Sêşem, 21 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rapora girtîgehan a 3 mehan a Herêma Marmarayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Heta ku demokratîkbûn nebe asayîbûn nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir: Em li Kadikoyê li hev bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Eşmeyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    110 madenkar hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozev: Tundiya li nava dibistanê bi guhertina sîstema perwerdeyê çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Parêzeran li Dersimê der barê lêpirsîna Gulistan Doku de nerazîbûn nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 3 girtiyên Kurd birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Latîf Fatîh Ferec: Yekîtiya neteweyî xeyal û armanca her Kurdekî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re Şevîn Tetwan û Seyît Dersim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta Mexmûrê de banga ji bo dewleta Tirk: Qanûnên xwe biguherîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Êrişên li Bakurê Kurdistanê zêde bûne li Mexmûrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza Jinan a Ermen: Hevrêya me Talar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Qeyûm milkên ku ‘nayê firotin’ difroşe
Rojane

Qeyûm milkên ku ‘nayê firotin’ difroşe

Qeyûmê Şaredariya Akdenîzê ku beriya niha ji bo ”milkên nayê firotin" doz vekiribû, niha jî dibêje "Ez ê bifiroşim". Qeyûm di 16’ê Nîsanê de wê îhaleya 680 milyonî pêk bîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Qeyûmê Şaredariya Akdenîzê dema şaredarî ji aliyê DEM Partiyê ve dihat birêvebirin, bi gotina “Qadên xizmetê yên şaredariyê nayên firotin” doz vekir, niha jî ew bi xwe difroşe. Qeyûm bi îhaleya 680 milyonî ku wê di 16’ê Nîsanê de pêk bîne re hem dibe dozdar hem jî firoşkar.

 

Di 13’ê Çileya 2025’an de Hevşaredarên DEM Partiyê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û 3 endamên meclîsa şaredariyê bi hincetên bê bingeh ji peywirê hatin dûrxistin û Qeymeqamê Akdenîzê Zeyit Şener weke qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê hate kirin. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin, li ber avahiya şaredariyê çalakî hatin lidarxistin. Polîsan êrîşî çalakiya ku parlementerên DEM Partiyê Alî Bozan û Perîhan Koca beşdar bibûm kirin, hin çalakvan birîndar bûn û gelek hatin binçavkirin. Çalakiyên li Taxa Yenîpazarê dernegiya şevê dom kir; ciwanên daketin kolanan agir vêxistin û li dijî êrîşa polîsan li ber xwe dan.

Qeyûmê ku şaredarî dagir kir, cihê 150 karkeran guherand. Ev yek rê li ber astengiya xizmeta hilberînê kir. Ajokarên wesayitên giran, pispor ên wek civaknas, psîkolog û mîmaran şandin qadên cuda. Xebatên Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hatin rawestandin û hin xebatkar jî sirgûn kirin.

MALÊN ‘NAYÊN FIROTIN’ DIFIROŞIN

Qeyûm 5 milkên giranbuha yên ku firotina wan ji hêla dadgehê hatine rawestandin wê di 16’ê Nîsanê de derxe îhaleyê. Di îhaleyê de wê 27 hezar û 477 metrekare bi buhayê 680 milyon TL bên firotin. Qeymeqamê Akdenîzê Zeyît Şener berê ji bo mal û milk neyên firotin doz vekiribû. Şener niha jî heman mal û milkan di bin navê qeyûm de dide firotin. Şener ê ku doza “Nabe ku were firotin” vekiribû, piştî ku li şaredariyê qeyûm hat tayînkirin, rayeya firotinê ji meclîsa şaredariyê wergirt. Bi vê yekê re hem dozdar û hem jî bersûc e; hem qedexeker û hem jî firoşkar e.

MAL Û MILKÊN WÊ BÊN FIROTIN

Mal û milkên ku ji bo firotanê têne pêşkêşkirin ev in:

* Taxa Nusratiye, girava 61, parsela 206: 375 milyon TL

* Taxa Mesûdiye, girava 909, parsela 4: 170 milyon TL (avahiya TEDAŞ’ê ya berê)

* Taxa Nusratiye, girava 10214, parsela 2: 50 milyon TL

* Taxa Yaka, girava 137, parsela 9: 45 milyon TL

* Taxa Yaka, girava 9524, parsela 6: 40 milyon TL

Di lîsteya firotinê de ya herî balkêş firotina avahiya TEDAŞ’ê ya kevn e. Şaredarê AKP’ê yê wê demê Mustafa Gultak xwestin ku di sala 2022’yan de avahiya TEDAŞ’ê bifroşe, lê ji ber rayeya firotinê ji meclîsê negirtibû, nehat firotin. Piştî ku 5 endamên meclîsê yên HDP’ê hatin binçavkirin, Gultak civîna awarte ya meclîsê li dar xist. Îro jî senaryoyek wiha derdikeve pêş; Hevşaredar û endamên meclîsê yên hilbijartî yên DEM Partiyê tên girtin, piştre qeymeqam weke qeyûm tê tayînkirin û mal û milkên şaredariyê tê firotin.

DI ALIYÊ HIQÛQA CEZAYÊ Û ÎDAREYÊ DE BI PIRSGIRÊK E

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir ku nakokiyên di belgeyan de rê li ber bêhiqûqiyê vedike û wiha got: “Heman kes hem wekî qeymeqam û hem jî wekî qeyûm doza ku wî bi xwe ji bo pêşiya firtona wan were girtin vekiribû, niha dibêje  ‘ez ê bifiroşim’.  Ev rewş di vê hem di aliyê hiqûqa îdareyê û hem jî di aliyê hiqûqa cezayê de divê were lêkolînkirin.

Ev firotin ne tenê meseleya firotina çend avahî, parsel an giravan e. Ev firotineke ku biryara dadgehê ya rawestindina firotinê heye û di rewşeke ku meclîsa şaredariyê hatiye fesihkirin de tê kirin. Di rastiyê de, ew gav bi gav veguhestina demokrasiyê ye. Divê gelê Mêrsînê tiştên li Şaredariya Akdenîzê diqewimin ne tenê weke firotina milkan, di aliyê demokrasî, edalet û pêşeroja çavkaniyên gel de binirxîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Lehengeke dilsoz: Berçem Avareş
Nûçeya Pişt re ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Festîvala Munzûrê ya Çand û Xwezayê di roja xwe dawî de ye

Di roja dawî ya 23’emîn festîvala Munzûrê ya Çand û Xwezayê de panelên “hilweşîna ekolojik”…

Ji aliyê Stêrk TV

TJK-E: Em bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kolanan bihejînin

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Taniş û Denîz ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin bîranîn

Serokê HADEP’ê yê navçeyê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekir Denîz ên ji aliyê dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rapora girtîgehan a 3 mehan a Herêma Marmarayê hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Heta ku demokratîkbûn nebe asayîbûn nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şêranê meşa ‘Dema azadiya jinan’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 3 girtiyên Kurd birî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?