnê yên DEM Partî, DEVA û Saadetê de bal kişandin ser ‘pêvajoyê’
Nûçeya Pişt re Dewleta Îranê li Urmiyeyê Kurdek qetil kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şirnexê ketin û derketina sê herêman hate qedexekirin

Walîtiya li Şirnexê sê herêmên ser bi navçeya Elkê qedexe kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta Edaletê ya li Stenbolê ket roja xwe ya 100’emîn

Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Minbicê bilançoya Tîrmehê: 13 dagirker hatin kuştin, 35 jî birîndar bûn

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ragihand ku di meha Tîrmehê de di encama êrîş û pevçûnên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

11 jinên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nasnameya 240 xwepêşanderên Kurd ên li Îranê hatin qetilkirin, eşkere bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Yekîtiya Neteweyî komploya 15’ê Sibatê û êrîşa li ser Rojava têk bir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan ji bo Akdenîz, Can, Kaya û Aydinlar hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?