Li Tirkiyeyê piştî ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû li gel 11 kesan di 19’ê Adarê de hate girtin, pêvajoyeke nû destpê kir. Li gelek deverên Tirkiyeyê binçavkirina Îmamoglû hate şermezarkirin û van çalakiyan ji bo muxalefeta civakî nîqaşên nû bi xwe re anî. Serokê Giştî ıyê Partiya Kedê Seyît Aslan nerazîbûna civakî û nîqaşên li ser têkoşîna hevpar ên piştî çalakiyên şermezarkirinê yên li Saraçhaneyê destpê kirin, ji ANF’ê re nirxand.
Seyît Aslan anî ziman ku nerazîbûna li Saraçhaneyê rû da ji potansiyela CHP’ê mezintir e, bi taybetî helwesta xwendekarên zanîngehê bû sedema mezinbûna têkoşînê û bi bîr xist ku nîqaşên li ser têkoşîna hevpar demeke dirêj e heye.
Seyît Aslan got, “Ev nerazîbûna xurt a girseyî ku bi helwesta têkoşer a ciwanên zanîngehê geş bû, li gel gefên desthilatdariyê jî li çar aliyên welêt belav bû. Girseybûna çalakiyên Zeren Ertaş û mamosteyan, atmosfera ku bi çalakiyên lokal destpê kir, çalakiyên cotkaran ên bi traktoran û rijandina berheman li ser rê, çalakiyên lokal ên tevgera xwendekaran, çalakiya qetandina qedexeya grevê ya karkerên metal, çalakî û berxwedana karkeran li bajarên cuda, xwepêşandanên li herêmê û yên li dijî qeyûman; nîşan didan ku tevgera girseyî dikele.
Di vê pêvajoyê de her kesî qala têkoşîna hevpar kir, lê belê ji bo rê û rêbazên wê gaveke şênber neavêt. Bêguman sedemên vê hene. Rewşeke ku pêwendiya xwe bi têgihiştina me heye ku em çi ji têkoşîna hevpar û yekbûnê fêhm dikin. Mebest ji têkoşîna hevpar divê pêkanîna yekîtiya gel û kedkaran, yekîtiya çîna karker be. Lihevkombûna partiyên çep û sosyalîst di kîjan astê de xizmetê ji vê yekê re bike wê ewqasî kêrhatî be.
Tevgera girseyî ya piştî 19’ê Adarê rû da, tirs berda nava desthilatdariyê û rê nîşan da. Yên ku ji gel bawer nedikirin û difikirîn ku ‘Ji karker û kedkaran tiştek nayê. Ev gel wê careke din bi miqarne bixape’, ev tevgera girseyî bû bersivek. Lê belê dîsa jî divê em bibêjin ku di nava sînorên sîstemê de ma. Çep û sosyalîst heta ku xwe negihînin wê astê ku tevgerên girseyî bi pêş ve bibin û daxwazên xwe pêk bînin, ev yek wê timî bi vî rengî be.
Di mijara têkoşîna hevpar de divê em taybetmendiyên tecrûbeya heyî li ber çavan bigirin û li dora daxwazê hevpar bi lez eniyeke gel bi rêxistin bikin. Ev eniya gel dibe ku bibe gava destpêkê ku hemû partiyên siyasî, rêxistinên pîşeyî, sendîka di nav de cih bigirin û ji qada xwecihî destpê bike û yekîtî bê avakirin. Yanî beriya berjewendiyên rêxistin û partiyan, divê helwesteke welê bê nîşandan ku berjewendiyên karker û kedkaran bidin pêş.”
Aslan destnîşan kir ku desthilatdarî bi taybetî hewl dide yekbûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna karker û kedkaran asteng bike û anî ziman ku desthilatdarî herî zêde ji vê yekbûnê ditirse.
Aslan got, “Desthilatdarî û sermayeyê her tim hewl dan tevgera girseyî ya ji têkoşîna yekbûyî ya kedkar, karker û gelê Kurd parçe bike, bê bandor bike. Hin caran hin derdorên di nava muxalefetê de jî ev yek kirin; îro jî dibin, dibe ku sibe jî bikin. Lê belê girseya giştî guh neda van gotinan û bi esasî bal kişand ser neheqî û bêhiqûqiya heyî.
Ciwan di vê pêvajoyê de bi roleke girîng rabûn. Di nava bi sed hezaran kesî de li hemberî helwestên bêberpirsyariyê bi giranî helwestên berpirsyarane hate nîşandan. Karker û kedkar êdî nakevin xefika van tevdan û sorkirinan, guh nade. Kedkar û karkerên Kurd û Tirk dibînin ku pirsgirêkên wan hevpar in û vê yekê hîn bêhtir hîs dikin.”
Aslan destnîşan kir ku weke Partiya Kedê wê daxwazên herî lezgîn ên çîna karker û daxwazên azadî û wekheviyê yên gelê Kurd di pêvajoya 1’ê Gulanê de bi hev re biqîrin û got, “Ji bo avakirina têkoşîna hevpar û xurtkirina wê, em ê têkoşînê dewam bikin.”